Cenazeyê Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê hevalê me Feyyaz Ekmen îro(04.05.2021) li Kercewsê ya Nevçeya Batmanê(Êlih) hate veşartin.
Cenazeyê hevalê me Feyyaz Ekmen di seet: 09.45ê gihîşte Balafirgeha Batmanê.
Li gel qedexeyên Covîd-19ê jî girseyeke gelek mezin li Balafirgeha Batmanê pêşewazîya cenazeyê hevalê me Feyyaz Ekmen kir.
Cenazeyê hevalê me Feyyaz Ekmen, bi konvoyeke mezin ya trêmbêlan gihîşte cîh û warê bav û kalan, gihîşte Kercewsê.
Ewil cenazeyê hevalê me Feyyaz Ekmen gihîşt mala wan a li Kercewsê. Paşê girseyê cenaze ji malê girtin û bibirn mezelê navçeyê.
Piştî cenaze hate veşartin telqîn a dînî hate xwendin.
Piştî telqînê li gori wasîyeta Kek Feyyaz Ekmen, endamê Komîteya Birever a Navendî a PAKê Orhan Kaya axa û kulîlkeke ku ji Başurê Kurdistanê anîbû li ser mezelê kek Feyya Ekmen reşand û kulik lê çand.
Mezelê kek Feyyaz Ekmen bi Alaya Kurdistanê hate pêçan.
Paşê endamê Meclîsa PAKê Eyüp Alacabey mesaja Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik xwend û di derbarê xebat, û hevaltîya xwe ya 50 salî ya bi kek Feyyaz Ekmen re axaftinek kir , behsa kesayet û xisûsîyeta welatperwerane ya Kek Feyyaz Ekmen kir.
Ji ber qeexeyên Covîd-19ê Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik û rêveber û endam û alîgirên PAKê, welatperwerên Kurdistanê û aqreba, nas û dos û hezkirîyên kek Feyya Ekmen mixabin nikarîbÛn beşdarî merasîma veşartina cenazeyê wî bibin.
Lê dîsa jî girseyeke mezin ji malbat û aqrebe û nas û dostên kek Feyyaz Ekmen , hinek rêveberên PAKê û welatperên Kurd beşdarî veşartina cenazeyê bûn.
Endamê Komîteya Birever a PAKê Orhan Kaya û endamên Meclîsa PAKê Eyüp Alacabey, Bedran Acar, Aziz Özdemir, Mehmet Ali Yılmaz, Ömer Erdem, Şeyhmus Ünal, Ahmet Öztekin karîbûn beşdarî veşartina cenazeyê bibin û hemû PAKî li wê derê temsil kirin.
Nûnerê PDK-Bakur jî li ser mezel ji malbata kek Feyyaz Ekmen û ji PAKîyan sersaxî xwest.
Piştî merasîma veşartina cenaeyê hevalê me Feyyaz Ekmen, ji ber tedbîrên Covîd-19ê şÎn nehat danîn û girse belav bû.
04.05.2021
Buroya Çepemenî û raGehandinê ya PAKê.