”Bijî Kurdistan” tenê bi gotinê tiştekî çareser nake!

Heftiya bihûrî de hilbijartinên serokomariyê li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê birêveçû û di encamê de Mesûd Pizişkiyan weke serokkomarê wî welatî hate hilbijartin. Rêjeya beşdariya xelkê di hilbijartinê de kêmî pêncî ji sedê bû û li Kurdistanê ji vê jî kêmtir bû. Lawaziya beşdarî di hilbijartinê peywendiya rastexo di gel bêzarbûna xelkê ji desthilata komara îslamî ye ku di nav 45 salên bihurî de bi zilm û zorê xwe li ser neteweyên dewerê ferz kiriye. Weke din jî mirov nikare weke hilbijartinekî azad çav li vê proseyê bike, ji ber ku li Îranê partiyên siyasî azad nînin û tenê kesên ku di berjewendiya desthilatê de ne weke berbijar tên qebûl kirin.

Di bin desthilata komara îslamî ya Îranê de gelê me herî zêde tûşî karesat û malwêraniyê bûye. Mafên bingehîn yê gelê me bi hovîtî û zordarî hatine binpêkirin, bi hezaran kes ji aliyên vê rejîmê hatine şehîd kirin û bi sedan hezar kes li hemwelatiyên me neçar mane penaberî dinyayê bibin û bi hesreta azadiya welatê xwe li diyaspora bijîn. Her bo vê mebestê partiyên siyasî, hêza pêşmerge û çalakvanên medenî yên kurd di şert û mercên herî dijwar de bo parastina nasname û azadiya welatê me dixebitin.

Di vê nivîsê de em bi hûrgilî basê dîroka reş ya komara îslamî ya Îranê nakin, lê dixwazin zêdetir li ser serokkomarê nû û gotinên wî di kampanya hilbijartinê de rawestin. Vê hilbijartinê hin hêvî û çavervanî di nav beşek ji civaka me vekiriye û ji ber vê jî me hewce dît vê kurtenivîsê belaw bikin. Hêvî, analîz û xweşbaweriya wan kesan vedigere ser slogana ”Bijî Kurdistan” û axaftinên bi kurdî ku ji aliyê Mesûd Pizişkiyan di kampanya hilbijartinê de hatin kirin. Wî di dema bangeşeya hilbijartinê de diyar kir ku li Mahabadê hatiye dinê û bextewere ku bi salan di nav kurdan de jiyaye. Bêguman axafina wî ya bi kurdî û pesnên ku wî bo kurdan dan rûdawekî bêwêne bû û mirov dikare weke helwestekî dîrokî û erênî jî lê binêre, lê pirsyara bingehîn ewe gelo ew vekirina siyasî derfetekî nû ye û dê gorankariyan bi xwe re bîne an tenê bo xeletandina gelê me û raya giştî ye?

Bo bersiva vê pirsê hewce ye em li rewşa gelê xwe li rojhilatê Kurdistanê û Îranê binêrin. Gelo bo guherînên bingehîn dibe çi bête kirin. Bêguman em hêvî dikin ku “Bijî Kurdistan!” û axaftinên bi kurdî tenê di qalibê bangeşeya hilbijartinê de nemînin. Rewşa siyasî, civakî û aborî ya gelê me tenê bi gotinan û qewlên vala çareser nabe. Li xwarê me deh xalên esasî li ser başkirina rewşa gelê me aniye ziman. De eger serokkomarê nû yê Îranê bi dil vejîna Kurdistanê dixwaz e û xwe minetdadê gelê me dibîne, bila pêngavên erênî bo başkirina rewşa Kurdistanê û dewerên din yên bin deshilata xwe hilgire.

Gotina “Bijî Kurdistan” dê demekê de bibe rastî ku

  1. zimanê kurdî jî weke zimanekî fermî were qebûl kirin û perwede bi zimanê me li hemû astên xwendinê de cih bigire.
  2. rê bo geşeya çandî û ferhengî were xweşkirin û êdî çalakvan û rewşenbîrên kurd bikarin li hemû dewerên rojhilatê Kurdistan û Îranê bi azadî xizmeta gel û ferhenga kevandar a me bikin.
  3. lêborîna giştî ji aliyê desthilatê bête ragehandin, zîndaniyên siyasî bê qeyd û merc bêne azad kirin, cezaya li sêdaredanê were hilgirtin û hemû kesên ku heya niha ketine ber gef û êrişên narewa yên komara îslamî bikarin vegerin ser mal û jiyana xwe.
  4. partiyên siyasî bêne azad kirin û rê were vekirin ku hemû aliyên siyasî bi azadî di proseya hilbijartin û dabeşkirina desthilatê de beşdarî bikin. Bila êdî egerên etnîkî, olî û zayendî nebin hokarê redkirina selahiyeta tu kesî û nûner û pisporên rasteqîne yên gelê me li hemû astên desthilatê de cih bigirin û êdî desthilata bajar û parêzgeh û hemû welatî bila di hilbijartinên azad de bê diyarkirin.
  5. medya û weşanxane werin azad kirin û tu kes ji ber hizr û bîr û nivîsên xwe tûşî zext û lêpirsînan û zîndan û li sêdaredanê nehête kirin.
  6. dîn û ol werin azad kirin û êdî tu kes li ser binemayên bawerî û nebewariyê nehêne sizadan. Di rewşeke wiha de hewceye mafê hemû cûrên kêmayetiyan bi gorî carnameya mafê mirovan bêne parastin.
  7. mafên jinên kurd û hemû jinan li Îranê di yasaya bingehîn de bête parastin û êdî tu kes ji ber zayenda xwe ji mafê jiyanê bêpar nemîne. Hicab û poşîna bi zor ya cilûbergan û hemû zagonên ku dijî  wekheviya zayendî ne pêwîst e ji holê bêne rakirin.
  8. derfetên aborî bo hemû dewerên welat wek yek bêne pêşkêş kirin. Weke tê zanîn heya niha Kurdistan di bin desthilata komara îslamî de li hemû derfetên veberhênan û geşeya sen’etî bêpar hatiye hiştin. Komara îslamî, Kurdistan her tim weke gefekî ewlehî dîtiye û li ber vê rêgirî li çêkirina fabrîqeyan, derfetên veberhînanê, pêşkevtina sen’etî û heta derfetên karî kiriye. Rêjeya xizanî û bêkariyê di astekî malwêranker da ye. Her ew siyaseta şaş e ku bi hezaran ciwanên kurd neçar kiriye bo debara jiyana xwe kolberiyê hilbijêrin û berdewam jiyana xwe bixin metirsiyê. Li dewerên sinûrî her sal bi sedan kurd dikevin ber êrişa çekdarên girêdayî rejîmê, birîndar dibin an têne şehîd kirin.
  9. komara îslamî ya Îranê li hemberî kurdên dewerên din yê Kurdistanê siyaseteke dostane bimeşîne û êdî her rojekê dilê wan xwast Kurdistanê û hêzên siyasî yên kurd nekin hedefa mûşekbaran û hêrişên eskerî.
  10. destûra bingehîn ya Îranê û sîstema birêveberiya welatî bi gorî peymanên navneteweyî yên mafê mirovan werin serrastkirin.

Xwast û pirsgirêkên ku li serê hatine nivîsîn tenê beşek ji êş û azar a gelê kurd û gelên din yên bin desthilata komara îslamî ya Îranê tîne ber çav. Weke tê zanîn desthilata serokkomarî li Îranê sinûrdar e û beşek ji guherînên ku tên xwestin di gel bingeha îdeolojî û siyasiya komara îslamî nagunc e. Hêviya me jî nîne ku serokkomarê nû bikare wan hemû xwastan bi cih bîne, lê ger gotina wî ya “Bijî Kurdistan!” rast be, bila hin pêngavên esasî bo çareser kirina wan pirsgirêkan û pirsa kurd li wî welatî hilgir e. Bi cihê teror û êrişên narewa li hemberî gelê kurd bila rêya danûstandinê û çareseriya pirsa kurd û diyalog di gel partiyên kurdî bibe armanca serokkomarê kur baweriya bi gotina “Bijî Kurdistan” heye. Vê demê kurd jî dê bikarin bi vê gotina wî bawerî bikin û destxweşiyê ji wî bikin.

Konfederasyona Kurdên Diaspora – Diakurd
8/7/2024

 

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *