Civînek girîng li Enqerê: Nêçîrvan Barzanî wê bi Erdogan re bicive

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wê îro li Enqerê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re bicive.

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan wê beşdarî merasîma vekirina sala akademîk a xwendina bilind a 2025-2026an li Navenda Kongre û Çanda Neteweyî ya Beştepeyê bibe.

Piştre ew ê li Kompleksa Serokatiyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî bike.

Hate diyarkirin ku di civîna ku wê li Kompleksa Serokkomariyê were lidarxistin de, wê têkiliyên Tirkiyeyê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, rewşa giştî ya herêmê û gelek mijarên girîng ên hevbeş werin nîqaşkirin.

Nêçîrvan Barzanî herî dawî di 4emîn Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê (ADF2025) de ku di 11-13ê Nîsanê de hate lidarxistin, bi Serokkomar Erdogan re civiya. (PK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *