CRK, êrîşa li dijî nûçegihanê Rûdawê şermezar kir

Nûçegihanê Rûdawê yê Stenbolê Rawîn Stêrk duh (02.10.2024)de di dema li Saziya Tipa Dadê ya Stenbolê nûçeya cenazeyê girtiyê Kurd ê nexweş Abdulkadir Kuday dişopand rastî êrişa endamekî DBPyê hat.

Em li ser navê Cemiyeta Rojnamevanên Kurdistanê (CRK) vê bûyerê şermezar dikin. Êrîş û astengîya li ser Rûdawê pêk hatîye êrîşa cara yekem nîne û heger bi vê hişmendîyê berdewam bikin wê ya dawîyê jî nebe. Çend sal berê jî li ser van babetan me rexne û şermezarkirinên xwe ji berpirsên wan re rû bi rû anî bû ziman. Lê em dibînin ku ev êrîşên sîstematîk berdewam dikin.

Di dîmenan da eşkere dîyar dibe ku ew kesên ku ji kamerayên hêzên ewlehîyê aciz nabin ji ragihandina Kurdî aciz dibin. Ji hêzên ewlehîyên re dibêjin “ew polêsin û karên xwe dikin” lê ji bîr dikin ku rojnamevan jî karên xwe dikin. Dibe ku win polîtîkaya Rûdawê pesend nekin lê kesek nikare êrîşê ragihandina Kurdî bike.

Em êrîşa ku hatîye meydanê şermezar dikin û bangê berpirsan bikin da ku bila ev bûyer ya dawîyê be. Heger van êrîşan bi awayekî zanebûnî tên meşandin wê demê CRK jî wê li hemberê wan bertek nîşan bide!

Cemîyeta Rojnamevanên Kurdistanê

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *