Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye!

Jenosîda Ermenîyan, pîlanekî devletî ye û stratejîyek li ser avakirina dewleta tirkan hatîye meşandin. Ji bona avakirina dewleta tirk, yekalî, yek olî û yek miletî ev stratejî, ji 1880an û vir de, di nav beşek ji qadroyên “osmanîyek nû” de derketîye guftûgoyê. Pêşî milet û kêmhateyên ne misilman girtîye bin programê.

Ev program destpêkê di 1893an û virde, ji Hatay, Adana û Mersîn destpê dike. Heta 1905an li van herdû bajarên ku di dîrokê de bi navê “Klîkya” têt binav kirin 230.000 ermenî tên qetilkirin.

Gava duyem a vê stratejîyê jî di dema îtîhat û terakî de destpê dike. Pêşî rewşenbîr, zana, dewlemend, oldar û wekîlên Ermenîyan tên komkirin. Ji hêla civakî de dengê wan têt qutkirin. Qirkirina herî mezin di navbera 1913-1914 û 1915 an de pêk tê.

Li gor vê stratejîyê dewlet fermanan dişîne hemû bajarên tirkan, ku Ermenî lê xwedî nifûs in:

Di 1905an de Dewleta Osmanî îstatîstîkek amade kirîye û ev îstatîstîk di sala 1919 an de bi Fransizî hatîye çapkirin.

Lê komkujîya Ermenîyan ya li Hatay û Edena di sala 1893 an de destpê dike û di vê komkujîyê de nêzî 230.000 Ermenî raserî komkujîyê tên. Îstatîstîkên ku di 1905an de hatine amadekirin, rastîya ermenîyên Hatay û Edenê vedişêre. Ji ber ku ji 1893an heta 1905an ev nufûsa ermenîyan ku li van bajaran dijî, 88 ji % hatine qetil kirin.

Li gor İstatîstîkên dewleta Osmanî nufûsa Ermenîyan li bajarên tirkan:

Edirne (19.773 hezar), Adana (52.650 hezar), Antalya (630 kes), Enqera (51.556 hezar), Heleb (20.142 hezar), Aydin (20.142 hezar), Bolu (2.970 hezar), Bursa (60.119 hezar), Qeyserî (50.174 hezar), Stenbol (82.880 hezar), Çanakale (2.474 hezar), Canik (27.319 hezar), Eskişehîr (8.592 hezar), İzmit (55.852 hezar), İçel, 341 kes), Karasi (8.653 hezar), Kastamonu (8.959 hezar), Kutahya (4.548 hezar), Menteşe (12 kes), Nigde (4.936 hezar), Trabzon (68.899 hezar), Çatalca (842 kes), Zor (232 kes) dijîn.

Li gor van îstatîstîkan, 817.499 Ermenî li bajarên tirkan dijîn. Ji vê nufîsê yek rizgar nebûye. Ev di dosyayên dadgeha wê demê de dîyare û piranîyên zabit, qaymeqam û walîyên van bajaran hatine dadgeh kirin û hinek ji wan cezayên giran xwarine.

Dema ku em li van bajarên tirkan, hemû îstatîstîkên komkujîyê bidin ser hev (230.00+817.499=1.047.499) Ev jî rastîya jenosîda ermenîyan derdixe ber me. Di van reqeman de jî pir eşkereye, ku ermenîyên bakurê Kurdistanê piranîyên wan koçberî Rusîya û axa Surîyê bûne. Îro eger lêkolîn li ser van malbatên Ermenîyan yên li dîyaspora û Ermenîstanê bêt kirin, wê derkeve holê, ku hemû ji Kurdistanê ne. Ev jî tê wê wateyê ku komkujîya Ermenîyan ne lir ser axa Kurdistanê, li nav axa rojavayê Anatolîa bûye. Li wir jî Kurd ne xwedî ax in ku Ermenîyan bikujin.

Li gor îstatîstîkên dewleta Osmanî li bajarên Bakurê Kurdistanê: Bitlîs (20.142 hezar), Dîyarbekir (65.850 hezar), Erzurom (134.377 hezar), Harpût (79.971 hezar) Maraş (32.322 hezar), Urfa (16.718 hezar), Wan (67.792 hezar), bi giştî 417.172 Ermenî hebûn.

Ermenîyên Kurdistanê; piranîyên beşa Serhedê derbasî Ermenîstanê bûne û beşek mezin jî li qampa Siwasê hatina komkirin û bi destê dewletê û di rêyan de hatine qetilkirin. Beşê Dîyarbekir (Amed), Maraş, Urfa (Rûha), Mêrdîn û derdorê jî koçî axa Sûrîyê û Libnan bûne.

Îro ku hûn ji Ermenîyên li Rojavayê Kurdistanê, Helebê, Libnan, Fransa bipirsin, hûnê bibînin ku hemû ji van bajarên Kurdistanê ne.

Di van îstatîstîkan de jî eşkereye, ku Komkujîya ermenîyan ne li ser axa kurdan, li ser axa ku tirk lê dijîn pêkhatîye.

Di şerê Rus û Osmanîyan (1916,1917) de Ermenîyan, bi Rûsan re tifaq kirîye. Di vê tifaqê de metirsîyek mezin li ser axa serheda Kurdistanê çêbûye û 1.270.000 Kurd ji cîh û warên xwe bûne. Ji Erzurom, Qers, Wan, bitlîs û Mûşê ev koç pêk hatîye. Beşek ji vê koçê berê xwe daye Amedê, Mêrdîn û Ruhayê. Piranîyên wan derbasî binxetê jî bûne. Lê beşek mezin dewletê berê wan daye ber bi tirkan de. Ev beş 90 ji % di rîyan de, ji serma û birçîbûne hatine kujtin. Ev hejmar nêzî 800.000î ye.

Li bakurê Kurdisktanê peyva “mahacir” yek ji vê rastîya dîrokî ye. Wek bi hezaran malbatên Kurdan, malbata min jî yek ji vê rastîya dîrokî a “mahacirîyê) ye.

Rewşenbîr, akademîsyen, dîrokzan, çepgir, îslamîst, nivîskar, rojnamevan, demokrat, lîberal û oldarên tirkan, bi zanistî, bi yek stratejîyê vê rastîya dîrokî vedişêrin.

Kadroyek ji çepgirên tirkan Taner Akçam, bi zanistî, komkujîya Ermenîyan, bi tometan û ji rastîya dîrokê dûr, li ser navê “xebatên akademîk” dixe bestkura Kurdan. Beşek ji Kurdan jî, ku ketine xefika çepên tirkan û ji mejûyê Kurd û kurdistanî dûr, bi çepên tirkan re di eynî helwestê de ne.

03.05.2021

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *