
Siddik BOZARSALN
DERKETİNA BAJARÎYAN A DEŞTÊ
JİBO TEMAŞEKİRİNA SERSAL Û GEŞTÊ
Dewra felekê, ji bextê vekirî û zelal û pîroz
dîsa ku nîşan da ji nû ve Newroz
li gora toreya pîroz û adetê mubarek
bajarî û esker gişt, hemî bi carek
derketin ji bajêr, ji xanîyan û keleyan
wek neçîrvan û rêbirr û talankar û çeteyan
sef bi sef meşîyan çîya û deştan
ref bi ref xuşîyan jibo temaşe û geştan
Mirovên ji hemî celeban, çi biçûk û çi mezin
venema (li paş nema) di bajêr da çu kesek ji bin
Hin bi peyatî çûn baxçeyan û ser gîyayan
Hin bi siwarî çûn mêrg û binyatên çîyayan
Hin ji wan bi tevayî û bi piranî
Hin ji wan bi hevalî, hin jî yekanî
Rabûn hemî xanim û xatûnên wek gulên gulistanan
ew jî bûn gul, belav bûn li baxçe û bostanan
Wan horîyan ew bihişt ji xwe ra kirin cî û war
bê perde, bê westan û bê ku bibin minetkar
Xortên nûgîhîştî û keçên bakîre yên bedew û rind
hemî bi zulf û xalên pak, hemî paqij û serbilind
Keçên hevalên xortan ên bakîre û memikgilover
xortên rûhilû û spehî yên ku nû ji zarûkîyê çûbûn der
Ewên ku rûyên wan wek qumaşên xas geş bûn
ewên ku dîtinên wan wek tiştên xweş bûn
rindîyên xwe yên wek qumaş nîşanê hev didan
bi fireyî û dirêjî texmîn dikirin wan
Sewdakirên evînê bûn, di bazarê da doş dibûn doş
Hem kirîdarên evînê bûn, hem jî evînfiroş
Keçên bakîre û xortên nûgîhîştî û hemî sersalî
ji ciwanan heta bigire pîr û kalên sedsalî
Sersal li gora rê û awayên toreyî
pîroz kirin di cîyê wê da, ew kar anîn cî
Mem û Zîn, r. 241-243, Kurdîya xwerû: M. Emîn Bozarslan


