Dayika Kurd a bi Tirkî nizanibû li balafirgehê hat ragirtin

 Dayîka Kurd Stenbol Balafirgeh Zimanê Kurdî

Dayîka Kurd a bi navê S.Ç. ya 80 salî roja li Balafirgeha Stenbolê, ji ber ku bi Tirkî nizanibû 2 demjimêr û nîvan hat ragirtin.

Kurê dayika Kurd got, “Bila ev şerma Tirkiyê be.”

Li Balafirgeha Stenbolê, S.Ç. a ku ji parêzgeha Wanê bi balafirê çû Stenbolê ji ber ku bi Tirkî nizanibû û karmendekî ku bi Kurdî dizanibû li balafirxaneyê nebû 2 demjimêr û nîvan hat ragirtin.

Kurê dayika Kurd dîmenên xwe û diya xwe li balafirxaneyê belav kirin û nerazîbûna li hemberî dijayetiya Kurdî nîşan da.

Dayik jî di dema hêrsbûna kurê xwe de bi Kurdî dibêje, “Tişt nabe ez qurban.”

Welatiyê Kurd wiha got:

“Binêrin, min li Balafirgeha Stenbolê ya ku dibêjin sêyemîn mezintirîn balafirgeha cîhanê ye, bi kesekî neda fêmkirin û nikarî dayika xwe ya reben 2 demjimêr û nîvan derbixista.

Çima? Ji ber ku zimanê wê nebû, xwendin û nivîsandina wê nebû. Li welatê min, karmendê balafirê ku ez baca wê didim ji min re nebû alîkar.

Dayika min 2 demjimêr û nîv e li vê derê dîl e, min nikaribû wê derxista. Zimanê Ereban heye, zimanê Azeriyan heye, zimanê Îngilîzan heye lê zimanê dayika min nîne.

Dayika min nikaribû xwe bida fêmkirin û min nikaribû 2 demjimêr û nîvan wê ji pişt vî derî derxînim. Bila ev jî şerma Tirkiyeyê be, dê sibe dengan ji me bixwazin û bêjin em bira ne.”

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *