Min di pirtûka xwe ya sala 2000 de*1 jî daye xwanê û di gelek kitêbên dîrokî de jî hatiye gotin, ku eşîra Reşî (an jî Reşa û Reşan) li gelek herêmên Kurdistanê bela bûne. Ew di wextê kevin de li nav herêma Xendeqiyan, Anqosiyan, Dawûdiyan, Mastekiyan, Deniyan û Serhedê de jiyane û ew hê jî li gelek li van herêman, li Ermenîstanê, Gurcîstanê û li Almaniyayê weke Êzdî dimînin. Dîsa Pîr Xetîp di mişêwra xwe ya ku di derdora sala 1270 de nivîsandiye dibêje, -Wexta min ev Mişêwra xwe nivîsand, hingê eşîra Xendeqî, Reșan (Reșî) û hwd. jî Êzdî bûn û eşîra Reşkan jî mirîdê me ne.”1-37 û 73.
Belê ez ê di mijara “nasîna dîrok û warguhastinên êşîrên di nav federasyona reșî –reşan de hebûne, bi dokument û bi dirêjayî rawestim.
Lê em niha pêşîn binêrin, bê oldar û zargotin li ser kevnariya eşîra reşî û pêşiyên dawidiyan çi dibêjin.
Birêz Pîr Sebrî Alî, yê 89 salî, ku ji aliyê dê ve neviyê binemala Pîrê Îsîbiya ye, ji min ra dibêje: „gava ferman li Êzdiyên Xalaniyê yên di derdora Wanê, Bitlîsê, Serhedê diman rabûne, gelek Mirîd, Şêx û Pîrên Reşa hatine kuştin, nefîkirin, herîbine bi her deverî ve çûne û gelek jî qelibîne. Cîh û warên Rêşa, ji Diyarbekirê bigre heta diçû Mereşê, ji wirê jî vegerî Kilîsê, Helebê, derdora Efrînê û ber Eyntabê hebûne.
Bapîrên van Dawidiyên vêga jî ji Serhedê hatine li ber çemê Reşa, yê di herêma Çinarê û ziyareta Pîr Dawid bi cîh bûne ji eşîra Reşan e.
Pîrê eşîra Reşan Pîrê Îsîbiya bûn. Vêga gelek malên Pîrê Îsîbiyan li nav Rûsyayê hene, piraniya yên dinê jî bi navne dinê têne nasîn.“
Nivîkarê me yê rêzdar kekê Xerzî Xerzan dibêje, „Mamoste weke hûn dizanin, herêmeke bi navê Reşan heye û girêdahîyê Gurdilan e, a ku Şerefxan wek Mîrekîya Gurgilê an jî Gurdkilê pênase dike. Herêma Reşan ji pişta gundê Sihîyan dest pê dike û heta Çemkurkê dirêj dibe. Çiyayên Reşan, Çemê Reşan û Pira Reşan jî di herêma Reşan de dimînin. Xelqê wê jî wek Reşî tên zanîn. Ji neh deh gundan pêk tê û bi a min makewelatê Konfederasyona Reşan ev herêm bixwe ye. Di nav bera Rojavayê Sêrtê û heta ava Botan û li ber qeraxên başûrê çemê Bedlîsê de dimîne. Heta ava Bedlîsê digihîje Botan tevahî Reşa ye. „*2
Belê, di zargotina gelek rîspiyên Dawidiyên vêga de jî tê gotin, „gava Reşîyên pêşiyên me Dawidiyan (Hemzoyî, Merhoyî, Tarî û hwd.) ji Serhedê derketine, ew pêşîn hatine di war û gundên derdora çêmê Reşa de bi cîh bûne.
Birêz Şêxmusê Qenco yê 74 salî: min ji extiyarê me bihîstiye digotin, em Reşa ne û koka me ji ber çemê Reşa yê li Wanê bûye hatine, wexta hatine pêşîn li wan gund û warên di derdora çemê Reşa, yên ku niha gelek ji wan û ziyareta Pîrê Birîm di bin bendava „Göksu barajî – binêrin li wêne“ de mane. Ez deh caran bi rehmetiyê bavê xwe ra çûme ber ziyareta Pîrê Birîm.“
Wekî dinê, piraniya rîspiyên eşîra Dawidiyan di zargotina xwe dee dibêjin, „pîrê me Pîrê Îsîbiya ye û Şêxê me ji binemala xwedanê Şêxûbekirî ne“. Di van sebeqên „Qewlê Pîr Îsîbiya“ de, kevnariya şûnwar û dîroka eşîr-konfederasyona REȘΖREŞAN û Dawidiyan zelal dibe:
„QEWLÊ PÎR ÎSÎBIYA
Rojekê ez hebûm
Ji Erdekî xewle bûm
Ji ax û av û agir û ba peyda bûm
Xaltî bûm û zana bûm
Xwedêparêz bûm û mêrxas bûm
Ji Arîya miletê xas bûm
Ez ji Arî bûm, ji miletê gerdûnê
Sûd û erkêd sûd hatine ji bo minê
Kurê Adem hemû mirov pê bûne xinê
Sûd ew rêya rastî ye
Rastî û ronahiya Êzdayî ye
Berî Şêxsin û Şemsê Adî ye
Emîn Cibraîl melekê Ezman bû“ Temamiya qewil di *3 ye
Kemal Tolan, Xwedê bibêje erê temamiya “ Dîroka Dawidiyên Êzdî û Mihemed Keya yê serkêşê Êzdîxanê“ wê di pirtûka min e pêşerojê de bêye çapkirin û weşandin.