Bîranîna Xalit Begê Cibrî û hevalên wî

Ew argûra ku di sala 1920’an de li Erziromê hatibû pêxistin, riya me ronî dike!

Azadî, an jî Komîteya Îstiqlala Kurdistanê pêşîn/yekem rêxistina siyasiye ku li Kurdistanê (Erzirom) di sala 1920’an de bi nave Kurdistanê hatiye damezirandin.

Azadî, di dîroka têkoşîna siyasî ya kurdan de li Kurdistanê pêşîn rêxistine ku derbasî têkoşîna rêxistiniyê bûye û her wiha bi rêxistinî tevgeriyaye.

Azadî, di dîroka kurdan de pêşîn rêxistine ku nûner û tebeqeyên civakî û siyasî yên civakê di rêbaz û bernameyekî netewî de hêmbêz kiriye.

Azadî, pêşîn rêxistina siyasî ya kurdan e ku dewletbûyîna kurdan program kiriye.

Azadî, xwedî nave wê rêxistinêye ku nerazîbûn li hemberî Peymana Lozanê û parçekirina Kurdistanê nîşan daye û ji 1925’an heta 1930’î sedan têkoşer û qehremanên ku pêşengtiya rihê berxwedanê kirinê xistiye nav têkoşîna azadî û rizgariya Kurdistanê.

Em Serokê Rexistina Azadiyê Xalid Begê Cibrî her wiha ji qadirên serokatiyê Yusuf Ziya Beg, Mele Abdurahman, Doktor Fuat, Texmen Alî Riza, Faîk Beg, Şêx Eyûp di salvegera daliqandina wan a 90’min de (14-16 Avrêl’a 1925) bi rêzdarî bibîrtînin.

Komîteya Bîranîna Xalid Begê Cibrî û Hevalên Wî yên Dozê

Têbinî: Di çarçoveya çalakiyên bîranînê de di dîroka 03.05.2015’an de li Diyarbekirê dê panêlek bê lidarxistin. Bername û beşdarên panelê dê di demeke nêz de ji raya giştî re bê parvekirin.

http://www.rizgari.com/modules.php?name=News&file=article&sid=51044

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *