Șeyhmus Ozzengin
Karta dewlemendîya sererd û binerd a axa Kurdistanê, kartek siyasî, aborî û dîplomatîk e. Ji bona ku miletê Kurd li başûrê Kurdistanê ji bin nîrê Bexda rizgar bibe, ev kart pir girîng e. Nabe ku ev kart ji bona berjewendîyên hizbî, meramên partîzanî bêt bikar anîn. Kurd, divê wî mejîyê partîzanî, ku di hevaka „heger ne ji bo min be, bila bibe malê mîrate“(!) terk bikin.
Di warê berjewendîyên netewî û Kurdistanî de, yan divê Kurd bi hev re kar bikin, yan dê hemû destkevtinên xwe wenda bikin û ji hev perçe perçe bibin. Di vî warî de herkes mecbûre beşdarî ajenda netewî û niştimanî bibe û xwe li gor vê ajendê dîzayn bike.
Kurd divê bi tu mercî razî nebin ku îdarekirina dahatên Kurdistanê radestî İraqê bikin. Ev ji kurdan re gavek întîharê ye û destpêka wendakirina pêşeroj, serwerî, destkevtin û îradeya sîyasî ye. Beşek ji kurdan, sebeba qeyranên Kurdistanê milîkirina dahatên Kurdistanê didin nîşan. Ev nerîn, ji ramanên netewî niştimanî dûr, xefikek malwêranîyê ye. Biryara dadgeha Federal al İraqê siyasîye û di vê daxwazê de de bidestxistina îmkanê kontrolkirina Kurdistanê bi xwe ye.
Divê em vê tawîzê nedin ku waneya çavkanîyên Kurdistanê radestî Bexda bibe. Ji ber ku, neft û gaza Kurdistanê, çavkanîyen milî yên Kurdistanê ne û wê bi destê kurdan dakeve bazara navdewletî. Ev gavek serete ji doza milî a Kurd û Kurdistanê ye.
Ji 2014an de Bexda, dest danîye ser risqê miletê Kurd û bi birçîbûnê tehdît dike. Ku kurdan li henber vê zilma Bexda, gava milîkirina çavkanîyên aborîyê neavêtana, niha başûrê Kurdistanê piş tişt wenda kiribû.
Dibe ku Iraq çend mehan pereyên petrolê ji Herêma Kurdistanê re bişîne, lê ma kes dikare şandina wan pereyan du salan garantî bike? Tu carî li İraqê Kurd, wek welatiyên pile yek ên welatîyên Iraqê nehatine dîtin û wê ev tucarî jî nebe. Kurdan, piştî zilm û zordarîya Sadam, hukûmeta Malikî, Ebadî û Kazimî jî ceribandin. Derket holê ku ew bizrên nîjadperestî yên li Bexda ku hene, wê her şên, li henber kurdan bi astek dijminane rolê xwe bilîze.
İraq, her çiqa di qada navdewletî de „wek dewlet“ têt naskirin jî, di eslê xwe de İraqê bingeha dewletek yasayî wenda kirîye. Her serokwezîrê ku ji terefê parlemento ve hatîye hilbijartin, ji terefê hêzên çekdar ve desthilata wî hatîye sînor kirin. Serokwezîrê welatekî, nikare di bin bandora gefên hêzên çekdar de desthilatê bimeşîne. Îraq bi xwe di vê rewşê de ye.
Hêlek din a Neft û gaza Kurdistanê heye. Ew jî ew şîrketên gaz û neftê ku bi Kurdistanê re dixebitin. Ku başûrê Kurdistanê, bikaranîn û firotina gaz û nefta Kurdistanê radestî İraqê bike, ev şîrket jî hemû berjewendîyên wan bi İraqê re çêdibin û paşîyê nabe ku hukûmeta Kurdistenê wan bipaşde vegerîne. Di vî warî de jî kedek û xebatek bi salan têt wenda kirin.
Îro hinek hêz hene ku di vî warî de ji ber helwesta netewî a PDK, PDK berpirsîyarê qeyranan dibînin. Lê ev jî ne raste. Ku Kurd di vî warî de serê hefsarê dosyaya enerjîya Kurdistanê radestî İraqê bikin, ne YNK, ne Goran, ne jî Nivşê Nû carek din nikare van destkevtinan bipaşde vegerînin.
Xîyaneta 17.10.2017 a Kerkûk li ber me ye! Niha nalîn û qêrîna Kerkûk di destê İraqê de, bûye kanîya hêsrên çavan û kesek naxwaze ku bibîne jî.
Gotina kurt û gulover ewe; ku Kurdistanê desthilatdarîya xwe a liser serwerîya gaz, neft û dahatên xwe wenda kir, radestî İraqê kir, Kurdistan, giranîya xwe wenda dike. Rolê xwe di herêmê de û bingeha dîplomasîya xwe wenda dike. Divê Kurd vê rastîyê bibînin û rê nedin van lîstikên ku li ser kurdan tên lîstin.
Çareserîya qeyranên li başûrê Kurdistanê li Kurdistanê ye, ne li Bexda ye. Kurdistan ne di derdê Bexdayê de ye û Bexda naxwaze ku kevirekî kurdan li ser kevir bimîne. Ev helwesta Bexda di van 12 salên dawî de pir zelal derketîye ber me û divê em jê dersan bigirin, ne ku piştguh bikin.
Hukûmeta Herêma Kurdistanê mecbûre çavkaniyên dahatên Kurdistanê di destê xwe de bihêle. Li ser vê qûmar nayêt lîstin. Ev gavek ji garantîya destkevtinên Kurdistanê bi xwe ye. Heger Kurd li ser çavkanîyên Kurdistanê desthilatdarîya xwe wenda bikin, Ew serwerîya xwe wenda dikin. Taybetmendiyeke giring a Destûra Iraqê ew e ku; mafê kontrola berhemanîna petrolê dide Kurdistanê. Kurd vî mafê destûrî bikar tînin û divê bipaş de gavê navêjin.
22.05.2022