Li Schauspielhausa Bochumê ya Almanyayê dê roja 14ê Sibatê ya 2025an şeva helbesta Kurdî-Almanî dê were lidarxistin.
Di şevê de Abdullah Încekan û Veronika Nickl dê helbestên helbestên Kurd Rojen Barnas, Abdullah Peşêw, Şikoyê Hesen, Berken Bereh, Arjen Arî û Mueyed Tayib bi Kurdî û Almanî pêşkêşî hezkiriyên edebiyatê bikin.
Her wiha dê helbestên klasîkên edebiyata Almanî J. W. v. Goethe, Heinrich Heine, Erich Fried, Ingeborg Bachmann, Mascha Kaleko, Rainer Maria Rilke û Friedrich Nietzsche jî bên xwendin.
Kemanjena naskirî ya Kurd Nûrê Dilovanî û pîyanîst Zelal jî dê bi mûzîka Kurdî beşdarî şevê bibin.
Amadekarê bernameyê Abdullah Încekan cara şeşemîn e li bajarên cuda yên Almanyayê şeva helbesta Kurdî-Almanî li dar dixe.
Încekan helbestên klasîkên Almanî wergerandine Kurdî û di bin navê “Deriyê Dil” de li Weşanxaneya Nûbiharê û li Almanyayê jî li Weşanxaneya Reichert-Verlagê çap kiribû.
Hat zanîn ku Încekan dê helbestên hin helbestvanên Kurd jî wergerandine Almanî û di şevê de dê helbestên her du edebiyatan bi hev re pêş kêş bike.
Şev dê 14ê Sibata 2025an, saet 18:00an li Schauspielhaus Bochumê (Königsallee 15 | 44789 Bochum) were lidarxistin.