Ziyan Rojhilatî
Di rojên borî de, min dixwest li ser bandora domînoyî ya ketina Helebê, her wiha pêwîstiyên amadehiya cîhanê ji bo qonaxa piştî Esed binivîsim, lê heta min çavpêkeftin û zanyariyên pêwîst ên vê mijarê berhev kirin, Şam ket û berî ku ez babeta xwe binivîsim, Esed çû. Lezgîniya bûyerên Sûriyeyê ne tenê ji bo nivîsa min ji nişka ve bûn, lê yek ji girîngtirîn xafilgiriyên siyasî û leşkerî di cîhana îro de ye.
Kêmtir ji mehekê berî niha, Esed bi baweriyeke mezin li Komkara Erebî şîret li serkirdeyên welatên îslamî dikir ka çi bikin! Dibe ku ev jî wê gotina navdar piÅŸtrast bike ku dibêje “Di rejîmên totalîter de heta 15 deqeyan berî hilweşînê jî her tiÅŸt normal xuya dike!” Lap heta 15 xulekan berî ku HTÅž û hevpeymanên xwe di 27ê Çiriya Paşîn de Helebê bigirin û piÅŸtî wê jî bajarên din notila pûlikên domînoyê li pey hev ketin.
Heta duh jî ji Îranê bigire heta Rûsya û Amerîkayê, dost û dijberên Esed ên navneteweyî daxwaza diyalogê di navbera hikûmet û opozisyonê de dikirin, ev jî nîşana wê yekê ye ku wan nedixwest ku Esed bi darê zorê here. Her çiqas destpêkirina diyalogê jî dihat wateya çûna wî, lê bi lihevkirin û bi awayekî kontrolkirî.
Ha li vir divê em bipirsin; gelo hilweşandina Esed bi darê zorê ji bo dewletan tê çi wateyê?
Ji bo Rûsyayê, ev yek gefeke rasterast li ser berjewendiyên wê ye, bi taybetî baregehên wê yên leşkerî li peravên Sûriyeyê  li Laziqiyê û Tertûsê. Dibe ku ev yek bûbe sedemek ji bo dudiliya wê ji alîkariya Esed. Bi kêmanî ku têra gotûbêjekê bi HTŞyê  re tê de bihêle. Îhtîmaleke mezin e ku rewşa Sûriyeyê  bibe mînakek ji bo ku Ukrayna û hin welatên Ewropî li deverên din wekî Afrîkayê yan jî komarên Yekîtiya Sovyetê ya berê, demarên Rûsyayê bigirin.
Ji bo Îsraîl û Amerîkayê, ev nûçe hem xweş û hem jî ne xweş e. Ketina Esed îhtîmala ku welatekî nû yê îslamî-radîkal bibe cîranê Israîlê zêde dike, ku dibe ku li cem Washington û Tel Avîvê ne cihê qebûlkirinê be. Lê bi çûna Esad re, egera pirçekbûn û xwexurtkirina Hemas û Hizbulahê jî qet nebe halê hazir kêm dibe.
Ketina Esed ji bo ÃŽranê sêyem kulma siyasî û leÅŸkerî ye ku piÅŸtî her du ÅŸerên Xeze û Libnanê  di heyama sala borî de lê dikeve. Bi çûna Esed re, korîdora bejayî ya ÃŽran-ÃŽraqê ber bi Sûriyeyê  ve û ji wir jî ber bi Lubnan û Deryaya Navîn ve dê were girtin an jî pir dijwar bibe, ku “eniya berxwedanê” bi salan e ji bo wê kar dike. ÃŽsal, nûçeyên li ser rêkeftina Amerîka û ÃŽraqê li ser rêkeftina vekişînê ya ku heta sala 2026an temam bibe, hêviyên ÃŽranê ji korîdora ku ji sê xalan li ser sînorê ÃŽraqê ber bi Sûriyeyê  ve diçe, geÅŸtir kiribûn. Ev girêdana erdnîgarî beÅŸeke ji stratejiya leÅŸkerî ya ÃŽranê ji bo vejandina grûpên xwe yên wekalet wek navgîneke hevsengkirina hêz û bandora navçeyî.
Xaleke din jî ew e ku ger mirov li gorî îdeolojiya hin siyasetmedarên Şîe lê binêre, dibe ku ketina Esed di pencereya eskatolojiya îslamî de, çend şerên sûfî li Sûriyeyê  ku li kêleka çemê Firatê rûdidin, ku wekî fitneya berî hatina Îmamê Mehdî lê dinêrin, hatine pêşbînîkirin. Ji ber vê yekê îhtimal heye ku siyaseta Îranê ew be ku piştî Esed jî li Sûriyeyê  rolekê bilîze. Bi îhtimaleke mezin ji bilî Kurdan bijardeyeke wê nîne lê ji bo vê jî divê di dorê de bisekine û binêre ka dê siyaseta Tirkiye û Amerîka ligel HSDyê  bi kû ve biçe.
Serokkomarê Tirkiyeyê  hêvî dikir ku pêşveçûna opozisyonê ber bi Şamê ve bê ti qeza û belayekê berdewam bike, lê rûxandina tam a Esed ne bijardeyek bû ku bi dilê Tirkiyeyê  be û dibe ku ev gotin alaveke zextê bû, ji ber ku tenê rojekê piştî ku Îranê jî bang li Esed kir ku dest bi diyalogê bi opozîsyonê re bike, hat. Dibe ku ketina Esed bi şer, rê veke ku desthilata Rêveberiya Xweser herî kêm li hêla rojhilatê Firatê bi îstîkrartir be, ku dibe ku ev bijardeya niha ne ya Tirkiyeyê be. Çimkî dibe ku ne Amerîka û Îsraîl û ne jî Rûsya naxwazin dewleteke îslamî ya xurt li Sûriyeyê hebe, lewra dabeşkirina îdarî baştirîn bijarde ye. Mînak, rêveberiyeke Elewî, Sunnî û Kurdî dê berjewendiyên hemûyan dabîn bike.
Di qonaxa bê de, îhtîmala şer di navbera HTŞ- HSD û Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê  de li ser kontrolkirina ax û desthilatê vekirî ye, ku dibe pêleke din a koçberiyê ber bi Tirkiyeyê  ve çêbike, ku di vê demê de daxwaza Enqerê ya herî dawî ye.
Li aliyê din bihêzbûna pir zêde ya HTŞyê  dikare di paşerojê de ji bo Tirkiyeyê  jî bibe sedema pirsgirêkan. Jêderekî Îraqî ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji min re got ku ev mehek e me dizanibû ku tiştek dê biqewime, lê dîsa jî em ne bawer in ku ev hemû karê Tirkiyeyê  be. Esed bikeve HTŞyê  dê ewqasî xurt bibe ku Tirkiye kontrola rewşê ji dest bide!
Xaleke din jî ew e ku rewşa niha ya Sûriyeyê  çiqasî bihêzbûna HTŞyê  be, ewqasî jî tê wateya zêdebûna bandora Tirkiyeyê  ya navçeyî li Sûriyeyê  û Îraqê nemaze di demekê de ku Trump vedigere, lewra dibe ku ev yek wer li Îran, Rûsya û tewra heta radeyekê li Îraqê jî bike ku pişta HSDyê  li Sûriyeyê  bigirin da ku aloziyê ji Tirkiyeyê  re çêbikin. Loma dibe ku rûxandina Esed Tirkiyeyê  neçar bike ku li dawiyê li bijardeya diyaloga bi HSDyê  re jî bifikire, nemaze ku niha diyaloga bi Ocalan re mijareke germ li hundirê welêt e.
Berî her tiştî, pêşkeftinên sê komên sereke yên neyarên Esed (HTŞ, Ceyşulize û Ehrar el-Şam) tenê bi sedemên leşkerî nayên ravekirin. Ev fakotekeî pir giring e lê li dawiyê pengbûna serkutkariya ku Esed piştî 2011an li hemberî xwenîşanderan kir û paşê jî bi alîkariya Hizbulah, Îran û Rûsyayê li dijî mixalefeta ku bi giranî Sunî ye kir, barût ji bo teqîneke wiha li dora xwe kom kiribû.
Rêxistin çi dibin bila bibin an destwerdana derve hebe yan nebe, ev dikare li ser asta navxweyî wekî encameke paşguhxistina civaka Sûrî nexasim li deverên Sunî were dîtin. Ev rewş dikare xwesteka Suniyên Îraqê jî ji bo rolgerandineke zêdetir di siyaseta Îraqê de bilind bike. Her çiqas behskirina mezheba Sunî yan Şîî di nihaya Îraqê de kêm bûye lê ev pirsgirêka nasnameyê koka xwe ya bi sedan salan heye û ger sîstemeke demokratîk a berfireh hemûyan kom neke, dibe ku hertim ji nû ve derkeve holê.
Rêxistinên nedewletî ji hev fêr dibin û dibe ku rewşa leşkerî ya HTŞyê  bibe modeleke nû ji bo komên nedewletî ên çekdar ên Sunnî li navînê ku têkildarî Îraqê ye jî. Berî her tiştî, HTŞyê  monopola bikaranîna dronan li ser asteke bilind û kartêker ji destê komên çekdar ên Şîe derxist.
Piştî ku grûpên çekdar ên Şîe li Rojhilata Navîn bi alîkarî û perwerdekirina aktorekî dewletî wek tekane aliyê giring û bibandor ê bikarhênerê dron û mûşekan derketibûn holê, vê carê jî HTŞyê  wekî aliyekî bibandor ê xwedî dron ê sunniyan li Sûriyeyê  derket holê. Vêga êdî ne giring e ka gelo HTŞyê  karînên xwe yên dronwarî pêş xistiye yan dewletekê ew hîn kiriye, ya giring ew e ku şiyana bikaranîna kartêker a dronan bi dest xistiye û ev yek jî qet nebe di rewşa Sûriyeyê de wekî faktorekî lîstikguhêr bi rola xwe rabûye. Armanckirina hin navendên leşkerî û tewra kesên girîng jî bi dronan nîşaneke wê yekê bû.
Ji bilî wê xafilgiriya leşkerî ku bi êrişa 27ê Çiriya Paşîn dest pê kir, HTŞyê  heta niha wer nîşan daye ku dixwaze di aliyê taktîk û stratejiya leşkerî de xwe ji komên din ên cîhadîst cuda nîşan bide. Pisporekî komên çekdar ên Sûriyeyê  ji min re got ku ji sala 2020î û vir ve, HTŞyê  zêdetirî 100 pirtûkî li ser şer û rêbazên şer wergerandine, zanîna xwe ya li ser şer pir bi pêş xistiye û akademiyên leşkerî ava kirine.
Helbet ji bilî awayên şerê li ser erdê, peyamên Colanî yên ku dibêje ew dê di paşerojê de HTŞyê  hilweşîne, tewra peyamên wî yên ji bo Îran û Îraqê ku ew naxwaze pirsgirêka wî bi wan re çêbibe, hemû dikevin kategoriya redkirina stratejiya cîhadgerî-cîhanî û li şûna wê hewldanek e ji bo ku xwe wekî komeke cîhadî li ser asta welatekî tenê pênase bike. Siyaseta cîhadgerî-cîhanî ya DAIŞ û Qaîdeyê, rastî karvedaneke mezin a cîhanî hatine, loma ger ev stratejiya Colanî biserkeve, dibe ku komên din jî wê kopî bikin.
Helbet metirsiya herî nêz ji bo Îraqê, paşeroja kampên Elhol, Roj û girtîgehên HSDyê  ligel 350-400 çekdarên DAIŞê li biyabanên Sûriyeyê  ye. Eger şerê navxweyî yê Sûriyeyê  gurtir bibe yan jî şer li deverên di bin kontrola HSDyê  de derkeve, paşeroja kamp û zindanan dê ji bo Îraqê bibe çavkaniya metirsiyê. Ji bilî nîgeraniyên xwe yên derbarê rewşa Sûriyeyê  de, dibe ku Îraq nîgeran be ku zêdebûna kartêkirina Tirkiyeyê  bandorê li rewşa Herêma Kurdistanê jî bike xasma eger bi behaneya PKKê pêşdeçûneke leşkerî bike.
Rûdaw