Civîna Bahçeli û şanda Dem Partiyê bidawî hat

Civîna Serokê Partiya Tevgera Neteweyî (MHP) bi şanda Dem Partiyê re li ser piroseya aştiyê li Tirkiyeyê bidawî hat û di çarçoveya wê civînê de Endamê Şanda Dem Partiyê Ehmed Turk destekê tizbiyên giranbiha wekî diyarî pêşkêşî Bahçeli kir.

Li dû zanyarên K24ê, wê civînê 45 deqîqeyan vekêşa û li dûrî medyayan bi awayekî daxistî hat kirin, herwesa heta niha çi hûrgiliyên naveroka wê civînê ji aliyê çi yek ji wan her du partiyan ve nehatiye eşkere kirin.

Pêşbînî tê kirin ku piştî demek din, Endamê Şanda Dem Partiyê Sirî Sureya Onder û Cîgirê Serokê Perlemana Tirkiyeyê li ser civîna bi Devlet Bahçeli re daxuyaniyeke rojnamevanî bide.

Îro (Pêncşem, 02.01.2025) piştî temambûna civîna şanda Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) bi Serokê Perlemana Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, her wê şandê li Enqereyê serdana Serokê Partiya Tevgera Neteweyî (MHP) Devlet Bahçeli kir.

Şanda Dem Partiyê ji Cîgirê Serokê Perlemana Tirkiyeyê Sirî Sureya Onder, Perlemantera Dem Partiyê li Tirkiyeyê Perwîn Buldan û Siyasetmedarê Kurd ê Bakurê Kurdistanê Ehmet Turk pêk hatibû.

Biryar e şanda Dem Partiyê li roja Duşema bê bi CHPê û çend partiyên din ên siyasî yên Tirkiyeyê re jî bicive, û paşî hûrgiliyên naveroka civîna xwe ji bo raya giştî eşkere bike.

K24

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *