Bi dîtina min salnameya Êzdiyatiyê li ber ezmannasîna sitêrkan hatiye sazkirin û ew vêga hêjî di ilmê Êzdiyatiyê de zindî ye

Bi dîtina min salnameya Êzdiyatiyê li ber ezmannasîna sitêrkan hatiye sazkirin û ew vêga hêjî di ilmê Êzdiyatiyê de zindî ye

Min berê jî gotiye, „ÊZDIYATÎ HAVEYNÊ MIROVATIYA MEZOPOTAMIYA YÊ Û BI TAYBETÎ JÎ XIZNA NASNAMA GELÊN KURD E „*1 û 1a

Ez niha dîsa dibêjim, hemû stûn, peykerên heywanan û rolyefên baweriya mirovahî û zanîna astronomiyê ku, di şûnwarê dîrokî yê li peresgeha Girê Miraza-Xirbereşk(Göbekli Tepe), di nav herêma bakurê Kurdistanê nêzî bajarê Riha-Şanliurfayê hatine dîtin de, îro jî di nav ilim û qewlên baweriya me Êzdiyan de zindî têhne parastin .

„SITÊRK

Di baweriya Êzdiyan de gelek stêrkên pîroz hene û her stêrkek jî nîşaneke wê heye. Navên hinek stêrkan evin:

  1. Stêrka şeveqê,
  2. Stêrka sibê,
  3. Stêrka komka Sêwiyan,
  4. Stêrka bistik û mêzînê
  5. Stêrka Ka diz, (Merivekî ji mala kirîvê xwe ka diziye û ew dizî nehatiye veşartin. Lewma jî ev nabaşî li ezmanan jî weke leka diziyê xwanê dike.)
  6. Stêrka Leyl û Mecnûnê, gava Leyl û Mecnûn bi hevre diçine koçeriyê li zozana Mecnûn radizê û Leylê morîka xweyê dixe guhê wî. Leylê ji zozana vedgere tê malê. Heta sal nû dibe, Leylê cardinê bi koçerî têye zozana, bala xwe didê ku waye Mecnûn hêja di xewê deye. Leylê diçe dirêne vaye Mecnûn li erdê pûç buye. Dibê wê wextî Leylê ji Xwedê mirazekî dixwaze û dibêje: “Ya Xwedê tû me herduya têxî dû stêrk û me berdî ezmanan”. Xwedê daxwaziya wê tîne cîh û ji hingê ve ew herdû stêrk salê carekê xwe digînine hevûdinê. Gava merivek bivîne ku ev herdû stêrk li ba hevin, hingê ew çi miradî ji Xwedê bixwaze, wê ewê bigihîje miradê xwe.
  7. Stêrka Dembil Qape, ev stêrka timî li ezmanan di ciyekî de ye û na gere.
  8. Stêrka Termê Mêxê

9 Stêrka Qurx.“   *1.:41-42

Ilimdarê Êzdiyatiyê yê rêzdar Pîr Xelat Eliyas jî dibêje, „Sitêrkên Pêrû(12 stêrk her 12 mehên salên diyardikin) hersal di 25 gulanê(s.şerqî) de weke komeke stêrka dertê ezman û jê pêve di her şevê de dertên, heta êvara sêşema berî îda Êzî hêja diçe ava …..

Stêrka bi şiklê Terazû yê hersal di 25 hezizaranê de dertê ser ezmana û jê pêve di her şevê de dertên, heta êvara çarşemê berî îda Êzî hêja diçe ava …..

Stêrka Qorix(sitêrka berê sibê – karwan kuj, hersal di 25 tîrmehê de dertê ser ezmana û jê pêve di her şevê de dertên heta pênçşema êvara îda Êzî hêja diçe ava „ *2.

Min bi dilxweşî xwand ku , rêzdar nivîskar û lêkolînvan kek Wasfî Ak jî di rûpelên vê berhema xwe de „li ser  çand û mîtolojiya Kurda de bi dirêjayê bahsa „ASMANNASÎN“ê dike û dibêje, Çanda Kurdan a ji şaristaniya kevnar ya Zagrozan tê, hemû cureyên sirûştê di nava xwe de hewandine. Hemû mercên wan ên jiyanê bi sirûştê ve girêdayî bûn. Jiyana gelê komçiyayî yên Zagrozan li gund û waran, li zozan û baniyan, li gelî û niwalan, li çiya û zinaran di nava bizava jiyanê de bi şev û rojan bêsînor bû. Ev çol û çiyayên bê molet çi caran ji şivan û bêriyan, ji gavanan, ji pale û rêwiyan, ji cotyar û têciran, ji çiyavan, çiyager û nêçîrvanan çi demwextan vala nediman. Wana di şevên reş û tarî de hevaltiya stêran dikirin. Bernas û şopînerên stêran bûn. Wan demjimêr çunebûn, stêrik qiyas dikirin, demwextên xwe bi stêran kifş dikirin. Ji ber wê jî em dibêjin Kurd di derbarê hişmendiya stêran de xwedî agahiyên pêşketî bûn. Pêşiyên Kurdan bi derfetên cerebe û şiyanên xwe hemû cureyên stêran di nava nexşeya asîmanî de di vavartin, nav lêdikirin û stran û awaz,bend û biwêj pêre di gotin.Bi taybetî jî dayikên xwediyê land û mendalan (dergos) biçûkên xwe li ber stêran di nivandin. Hin caran ji hingorî, hincaran jî sêbarî şevê bi giriya zarokên xwe re hişyar dibûn û êdî xewa wan di derizî û ne di razan, xewsotî û şevexûn dibûn.

Wana landik (Dergûş) di hejandin û stran û awaz li ser hîvê û hemû cureyên stêran di gotinû şeva xwe di borandin. Hin caran jî ji bo dayikan şeva herî xweş ewbû ku heyva çarde şevî li sertarên zinaran derdiket û şefq û rewneqa wê ji aliyekê ve nexşeya asîmanî di xemiland, ji aliyê din ve jî dar û ber, gul û giyayên jîngehê di xemilandin. Stran û awazên dayikan yên li ber tava heyvê, erd û asîmanên bêdeng hişyar dikirin. Stran û awazên dayikan yên li ser landikan, nîva şevê pêdebi dengeki zirav û zelal di gotin.Bi tenê carna şalûl û bilbilan zarve (texlît) dikirin şax û zinaran dengvedida.Ji aliyekê ve giriya zarokan, ji aliyê din vedeng û rengên hemû beşên heyî tevlîhev dibû.Şayanî gotinê ye ku mirov bêje şevên zozanan û baniyan, çîrokeke berhemê serpêhatiyê ye ku di bin banê nexşestêran de hatiye jiyîn. Ez ê stran û awazên li ser cureyên stêran hatine gotin di rêzikên jêrîn de û her wiha di nava beşên stêrkan de bînim ziman.

Helbet stêrnasî di jiyana mirovên serdemên pêşî de pêwîstiyek mecbûrî bû. Ji ber ku mirovên şevê li çolistanan rêwazê xwe bi komstêran kifş dikirin. Kurdan di nava awazên xwe de carnan ji asîmanan re “Welatê Stêran” gotine. Heta ji çiyayên bilind û sertarên zinaran re cîranên stêran gotine,ji pergala asîmanî ya ku valahiya bêsînor ku hemû heyîyên berçav têde ne “Şevnexşe” gotine. Ji nexşeya asîmanan re jî nexşeya dinya ya Komestêr, Gerestêr û Hûrdestêran gotine. Kurdan ji “Rêya Kadizan” re” Şûtka Asîmanî” jî gotine.“ *3-rûp.:8-9

Belê berpirsyarên „Weşanên Sîtav“ê*4  jî gelekî rast dibêjin, „dema mirov li lêkolînên kurdî dinêre, mirov zêde rastî lêkolînên li ser Asmannasîyê nayê. Di vê qadê de bêje hema hema berhem tune ne. Ev berhem berhemeke ku li ser Asmannasîya kurdî hatiye nivîsîn. Mirov dikare bibêje ev berhem di vî warî de valahiyeke mezin dadigire. Mirov di berhemê de gelek navlêkirinên têgehên asmannasîyê dibîne ku kurdan ji hezaran salan wir de bikaranîne lê belê di van salên dawî de, bi pêla pişavtinê re winda bûne, yan jî nayên bikaranîn. Nivîskar bi vê berhema xwe ew peyv û têgeh ji mirinê rizgar kirine û careke din li ferheng û zimanê kurdî vegerandine.“*4

Lewma ez baş bawerim, gava kesên hezkiriyê „çand û mîtolojiya Kurda „ vê  pirtûka  „ASMANNASÎN“ ê bigirine ser destên xwe, ew ê ji naveroka wê gelekî sûdbigrin .

Hest û dilê  rêzdar nivîskar û lêkolînvan kekê Wasfî Ak gelekî sax bin !

Ez spasdarê wî me ku, ev berhema xwe a giranbuha bi destên xwe ev hevoka nivîsandiye , dibêje(binêrin li wêne)“ û ew ji min ra diyarî şandiye !

Nivîskar Kemal Tolan, berhevkar û xemxwarê kevneşop-zargotina Êzdiyatiyê

*Çavkan:

1          Kemal Tolan-Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê –I- rûp.:335-347 https://www.facebook.com/stories/281932433482523/?source=story_tray

1a – https://www.facebook.com/KemTolan/posts/pfbid02twH3siArzUfWM5fiPMFFD6aoS6MHdMFNgtBerEGxyEk42uayXg1ji5GZEQ4RFazvl

2          Pîr Xelat Eliyas 2020 https://www.facebook.com/KemTolan/posts/pfbid0A66KNZ3QmTLez1yFoBC5B45ZB5zqmS66CK3QCetK4W84KYZYKKdbELAJaWTS8ZJal

3 Wasfî Ak, „Di Çand û mîtolojiya Kurdan de-ASMANNASÎN/Astonomî), Weşanên Sîtav-Berfanbar 2025  , Ankara

4            Gotina „Weşanên Sîtav“ê

https://www.sitavyayinevi.com/detail/876-di-cand-u-mitolojiya-kurdan-de-asmannasin-astronomi

(Ev nivîs tenê nêrînên şexsî yên nivîskar derdixe pêş û temsîla nêrînên giştî yên malpera me nake. Berpirsiyariyên huqûqî yên vê nivîsê aîdî nivîskar in.)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *