Birîtaniyayê jî daye zanîn ku dê spaha pasdaran bi terorîst nas bike

Pêka raporekê ku rojanemya “Times” belav kiriye, dewleta Birîtaniyayê piştî biryara Yekîtiya Ewropayê li terorîstnaskirina spaha pasdaran, mijûlê amadekirina yasayek nû û qedersaz e ku derfet û îmkana  bi terorîstnaskirin û qedexekirina spaha pasdaran dabîn bike.

Pêka vê raporê, Wezareta Navxwe ya Birîtaniyayê tekezî kiriye ku reşnivîsa yasayî bo bi terorîstnaskirina navendên hikûmî yên dijber ên wek spaha pasdaran tê amadekirin û tevê ku ev reşnivîsa bi sedema rola spaha pasdaran li tepeserkirina bi xwîn a nerazitiyên vê dawiyê li Îranê, bi awayek lezgîn û serwetir ji pêvajoya asayî ya parlemanê nayê dariştin.

vê rojnameyê gotiye ku spaha pasdaran wek “Garda Pirîtoriyen” anku “Praetorian Guard” a împratorên Rûmiyan, wefadariya rasterasta xwe bi rêberê rêjîmê dide xuya û cuda ji artêşa fermî, karê xwe dike û li salên dawiyê de bandor û hêza aboriyek berfireh bi dest xwe ve aniye û beşeke zêde ji aboriya Îranê qurîx kiriye. (KM)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *