Çekdar ji Efrîniyên ku vedigerin pereyan dixwazin

Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) yê Efrînê Ehmed Hesen ragihand ku komên çekdar ên li sînor ji koçberên Efrînî yên ku vedigerin pereyan dixwazin.

Komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 27ê Çiriya Paşîn êrişî parêzgehên Îdlib û Helebê kir.

Piştî wê êrişê gelek herêmên di bin kontrola hêzên Kurdan de yên wekî Til Rifet û Şehbayê jî ketin destê çekdaran.

Piştî ku herêmên Kurdan hatin dagirkirin koçberên Efrînî yên li wan deran ducare koçber bûn û hinek ji wan vegeriyan Efrînê.

“Vegera koçberan zêde bûye”

Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) yê Efrînê Ehmed Hesen ji Rûdawê re diyar kir ku ev deh roj in vegera koçberên ji Efrînê zêde bûye.

Ehmed Hesen da zanîn ku van 10 rojan zêdetirî 2 hezar malbatên ji Efrînê vegeriyane bajarê xwe.

Bi gotina Ehmed Hesen, çekdarên mixalefeta Sûriyeyê yên ku Tirkiye piştevaniya wan dike, zordariyê li Efrîniyên ku ji herêmên Şehba û Til Rifetê vedigerin dikin.

“Ji hinek malbatan 10 hezar dolar tên xwestin”

Ehmed Hesenê ku niha li Efrînê ye, wiha got:

“Çekdarên Koma Emşatê, li nahiyeya Şiyê ji her malbata ku vedigere 10 hezar dolaran dixwazin.

Cihê herî xirab ê ji bo wergirtina pereyan nahiyeya Şiyê ye. Li deverên din jî ji koçberan pereyan werdigirin lê kêmtir.

Li hinek cihan 100 dolar û li hinek cihan jî 200 dolar ji koçberên Efrînî tên standin.”

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *