Çavkaniyekî agahdar ‘’Peyama Çarem’’ a veşartî ya Washingtonê ji Tehranê re bi rêya navbeynkariya Iraqê re hatiye şandin aşkera kir û radigehîne, Amerîkayê daxwazek ji Îranê kiriye.
Wê çavkaniyê di hevpeyvîneke li gel Bexdad Elyum de ragehand: ‘’Washington dixwaze sûd ji derfeta navbeynkariya hin ji siyasetmedarên Iraqê wergire bo gehandina peyamên cuda cuda ji aliyên Îranê re, bi taybet derbarê rewşa giştî ya Rojhilata Navîn û xwezaya avakirina hewayekî bo rêgiriyê li aloziyên zêdetir bike, bi taybet derbarê egera bersivdana Îranê bo Tel Avîvê de.
Heman çavkaniyê ragehand: ‘’Washingtonê di heyama çend mehên borî de gelek peyam şandine, lê tişta balkêş naveroka peyama çareme, ku têde daxwaz ji Tehranê kiriye şêwirmend û hevpeymanên li Sûriyê vekêşe û binpêkirinan neke, herwaha xwe ji destwerdanan biparêze.’’
Herwaha diyar kiriye; ‘’Bûyerên Sûriyê ku rojên borî de bilez pêşketin, nîşaneya wê yekê ne ku tişta pêktê sîstematîke û di çarçoveya kêmkirina rola Îranê ya li Sûriyê de pêktên. Herwaha sînordarkirina tewanên desthilata navendî li Şamê û dibe ku pêşveçûna nexşerêyekî nû be ku di rêza yekem de rasterast baskên Eniya Muqamewe bike armanc.’’
Herwaha got: ‘’Rewşa Sûriyê eniyekî germ a din e ku ji nişkawa derkete pêş û rola rasterast a Amerîkayê di darêjandina hûrgiliyan de nayê înkar kiri, lê ew tişta li ser Şamê dimîne, êdî ew nexşerêya hatiye danîn dê çend serkeftî be yan na.’’
BN