Bi pirsên kurdên Rojhelata Kurdistanê û bi bersîvên min PKK ( I )

ÎBRAHÎM GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com

Çavdêra mafên mirov a Rojhelata Kurdistanê beriya  vê demekê di derbarê PKKê de bi min re hevpeyvînek çêkir. Ev hevpeyvîna min li Îranê û li Rojhelata Kurdistanê bi tîpê latînî û erebî hat weşandin.

Ez nûha hevpeyvîna xwe pêşkêşî raya giştî ya Bakûrê Kurdistanê dikim.

1-Bo xwendevanên me, ji kerema xwe hinekî ser çawan çêbûna PKKê û bo çi û di çi rewşeke fikrî û îdeolojî de çêbû bibêjin.

 BERSÎV: Piştî Darbeya Leşkerî ya 12ê Adara 1971an, di sala 1974an de ji bona girtiyên kurdperwer yên Kurd jî Ef a giştî derket. Ez jî yek ji wan kesan bûm ku min di encama darizandinê de sizayê bilindtir girtibû. Dewleta Kemalîst ya Tirk a Kolonyalîst di wê qenaetê de bû ku dê bi Darbeya Leşkerî, Tevgera Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê ji holê rake. Lê piştî salên 1974an tespît û stratejîya Dewletê ne rast derket. Tevgera Neteweyî ya Kurd xûrttir bû. Berê bes Partîya Demokrat ya Kurdistan Tirkiyeyê (PDKT) hebû, piştî salên 1974an gelek partî û rêxistin ava bûn. PDKT di şertên Darbeyê de gelek qels ketibû, piştî wan salan xwe jinûve rêxistin kir. Rêxistinên nû ji aliyê gelek siyasetmedar û qedroyên çalak yên Kurdistanê ve ku piştî salên 1959an ji bona ku Tevgera Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê ava bibe û xûrt bibe, ava bûn. Gel bi wan rêxistinan gelek bawerî dikir. Ew partîyan (Tevgera Rizgarî-Ala Rizgarî, PSKT, DDKD, Kawa, KUK, Têkoşîn) di nav gel de û li herêmê Kurdistanê bûn xwediyê civateke girseyî.

Li Bakurê Kurdistanê fikir û ramanê nasyonalîst yên çep û rast xûrt bûn. Di nav gel şiyarbûneke gelek xûrt çê bû.

Dewleta Kemalîst ya Tirk dît ku bi girtin, bi darizandin, hepiskirin, êşkence, kûştin, sizakirin, nikare pêşiya Tevgera Bakurê Kurdistanê bigre. Lewra li Bakurê Kurdistanê ji aliyê siyasî de “Bihareke Nû” dest pê kiribû. Wê demê dewletê stratejîyeke gelek xeter pejirand, li ser navê kurdan PKKê ava kir. Xwest ku bi destê xwe ji derve de û bi destê PKKê jî, ji hûndir de Tevgera Neteweyî ya Bakûrê Kurdistanê têkbibe û pûç bike.

Rastî jî di nav pêvajoyekê de bi taybetî jî piştî ku Leşkeran bi PKKê ve Darbeya Leşkerî ya 12ê îlona 1880 li darxistin, Tevgera Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê pêşî tevizandin, pişt re şikandin, di dawî de jî tune kirin.

2-Gelo hemû damezirînerên PKKê kurd bûn? Bawerîya wan a îdeolojîk çi bû?

BERSÎV: Wek min di bersîva yekemîn ya we de diyar kir, PKKê di şertên nexwezayî de û ji bona ku Tevgera Neteweyî ya Bakûrê Kurdistanê têk bibe û ji holê rake ava bû. Loma kurdên kurdperwer û bi dehsalan e ku ji bona serxwebûn û azadiya Kurdistanê xebat dikin, di nav vê projeya dewletê PKKê de cî nagre. Bersîva vê pirsê gelek aşkere ye ku ew ji damezrênêrê PKKê bi piranî kurd nînin.

Loma jî, li ser navê kurdan Ocalan û li derûdora wî du-sê kesê kurd yên necivakî û bi tevgera milî ya kurd re eleqeya wan tune bû, peyda kirin, ji Tirkan jî cemaatek çêkirin. Wê cemaetê PKKê ava kir.

Baweriya wan kurdperwerî û nasyonalîzma kurd nebû. Ew xwediyê îdeolojiya çeprev ya Stalînîst û Kemalîzma Tirkan bûn. Loma jî hemû kurd û rêxistin û partîyên Kurdistanê û hêzên civcakî yên bingeha Tevgera Neteweyî  ya Kurdistanê (mîr, axa, şêx, serokeşîr, mele, rewşembîrên nasyonalîst yên mihafazakar) dijmin îlan kir. Ji bona ku wan ji holê rake, bi piştgirîya dewletaTirk dest bi şerê giran û çekdar kirin.   

3-PKK dijî serxwebûna Herêma Kurdistanê ye û ev dijî slogana wê bixwe bo kurdan e? Ev dijayetî ji ku tê?

BERSÎV: PKKê di destpêkê de, ji bona ku Kurdan li derûdora xwe bicivîne serxwebûna Kurdistanê, yekîtiya Kurdistanê parast. Piştî ku kurd li derûdora wan civîyan û bi hezaran Kurd dan kûştin; bi xwe hevalên xwe û kurdperwer kûştin, dev ji serxwebûna Kurdistanê berda. Öcalan li dadgehê gelek aşkere diyar kir ku heger PKKê nebibûya nasyonalîtên kurd û Celal Talabanî û Mesûd Bazranî bi piştgirîya Emerîkayê û Yekîtîya Ewrûpayê Dewleta Kurdistanê ya wek dewleta îsraîlê ava dikirin.

Heta got ku ji bona kurdistanê federalî û otonomî (hukmê zatî) jî nepewîst e. Divê girêdana neteweya kurd bi Dewleta Tirk ve dom bike. Di statuya kurdan de guhertinek çênebe.

Ew dijîyatîya PKKê li hemberî dewleta Kurdistanê, ji projebûna PKKê ya dewletê, rêxistineke operasyonal  a li dijî kurdan û Tevgera Neteweyî Kurdistanê tê.

4-Ser PKKê û têkilîyên wê bi MITê re hertim hin guman hebûne ku dibêjin MITê PKK çêkirîye û piştre MITê karîye bikeve nava PKKê. Hûn ser vê çi dibêjin?

BERSÎV: Min di bersîva pirsa  yekemîn de diyar kir ku PKK çewa ji aliyê Dewleta Kemalîst ya Kolonyalîst a Tirk de hatiye avakirin. Armanca vê projeyê diyar kir. Ji aliyê din ve Ocalan bi xwe dibêje ku mirovên li cem min mirovên MÎTê bûn. Lê ew bi xwe jî gelek aşkere diyar dike û dinivîsîne û di dema darizandina xwe de jî li dadgehê dîyar kiriye ku MÎT”ê ji wî re û ji wan re alîkarî kiriye. Berîya ku bê girtin û hepis bibe, digot ku “min MÎT xapandîye.” Piştî ku hat girtin got ku “MÎT ji me agahdar bû. Ji me re alîkarî kir.”

Mijara girîngtir jî ew e ku Ocalan, di dema darizandina xwe de, di dadgehê de, dibêje ku “Min ji her kesî û dezgeha Tirk zêdetir ji dewletê re xizmet kiriye. Heger ez û PKKê nebûna, nasyonalîstên Kurd, bi piştgiriya Yekîtiya Ewrûpayê û Emerîkayê, dewleta Kurdistanê ava dikirin.”

Dîsa Ocalan gelek aşkere ji dewletê re dibêje ku “Mesûd Barzanî û Celal Talabanî, bi alîkariya Emerîkayê, dixwazin Dewleta duyemîn ya îsraîlê li Rojhilata Navîn  ava bikin. Ji min û PKKê re alîkar bin, em pêşîya vê bigrin. Lewra Dewleta Kurdistanê, wek dewleta Îsraîlê, li Rojhelata Navîn û ji bona we dibe dewleteke gelek xeter. Dema Ew li Başûrê Kurdistanê dewlet ava bikin, Tirkiye û Sûriye, Îran jî parçe dibe. Kurdistana yekgirtî û mezin çê dibe.”

Ocalan,, dema li Kenyayê hat girtin û anîn Tirkiyeyê, di destpêkê de dîyar kir ku “xalê min Tirk in. Ez hatime xizmeta dewleta xwe (Yanî Dewleta Tirk) bikim. Ji bona vê, divê dewleta min derfetê ji min re çê bike.”

Rastî jî Ocalan ji serî de ji dewletê re xizmet dikir, piştî ket hepisê jî ji dewletê re xizmet kir. Ji Kurdan re, ji serokên Kurdan re, ji Partî û rêxistinên Kurdistanê re, Herêma Federe ya Kurdistanê re dijminitî kir. Ji Dewleta Tirk re dostanî û alîkarî kir.

Gelek aşker got ku “dewleta serbixwe mafê kurdan nîne. Heta federalî û hikmû zatî jî mafê kurdan nîne.”

Dema ku Ocalan ji Kenyayê anîn Tirkiyeyê, li wî qet êşkence nehat kirin. Her tiştek bi dilê xwe pêşkêş kir. Agahdarîyên di destê me de, dîyar dikin ku Ocalan di lêpirsîna xwe de gelek tişt pêşkêş kiriye. PKK, çewa ava bûye, bi destê kê û bi plana kê avabûye dîyar kiriye. Di derbarê hevalên xwe û berpirsiyarên Tevgera Neteweyî ya Çar Beşên  Kurdistanê gelek tişt gotîye.

Min di gelek bernameyên telewîzyonên Tirkan de got ku “divê hûn tiştên û nêrînên Ocalan ku di lêpirsîna xwe de anîye ser zimên, divê hûn ji raya giştî re dîyar bikin.” Ji bona berjewendîya dewleta Tirk, ew daxwaza me pêk nehat. Heger ew nêrînan deşîfre bibûyan, ji bona Dewleta Tirk dibû siqandal.

Beşekî biçûk deşıfre bû, di wir de jî li hemberî Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê çi xirabî kiriye, rola wî di Tevgera Kurdistanê çi bûye gelek aşkere dibêje. Ew jî ji dewletê re xizmet e.

5-Tirkiye û MIT ji birêvebirina PKKê çi menfietê dibîne? Menfieta vê sazîyê bo tirk û pantirkan çi bûye?

BERSÎV: Armanca Dewleta Tirk di avakirina PKKê de çi ye, min di pirsên din de bersivand. Dewleta Tirk ku MÎT dezgeha wan ya sixurî ye, ji bona ku pêşîy Tevgera Neteweyî ya Bakûrê Kurdistanê bigre,  partî û rêxistinên Kurdistanê di nav pêvajoyekê de tasfiye bike, Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê ji armanca dewleta Kurdistanê dûr bixe, di nav neteweya kurd de, nekokiya kur bike, PKKê ava kirin. PKKê, loma jî di destpêkê de, li dijî partî û rêxistinên Kurdistanê şerekî xirab dest pê kir. Li hemberî eşîretên Kurdperwer şer kir. Ew şera, bi piştgirîya eşîretên hevalbendên dewletê ve meşand. Bi hezaran kesên sivîl û pêşengên civatê û serok eşîr û mele û axa û mîr kûştin.

Piştî Bakûrê Kurdistanê jî, li hemû beşên din yên Kurdistanê (Li Rojhelata Kurdistanê, li Başurê Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê), ew mîsyona xwe ya xirab û li dijî neteweya kurd û Kurdistanê meşand. Bi hezaran kurdperwer kûşt û da kûştin. Bes li Başûrê Kurdistanê 3500 pêşmerge şehîd kir.

Li Rojhelata Kurdistanê bi sedan ciwanên Kurd da kûştin û da îdam kirin.

Li Rojavayê Kurdistanê bi dehhezaran ciwanên Kurd da kûştin û kûşt.

Gelo ji vê mezintir berjewendiya dewletên dagîrker dibe?  

Diyarbekîr, 15 Ocak 2021

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *