Bîranîna 40 saliya tekoşerê doza Kurdistanê Necmettîn Buyukkaya (1943-1984)

2024/01/20 Stockholm/Swêd
Bîranîna 40 saliya tekoşerê doza Kurdistanê Necmettîn Buyukkaya (1943-1984)

Bîranîna 40 saliya tekoşerê doza Kurdistanê Necmettîn Buyukkaya (1943-1984) li paytextê Stockholmê pêk hat

Bîranîn ji komîteyek hevbeş ku ji, heval, malbat, dost û hezkiriyên Necmettîn Buyukkaya pêkhatî hatibû organizekirin

Programa bibîranînê bi rêk û pêk, têr û tije bû. Gelek nas, dost, heval û hezkiriyên Necmetin Buyukkaya beşdar bûn

Pêşkêşvana programê xwarziya Necmettin (Neco) Buyukkaya Yar Shakely bû. Bername bi axaftina birêz Omar Sheikhmous dest pê kir. Omar Sheikhmos li ser hevaltiya xwe û Neco, li ser şexsîyet, canfîdayî û tekoşîna wî qala hin bîranîn û serpêhatiyên xwe kir.

Li ser jiyan û xebata Necmettin (Neco) Buyukkaya fîlmekî dokumenter hat nîşandan.
Li ser rewşa wê demê û helwesta Necmettîn Buyukkaya û piştî şehîdkirina wî panelek hat pêşkêşkirin. Birêz Keya Îzol wek moderator panel îdare kir. Panel ji Kadir Buyukkaya, Omar Sheikhmos û Osman Aytar pêk hat. Panelê beşdarvanan birin bûyer, rewş û helwestên wê demê.

Berdevkê YNKê Sadî Pîrê bi riya vîdeoyê qala alîkarî û fedekariyê Neco bi YNKê re kiriye kir û got em wan fedekarî û xebatên wî tu carî ji bîr nakin, Neco ji bo me heval û qehremakî nemir e.

Lawê helbestvan Şêrko Bêkes, Halow Bekes li ser Necmettin (Neco) Buyukkaya helbest xwend. Birêz Îhsan Espar jî çend helbestên bi zaravaya kurdî zazakî xwend.

Di dawiya programê de Hunermend Mehmet Akbaş û muzisyenê wî Erdem Altinses resîtalek dewlemend bi stran bi zaravayên Kirdkî (Zazakî) pêşkêşkirin.
Di dawiyê de , li ser navê malbatê û komiteya amadekar Dr: Nemrûd Buyukkaya axaftina dawî kir û spasiya amadekar û beşdaran kir.
Stockholm 2024-01-20

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *