Çend numûneyên Jenosidê li Dêrsimê

Siddik Bozarslan

Divê ez bidim xuyakirin ku di derbarê hovîtîyên ku ji alîyê dewleta tirk ve li Bakurê Kurdistanê hatine pêkanîn, çavkanî wek wesîqe gelek kêm in. Di van salên dawîyê da hin wesîqeyên ku ji meclisa tirk û ji eskerîyê peyda bûne û çap bûne, piçek be jî wan haydarîyên dizî ronî dikin. Jibo bûyeran gelek sitran hatine gotin ku ew jî bi awayekî sînorkirî wan jenosidan didin ronahîkirin. Dr. Nurî Dersimî di 11ê îlona 1937an da, ji Serxetê derbasê Binxetê bûye û li wir du kitêb nivîsîye ku heta van salên dawîyê tenê ew her du kitêb hebûn: ”Kürdistan Tarihinde Dersim” û ”Hatıratım”.

Di derbarê jenosida Dêrsimê da nivîskar û şaîrê navdar yê tirk yê îslamist Necip Fazıl Kısakürek, çend resmên îbretê û balkêşîyê pêşkêşî me kirîye ku ercîya ye (hêja ye) em wan raxînin vir. Wî di bin navê ´ Son Devrin Din Mazlumları´yê da weha nivîsîye:

“Ji ber ku can û xwîna herî hindik 50.000 musulmanan di nav wê çarçoveyê da ye, wek xetên qalind me wê wek xerîteyek çixêz kir û bi xetên sereke ew tespît kir ku facîayeke (wehşetek) ku mirov nikare di dîrokê da nîşan bide.

Du zarûkên masum ku li bavên xwe digerîyan û dixwestin herin nik wî, ew ji alîyê qeymeqamê Hozatê ve hatin pêşwazîkirin û bi derbeyên sunguyan hatin rêkirin jibo ber bavê wan… Xortek ji nava alava agir revî derve û got ku ew mamoste ye û tu eleqeya wî û gundîyan bi hev tune ye, ew dikare wê îspat bike eger destûr bidin pê, lê ew bi qalasê avêtin nav agir û li hemberî wî cixare hat kişandin… Tevayîya gundîyên gundekî ku bi gulebaranê wan avêtibûn ser pûşên genim hatin şewitandin… Zarûkek (rastî bebikek e) ku ji zikê dayîka xwe ya zikqelaştî derketibû derve û hê jî dijîya û şûna kêra tûj li penîyê xuya dikir… Jibo dîtina celadê vî emelî ku li newalekê hatibû serjêkirin, bûbû sedemê dijwarîya jîyana 20 mesuman.. Û yên wek wan gelekên dî, gelekên dî…” (Necip Fazıl Kısakürek, Son Devrin Din Mazlumları, Büyük  Doğu Y. İstanbul, 1989, s. 173)

“Sê zarûkên ku li ortokul/mektebanavîn a Xarpêtê/Elazizê şagirtê xwendinê ne, jibo bênvedanê /tatilê çûne Hozatê ba malbata xwe û ketine nav wê wehşeta lê qewimîye. Dema ew gihane gundê xwe ku nêzîkê Hozatê bûne, ew hîn dibin ku bavê wan Yusuf Cemil hatîye kuştin û dest bi girînê kirine. Ji zarûkan ra ev bersiv hatîye dayîn:                                                                                                             “Em dê we jî bişînin cem wî.”

“Bi kaşkirinê zarûkan ji odeyê derdixin derve û di bin nezareta cendirme da ew bi rêdikevin û di rê da cendirme wan dide ber sunguyan. Bi vî awayî ew hatine rêkirin cem bavê wan.”(ages.174)

“Li gundekî, her malek cuda cuda hatin şewitandin û derdora hemî xanîyan jî agirê mêledemê( meşaleyan) hat avêtin. Zilamek ji gund wek dînan ber bi kesên ku agir temaşe dikin ve tê û diqîre: “Bisekinin, ez ne ji gund im! Muallim im /mamoste me. Ez ji we ra xwe îspat bikim!” Lê li hemberî wan gotinan, wî gêr dikin nav êgir. Ewil, dema pûrtên singa wî dişewitin, fermandar bi haz cixara xwe dikêşîne.

Nivîskar dide xuyakirin ku `dema ew di 1944an da li Eğridirê esker bûye, di huzura kesên resmî de, wî fermandarê ku mamosteyê gund digel gundîyan şewitandîye û bi haz cixara xwe kişandîye`, bixwe ji devê wî fermandarî guhdarî kirîye.” (age, s. 174)

“Ji gundê Yusuf Cemil 200 jin û zarûk tên kuştin û ew li ser pûşê genim tên şewitandin. Di nav mirîyan de, bi navê Rustem eskerek jî hebûye ku ji Xarpêtê bi izin /destûr hatîye cîyê wehşetê. Wî bi israr xwestîye ku dikare kaxidê xwe yê iznê nîşan bide ku ew eskerekî li iznê ye; lê ew digel çar zarûkên xwe û dîya xwe ya 80 salî tên gulebarankirin û şewitandin.” (age 174- 175)

“Kasımê kurê Cafer ji gundê Qerece/Karaca, girêdayî Hozatê ye… 30 sal berîya bûyera Dêrsimê çûye Amerika û li wir 15 sal maye. Piştî ku ew gelek pere qezenc dike, dizivire gundê xwe. Birayê wî Yüzbaşi Şükrü, di Şerê Cîhanî yê Yekemîn da wek fermandarekî beşdarî Enîya Şerê Kafkasê li Köprüköyê dike û li wir şehîd dibe; du zarûk û jina wî Şêrîn Xanim jê dimînin. Kasim, piştî vegera ji Amerikayê, bi jinebîya birayê xwe ra dizewice û li navçeya Hozatê bi cî dibe. Ew ji xwe ra dikaneka bazirganîyê (ticaretê) vedike. Ji ber ticaretê Kasim carna bi daîreyên hukumetê ra jî kar dike û di encamên vê ticaretê da 6000 Lire Meqamê Kaymakamîya Ovacikê  jê ra dibe deyndar. Di dema hereketa Dêrsimê da Kasim diçe meqamê Kaymakam ku perê xwe bistîne. Kaymakam karê wî çêdikin û perê wî didin. Lê piştî ku ew perê xwe distîne, jê ra dibêjin: “Ji Hozatê gazî te dikin!” Loma divê em te bi muhafeza eskerîyê rêkin. Piştî seetek ku ew ji navçeyê dûr ketine, cendirme wî dikujin. Pereyên ku di berîka wî da bûne, ji alîyê du rêvebirên (amirên) îdarî ve tên parvekirin.

“Dema ew reben tê kuştin û şeliandin, Şêrîn Xatun digel çar zarûkên xwe, çûne mala cîranan. Dema ew dizivire malê, dibîne ku derî hatîye şikandin û hundurê malê tevlîhev bûye û adeta mal wêran bûye. Di wê rewşê da ew dest bi qêrînê dike: `Werin hewarê, eşqîya ketîye mala me.`  Muqabilê wê hewara xanimê, li dervayî derî ew digel çar zarûkên xwe tên kuştin. Zêr û hemî alavên malê tên talankirin.” (age, s. 175)

“Di vê navberê da li gundê Hozatê, li Zimbikê bûyereke gelek balkêş diqewime ku ev ne mumkun e ku were xeyala Şekspir. Derdora 100 jin û zarûkên vî gundî ku zilamên wan hemî hatine kuştin; ew bi aletêkî tûj (yanî sungu-xencerên eskeran) tên kuştin. Di nav van xanimên kuştî da jineka ducanî jî hebûye ku li ber zayînê bûye. Dema bi sunguyê zikê wê hatîye qelişandin û ruvîyên wê parçe bûne û derketine derve û ew mirîye. Piştî ku hawirdor aram bûye, çend jinên ku xwe veşartine, diherin ser wan jinên mirî û tek û tek wan kontrol dikin. Ew di nava wê wehşetê da dibînin ku bebika ku ji zikê dayîkê derketîye derve, ew hê sax e. Wan jinan, wê bebikê dibin dimjînin, xwedî dikin û mezin dikin, nav jî “Besê” lê dikin. Ew keçik hê jî li jîyanê ye û li heman gundî ye! Dema xencer zikê dayîka wê parçe dike, ew jî di panîya linga xwe da birîndar dibe û ev birîn hê jî li panîya wê xuya ye.”

“Bi navê Welî (Veli), xortekî ji gundê Lolontanêr/Dolantanir ku girêdayî Hozatê ye; ew li Xarpêtê (Elazig) Mekteba Muallimîyê (mamostetîyê) dixwîne, dibe mamoste û li Trakyayê dest bi kar dike. Welî, li wir dizewice û dibe bavê sê zarûkan. Di dema bûyerên Dêrsimê da ew digel malbata xwe jibo tatila havînê diherin gundê xwe û xwe di nav wê wehşetê da dibînin. Welî û malbata xwe, digel hemî gundîyan, çi mêr çi jin û zarûk tev tên kuştin û şewitandin.” (age, s. 176)

“Xelkê nahiyeya Tersemekê girêdayê Mazgirtê tê qirkirin… Yekî xwedî merhamet, derdora bîst zarûkên yek salî heta deh salî dibe di newalek da vedişêre. Ev rewş, ji nîşka ve tê famkirin. Ferman tê dayîn ku ew 2o zarûk werin kuştin. Lê kes qebûl nake ku wê fermana kuştinê bîne şûnê. Kesên herî zalim jî mecbûr dibin ku bêjin ew nikarin li hemberî wan zarûkên masûm çek bixebitînin. Ev ceribandin çend car badilhewa dihere ku dibe semedê acizbûna fermandaran. Herî dawî, zilamek tê dîtin ku ji cengeneyek reştir bûye û ew dihere newalê karê kuştina wan zarûkan pêktîne.” (age, s. 176-177)

“Kesan dîtine ku ava Muradê wek xwînê herikîye.                                                                 

Faciaya Dêrsimê ku di 1938an da qewimîye, Mareşal Fevzi Çakmak Serokê Kurmayagiştî ye û serokwezîr jî Celal Bayar bûye. Em girêdana vê facîayê hewaleyê xeyala xwendoxan û qelema dîroknasên dahatuyê dikin ku wek çend resmên teferuatê ev in…”(age, s. 177)

Li vir divê ez bidim xuyakirin ku ev jenosida ku bi mîsalên cuda N. Fazil di kitêba xwe da raxistîye pêşberî me; li gora wî jibo musulmanbûna kurdan bûye ku ew hatine kuştin. Lê rastî ne weha ye. Ew jenosid jibo ku Dêrsimî kurd bûne pêk hatîye. Bi gotineka dî: kurd jibo nasnameya xwe ya kurdbûnê û Kurdistanîbûnê raserî wan qirkirinan hatîye. Her wek li Koçgirîyê, li Agrîyê û di Bizava Şêx Seîd da jî heman tişt qewimîne.

Jibo jenosida Dêrsimê, Albayê teqawidkirî Îbrahim Hulusi Yahyagil weha dibêje:

”Di 1938an da em hatin wezîfedarkirin jibo serhildana Dêrsimê bidin rawestandin û hilweşandin. Ew tiştê ku jê ra serhildan dibêjin, hin gundên çîya, ew sal bac (vêrgu) nedabûne. Fermana ku ji me ra hatibû dayîn, yek gotinek bû: ´Tunekirin (imha)!..´ ”Tişteke zindî nehêlin: cuwan- emirmezin (kal û pîr), zarûk û jin û wd.” (Necmeddin Şahiner, Son Şahitler Bediüzzaman Said Nursi´yi Anlatıyor, İstanbul, Yeni Asya Yayınları, 1978, s.40)

”Ferman ji me ra hat: ”We kê dît, hemîyan bikujin (imha bikin).” hatibû gotin. Wê demê cixare peyda nedibû. Li ber esker cixare tunebû. Tunebûna cixarê jibo me bûbû hesreteka mezin ku ji hesreta weten mezintir bûbû.  Zapitan gotibûn ku ”Yê ku kelleyekî (serîyekî) kurd bîne, paketek cicare mukafat distîne” Û ew roj di nava wehşetek da em esker, wek dînan, me jinan, keçên cuwan û zarûkan li camîyek civandin, ku nedişibîya camîyê, wek kilîseyek bû, me derî li ser wan girt û gazê da wan û hemîyan ´çitir çitir´ şewitand.” (Yakın Tarih Ansiklopedisi, cilt 10, s. 84, Yeni Nesil Gazetesi, 15 Haziran 1989

Albay Reşat Hallı, jibo numûneyeka hovîtîyê ku li Newala Laçê (Dêrsim) pêkanîne, weha dibêje:

”Şikeftên (mixareyên) ku heydûdên Dêrsimî ji xwe ra kiribûn sitargeh, me bi keviran devê wan girt û kir wek dîwar. Hawirdorê şikeftan ji alîyê eskerên me yên jêhatî ve hatibûn dorpêçandin. Ji dervayê top û tifingên makineyî, mifrezeya istihkamê ku ji alaya 25an hatibû şandin, jibo avêtina qalibên xirakirinê ku dê şikeftan xirabikirana û yên hundûr bihatana kuştin, yên ku bibezin derve jî, ji alîyê eskeran ve hatin gulebarankirin. Bi vî awayî di sehaya şikeftan da tevayî 216 heydût hatin kuştin û wekî dî cesedên 12 heydûdan jî li ser ava Munzûrê hatibûn dîtin.” (Yakın Tarih Ansiklopedisi, C. 10, S. 108, Yeni Nesil Yayınları İstanbul, 1989)

Ev zapitê teqawidkirî yê tirk (Alb. Reşat Hallı), bi navê “Türkiye Cumhuriyeti´nde Ayaklanmalar” (Serhildanên li Komara Tirkîyê) kitêbek amade kirîye û ew di 1972an da di bin Serokatîya Dîroka Harbê yê Genelkurmayê da hatîye çapkirin. Li gora haydarîyên kitêbê, Serhildana Dêrsimê, şeva 20/21ê adara 1937an, Pira Newala Harçik ya texte, ji alîyê Demenan û Haydaran ve hatîye şewitandin û tertibata telefonê ya Kahmutê hatîye xirakirin û bi vî awayî hewildanên eskerîyê jî despêkirîye. Dîsa li gora kitêbê di 4ê gulana 1937an da jibo Xirakirina Dêrsimê (divê mirov wek qirkirin, surgûnkirin û wêrankirinê bixwîne) biryareka hukumetê derçûye ku bi awayeke “Gelek Dizî ye”, ew biryar jibo herêma Dêrsimê hatîye şandin.

Li gora kitêbê, raporên bûyerên ku li Dêrsimê qewimîne, ji alîyê Atatirk û Mareşal (Fevzi Çakmak) ve roja 4.5.1937an hatîye nirxandin û ew gihane vê encamê: 1. Hêzên eskerîyê ku kom bûne, divê bi êrîşkirinê xeta Nazimiye, Keçizeken, Sin, Karaoğlanê, bigihîje encamek. 2. Vê carê ew gelê ku ketine nav serhildanê, divê ji cîh û warên xwe werin dûrxistin jibo dereke dî. Ev hewildan jî bi awayek ku em bavêjin ser gundan, çekan bicivînin, malên wan xirabikin û xelkê wê derê ji wir dûrbixînin jibo derên dî. Nuha ji alîyê hukumetê ve munasib hatîye dîtin ku 2000 kes werin dûrxistin. Jıbo karanîna van hewildanan dil bi peran meşewitînin, ji nav wan gelek kesan bistînin û bixebitînin jibo gehîştina amancên me. Hatîye xuyakirin ku heta hêzên ji Dîyarbekir û Malatyayê bigihîn wê derê û tevdîl temam bibin, di 12ê adarê da despêkirina êrîşan divê were pêkanîn.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir