Daxuyaniya civîna Encûmena Bilinda Referandumê

Daxuyaniya civîna Encûmena Bilinda Referandumê

kpn.org

Roja yekşem 30.07.2017 li Pîrmam civîna Encûmena Bilinda Referandûmê bi serpereştiya birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û beşdariya birêz Kosret Resul Elî Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, nûnerên partiyên siyasî û pêkhatên neteweyî û olî yên endamê wê Encûmenê birêveçû.

Di destpêka civînê de Serokê Komîsyona Bilinda Hilbijartin û Rapirsiya li Herêma Kurdistanê beşdar bû û naveroka teknîkiyên komîsyonê ji bo amadekariya referandûmê li roja diyarkiriya xwe da xisterû û amadehiya tevahiya komîsyonê ji bo temamkirina pêdiviyan û encamdana referandûmê li roja 25 Eylûla 2017 ragihand.

Piştî nirxandina rewşa siyasî û pêşhatên dawî û nirxandina helwesta civaka navdewletî û proseya siyasiya navxweya Herêma Kurdistanê, biryar li ser van xalên li xwarê dan:

Yekem: Civînê biryar da bi raspardina birêz Mesûd Barzanî û Kosret Resul Elî ji bo pêkanîna şanda danustandina li gel Bexda.

Duyem: Civînê biryar da li dû heftiyan da Parlemena Kurdistanê dest bi kar bike ji bo çareseriya kêşeyan û piştevaniya li referandûmê.

Sêyem: Di derbarê prensîpên pêkhatan û Sekreteriyeta Encûmena Bilinda Referandûmê danustandina bîr û ramanên wan kirin.

Encûmena Bilinda Referandûmê
30.07.2017

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *