Biryarên ku di Kongraya 12emîn a PKKyê da hatine standin hatin weşandin.
Partiya Karkerên Kurdistanê PKKyê (PKK) banga 27ê Sibatê ya rêberê xwe Abdullah Ocalan pejirand û 12emîn kongreya xwe di navbera 5 û 7ê Gulanê de pêk anî.
PKKyê biryara xwefesixkirinê da bû.
Li gorî Ajansa Mezopotamyayê biryarên Dîwana Kongreya 12emîn a PKKyê wiha ne:
“PKK di çaryeka dawî ya sedsala 20’an de li hemberî mêtingeriyê weke encama polîtîkayên înkar û îmhayê destpê kir ku ev polîtîka li gelê Kurd dihate ferzkirin.
Berxwedana 52 salan, bi deh hezaran şehîdên xwe, piştgiriya mezin a gel, têkoşîna li cîhanê belav bû meşa azadî û hebûnê ya gelê Kurd afirand.
Rê li ber azadiya jinê vekir, li hemberî sîstema serwer a mêr zemînê şoreşa jinê afirand.
Pêşî li sosyalîzma nû vekir
PKK ji avaniyeke rêxistinî wêdetir nirxên azadiyê yên esîl derxist holê û mîrateyeke mezin ava kir ku xwe dispêre berxwedanê.
Kir ku li hemû parçeyên Kurdistanê gelê me bibe xwedî hebûn û hişmendiyê, ronakbîriya Kurd bi pêş ve bir, li qada polîtîk kir xwedî hêza têkoşînê, ruh û hêza çalakiyê da.
Rastiya ku bi modernîteya kapîtalîst ji kûrahî ve asîmîle bûbû û ji xwe direviya ji holê rakir, gelê Kurd ji nû ve rakir ser xwe.
Gel û jinên Kurd ku bi PKKyê re nasname û rûmeta xwe bi dest xist, bi rengekî bêeman têkoşîna azadiyê meşand.
Bi vî şerî û têkoşînê re hebûna rastiya Kurd û Kurdistanê hem hate ispatkirin hem jî gihîşt wê astê ku têk neçe.
Li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê pêşî li jiyana azad, demokratîk û sosyalîzmeke nû ya azadîparêziya jinê vekir.
Li ser bingeha azadiyê peşengiya civakî
PKK bi bername, rêxistinî, stratejî û taktîkên xwe bi bandora pêlên reel sosyalîzm û rizgarîxwaziya neteweyî ava bû.
Têkoşîna xwe ya ku bi armanca Kurdistana Serbixwe-Yekbûyî-Demokratîk da destpêkirin, heta ku armanca xwe veguherîne sîstema konfederal a demokratîk û neteweya demokratîk ji gelek qonaxan derbas bû.
Di xeta Apoyî de hewl da ku timî xwe nû bike. Bi Paradîgmaya Demokratîk-Ekolojîk-Azadîparêziya Jinê re avaniya xwe ya rêxistinî û bernameya xwe guhert, li ser bingeha mejiyê azadiyê pêşengî ji avakirina civakî re kir.
Lê belê bandora netewe dewlet û reel sosyalîzmê bi temamî nekarî ji ser xwe biavêje, têkoşîna çekdarî ya ji bo parastina hebûna Kurdan û misogerkirina azadiya wan, nekarî bigihîne encameke misoger.
Çorveya ku Abdullah Ocalan pêşkeş kir hat qebûlkirin
Li ser vê bingehê ev çarçoveya ku Rêber Apo pêşkêşî Kongreya me ya 12’emîn kir, hate qebûlkirin:
a – PKK ji ber ku ji aliyê cewherî ve temenê xwe tijî kiriye, divê bi fermî fesix bibe. Mebest ji vê yekê belavbûna reel sosyalîzmê ji ber sedema navxweyî, pêwîstiya bi vekirina rêyeke nû ya sosyalîzmê, rewÅŸa naskirin û pêkhatina nasnameya Kurd e.
b – Têkoşîna çekdarî xwe dispêre stratejiyeke bi armanca netewe-dewletê. Ji bo daketina ji vê armancê û derbasbûna li nava bernameya civaka demokratîk divê xwe bispêre hiqûq û siyaseta demokratîk. Lewma pêwîstî pê heye ku dest ji têkoşîna çekdarî bê berdan. Berdêl û bersiva vê jî naskirina mafê siyaseta demokratîk û misogeriya hiqûqî ya yekbûyî ya qewîn e.
c – Ji ber ku hevdîtin û diyaloga bi dewletê re di bin fermiyeta PKKyê de nayê qebûlkirin, pêwîstî bi fesixkirinê heye ku weke hêmaneke girîng bûye rojev. Ev yek weke encameke raya giÅŸtî dikare bê dîtin.
d – Ji bo serdemeke nû, derbasbûna li nava qonaxa ‘AÅŸtî û Civaka Demokratîk’ pêwîstî ye.”
Mafê siyaseta demokratîk û garantiya hiqûqî
Bi qebûlkirina vê çarçoveyê re kongreya me ev biryar wergirtiye:
1- Karên rêxistinî yên bi navê PKKyê têne meşandin hemûyan radiwestîne, dawî li hebûn û avaniay rêxistinî ya PKKyê tîne.
2 – Dawî li rêbaza têkoşîna çekdarî tîne,
3 – Ji bo biryarên herdu xalên destpêkê bi cih bêne anîn, divê Rêber Apo pêvajoyê bimeşîne, bi rê ve bibe û ji bo vê jî pêwîstî bi mafê siyaseta demokratîk bê naskirin û garantieyke hiqûqî ya yekbûyî ya qewîn bê pêşkêşkirin. (Rûdaw)