Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)
Li Tirkiyeyê hilbijartina herêmî di 31ê Adara 2019an de pêk hatin. Wek her dem min nivîsand, ev hilbijartina taybet bû. Hîn encamên dawî nehatine diyar kirin. Li ser encaman gengeşiyên gelek zêde hene. Bi taybetî jî li encamên Stenbolê gengeşiyeke mezin û şerekî hiqûqî heye. Heger îtirazên hiqûqî yên ji aliyên Ak Partiyê de hatine kirin rast derkevin, diyar e ku dê pirsgirêkên mezin bîne holê.
Lê dîsa jî gor rewşa heyî û gor encamên hîn ne fermî û dawî ezê di derbarê hilbijartinên herêmî de nerîn û şiroveya xwe pêşkêş bikim.
Partiyên dewletê û sîstemê, hem bi tîfaqan û hem jî li ser navên xwe beşdarî hilbijartinan bûn.
Du tifaq beşdarî hilbijartina herêmî bûn. Tifaqa yekemîn,, “Tifaqa Cûmhûr” bu. Tifaqa duyemîn jî, “Tifaqa Milet” bû. Tifaqa Cûmhûr, ji aliyê Ak Partiyê û MHPê ve; Tifaqa Milet jî, ji aliyê CHPê û Partiya Baş ve ava bûye. Lê PKK/HDP li metropolan piştgirê Tîfaqa Milet bû. Heta mirov dikare bibêje ku PKK/HDP endamekî dizî yê Tifaqa Milet bû. Dîsa PKK/HDP li Riha û li Semsûrê ji Partiya Saadet re, li Entebê jî ji DSPê re piştgir bû.
PKK/HDP, li metropolê bû mifte di destê Kemalîstan û CHPê de ku CHPê deriyê nedikarî tê re derbas bibin derbas bûn.
Piştgiriya PKK/HDPê li metropolê encama hilbijartinê gûhert. Ew gor baweriya min darbeyeke kemalîstan bû.
Lê ev cara yekemîn nîne ku bi riya PKK/HDPê ev darbeya tê kirin. Kemalîstan, di hilbijartinên giştî de jî eynî siyaset û encam xwestin bigrin, lê bi serneketin.
Loma jî ez dibêjim ku ew yeka piştgiriyeke xwezayî nîne darbeyeke hilbijartinê ya kemalîstan ya gelek bi plan e.
Di hilbijartinên giştî de ji bona ku AK Partî ji hikûmetê bê dûrxistin, diviya bû ku PKK/HDPê ji bendê derbas be. Loma jî CHPê beşek deng gelek aşkere da PKK/HDPê. PKK/HDPê jî ji bona ku AK Partî di hilbijartina herêmî de wenda bike, deng da CHPê û Tifaqa Milet.
Her çiqas Tifaqa Milet û CHPê vê yekê înkar jî bikin, PKK/HDP vê yekê gelek aşkere diyar dikin. PKK/HDPyî dibêjin ku me 5 qeyûm tayinî 5 bajaran kiriye. Di heman dem de ji daxuyaniyên PKK/HDPê derdikeve holê ku di navbeyna wan û Tifaqa Milet de bazareke bi dizî heye.
Li Tirkiyeyê şert û zurufên Kemalîstan tune ye ku bi destên leşkeran darbe çê bikin, nûha jî bi riya PKK/HDPê darbeya hilbijartinê çê dikin. Lewra ji derveyî darbeyan desthilatdar û hikûmetbûna CHPê mimkun nîne.
Di destpêkê de divê ez mijareke din zelal bikim. PKK/HDP ji bona li rojava li bajarên metropolê deng dane Tifaqa Milet û CHPê, dibêjin ku “siyaseta înkarkirin û tunekirina kurd wenda kir.” Ew jî Ak Partiyê û Tifaqa Cûmhûr e. Ev manîpulasyoneke mezin e. Lewra gelek aşkere ye ku her du tifaq jî siyaseta dewletê ya di derbarê kurdan de dimeşînin. Dagirkerî û kolonuyalîzma li Kurdistanê diparêzin. Ji bona ku kurd nebin dewlet û ji bona pêşiya neteweya kurd mafên xwe yên milî di çerçeweya mafê çarenivîsê de qezenç bike, xwediyê stratejiyekê ne.
Heger wek partî mirov dikare bibêje ku AK Partiyê di derbarê kurdan de gav avêtine. Ev gavan jî ji aliyê kurdan û reya giştî de tên zanîn. CHP ji bona neteweya kurd tê wateya qetlîaman.
Di hilbijartina herêmî de çi bû û çi encam derketin holê?
Di hilbijartinê de: Ak Partiyê ji % 44.33, CHPê ji % 30.12, Partiya Baş %7.5, MHPê ji %7.31, HDPê ji %4.2 deng wergirt. Tifaqa Cûmhûr ji % 51.7, Tifaqa Milet ji %37.5 deng girt. Ev hejmaran derdixin holê ku Tifaqa Cûmhûr ji aliyê dengan ve hilbijartin qezenç kiriye.
Heger darbaya PKK/HDPê nebûya, CHPê li bajarên metropolê nedikarî qezenç bike. CHPê bi piştgiriya PKK/HDPê Enqere, Edene, Mersîn, Antalya, li gelek bajerokan hilbijartin qezenç kir. Lİ Stenbolê jî bû alternatîf. Bi Ak Partiyê re serî dikşîne. Dengên xwe bilind kir.
PKK/HDP ji bona berjewendiya kurdan piştgiriya CHPê/Kemalîstan nekir. Ji bona ku zora AK Partiyê bibe deng da CHPê. Got “dema ku CHPê qezenç bike operasyonê dewletê û hikûmetê yên li hemberî wan dê kêm bibe.” Ew hesabekî şaş e. Lewra hilbijartina herêmî dê hikûmetê û desthilatdariya dewletê nikare biguhere. AK Partî û Tifaqa Cumhûr hîn 4 sal 6 mehên din li ser hikûmetê ne. Ew siyaseta PKK/HDPê dibe sedem ku li hemberî wan operasyon xûrttir bibin.
AK Partiyê li metropolê şaredarî wenda kir, lê piraniya bajaran û bajerokan qezenç kir, dengên wê zêde kêm nebû. Li Kurdistanê qezenç kir. Li Kurdistanê piraniya bajar û bajerokan şaredarî qezenç kir. Ak Partiyê bi taybetî jî beşek şaredariyên di destê PKK/HDPê de qezenç kir: Agrî, Şirnax, Mûş, Bedlîs. Bajarên ku PKK/HDPê lê qezençkirî jî gelek bajerok qezenç kir.
KURDAN DERSEKE MEZIN DAN PKK/HDP’Ê…
PKK/HDP, li metropolê bi CHPê da qezenç kirin û bi AK Partiyê da wenda kirin. Lê bi AK Partiyê li Kurdistanê da qezenç kirin.
Bi xwe jî wenda kir. 4 bajar teslîmî AK Partiyê kir. Ev bajaran: Agrî, Mûş, Şirnax, Bedlîs in. Li bajarên PKK/HDPê şaredarî qezenç kirî jî, li gelek bajerokan AK Partiyê qezenç kir.
Li Mersînê Şaredariya Akdenizê wenda kir, Ak Partiyê qezenç kir.
Li Dersîmê PKK/HDPê namzetê TKPê bi kûştinê tehdît kir, lê gel ev tehdîdan bertaraf kir Dersîm ji destê PKK/HDPê girt, teslîmî TKPê kir.
PKK/HDP di encamê de nivê şaredariyan li Kurdistanê wenda kir.
Gelek sedemên wendakirina PKK/HDPê hene.
Sedema yekemîn: Kurd êdî fahm dikin ku PKK/HDP partiya kurdan û Kurdistanê nîne. Projeyeke dewletê ye. Projeyeke operasyonel e li dijî Tevgera Kurdistanê û neteweya kurd. Aparata dewletê ye. Ji bona tunekirina kurdan projeyek e.
Sedema duyemîn: Bi şerê xendekan ku şerê wekaletê bû, bi berjewendiya kurdan re tu eleqeya wê tune bû, ji bona qetilkirin û wêrankirina bajarê kurdan bû. Ev yeka ji aliyê kurdan hat fahm kirin.
Şerê xendekan li dijî îradeya gel darebeyeke çekdar ya çeteyî bû jî.
Sedema seyemîn: Gel fahm kir ku eleqeya PKK/HDPê bi şaredariyê re tune ye. Ew karê şaredariyê nakin. Ew li ser pişta kurdan temsîla kurdan ne, temsîla dewletan dikin.
Sedema çaremîn: Gel fahm dike ku PKK li hemû beşên Kurdistanê xeter e, li dijî dewletbûna kurdan e. Dixwaze ku dewleta federe ya Kurdistanê ji holê rake.
Sedema pêncemîn: Gel fahm kir ku PKK di destên dewletên kolonyalîst de maşa ye. Xizmetê ji dewletê kolonyalîst dike.
Sedema şeşemîn: Gel fahm kir ku PKK ji neteweya kurd re dijminan zêde dike.
Sedema heftemîn: Kêmbûna bandor û zora çekdarên PKKê li herêman li ser gel e. Loma jî diyar e ku dewlet ji operasyonê qezenç dike, PKKê dê bibe sedem ku li Kurdistanê operasyon dom bikin. Ciwanên Kurdistanê bên kûştin û bên hepis kirin.
Sedema heştemîn: Dengdarên PKK/HDPê yên li Kurdistanê ji siyaseta wan ya li metropolê ku piştgiriya Tifaqa Milet û CHPê kirî memnun nebû.
Amed, 05. 04. 2019