Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius got, “Em dê piştgiriya ku didin Pêşmergeyan bidomînin, Pêşmerge ji bo vê herêmê gelekî girîng in.”
Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius îro hat Hewlêrê û bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya.
Boris Pistorius piştî civînê daxuyaniyek da medyayê û pirsên rojnamegeran bersivandin.
“Pêşmerge ji bo vê herêmê gelekî girîng in”
Boris Pistorius li ser pirsa Nûçegihana Ala Şaliyê ya di heqê Pêşmergeyan de got:
“Çawa ku me dema şerê DAIŞê piştgirî da wan, em dê niha jî alîkariyên xwe bidomînin.
Em dê piştgiriya ku didin Pêşmergeyan bidomînin, Pêşmerge ji bo vê herêmê gelekî girîng in.”
Pistorius da zanîn ku ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê hebûna hêzên wan a li vê herêmê girîng e.
Rûdaw