Berû zimanekî yekbûyî ve: Tîpa dûbare

Berû zimanekî yekbûyî ve (6)

Tîpa dûbare

Tîpa dûbare ew tîp e ya ku dengê wê, dû caran li pey hev tê bihîstin, wek: gul-le, kir-rîn, diz-zek …

Rastnivîsa peyvên ku tîpên dûbare di wan de heye di nav nivîskarên kurmancîaxêv de bûye cihê ciyawaziyê. Hin ji wan hebûna tîpa dûbare di zimanê kurdî de mandel (inkar) dikin û dibêjin, ev tîp di zimanê me de nîne û nivîsîna wê ya dûbare jî şaşî ye.

Ez bixwe, wekû hezkerekî zimanê xwe, ne bi vê nerînê li tîpa dûbare dinêrim. Ez li ser nivîsîna dûbare ya wê tîpê rijd im. Ji ber ku:

1. Mijara tîpa dûbare mijareke denganî ye (fonetîk) û têkiliya wê bi dengên tîpan û çawaniya bilêvkirina bêjeyan ve heye. Bo vê egerê jî girêdana wê bi rêzimana zimanan ve nîne.

2. Watedariya bêjeyan û rastnivîsa dengên wan bêjeyan bi hev ve girêdayî ne. Her şêweyekî nivîsîna bêjeyê wateyeke cuda numa dike. Nimûne:

– Rojekê ji rojên sala 1976ê, ez li nik Seyda Cigerxwîn bûm. Mijara gotebêja me tîpa dûbare bû. Seyda, hebûna tîpa dûbare mandel dikir û nivîsîna wê jî di rastnivîsa zimên de nedipejirand. Min ev hevok li ser kaxezekê nivîsî, “Ez di ser pirikê re derbas bûm.”, û min jê xwest ku wê ÅŸirove bike.

Seyda got, “Ez di ser pirikê, anku di ser pireke piçûk re derbas bûm.”

Min got, “Na seyda, mebesta min, ez di ser pirrikê re, anku di ser herîyeke çirav re derbas bûm. Lê eger te got, di ser herîyeke çirav re, ez ê dîsan bibêjim, na; ez di ser pireke piçûk re derbas bûm.

Di encamê de em tekez dikin ku nenivîsîna her dû dengên tîpa dûbare tevhevîyeke watedarî peyda dike. Ev tevhevî, tenê bi nivîsîna tîpa dûbare çareser dibe.

– Ew kesên ku dijberî hebûna tîpa dûbare ne, dibêjin, gerek tîpa dûdeng bi tîpekê bê nivîsîn û wateyên peyvan ji pêvajoya wateyên hevokan tên nasîn. Li vê gorê gerek em bibêjin “birîn” û nebêjin “birrîn” (jêkirina daran).

Baş e, de ka werin li vê mînaka ronîker temaşe bikin:

Tilîka Çeto birîn bû, birîna wî axivî û bû nexweşî. Pizîşk neçar bûn, destê wî birrîn. Bûbelata Çeto ev e:

“Birîna tilîka Çeto bû sedema birrîna destê wî.”

Lê ku em “birrîn”ê bi şêweyê “birîn”ê binivîsin, em ê bibêjin:

“Birîna tilîka Çeto bû sedema birîna destê wî.”

Gelo çawa “birîn”a tilîka Çeto bûye sedema “birîn”a destê wî!?

– Ez li gundê “Bellê” jidayik bûme. (Navê gund ji belbûn û bilindahîya cihê wî lê bûye.) Rast jî cihê gund bilind e. Lê ku me navê gund bi yek tîpê nivîsî, wek: “Ez li gundê Belê jidayik bûme.”, hingê ew nav ji bela”yê hatiye û lê bûye.

Vêca piştî van her sê mînakên zelalker, gerek em li xwe vegerin û serhişkîya xwe dijî xwe û zimanê xwe bi kar nînin.

3. Tîpa dûbare, diyardeyeke denganî ye û di pirranîya zimanên cîhanê de peyda dibe. Nivîsîna vê diyardeyê li gora alfabeya zimanan destnîşan dibe. Di alfabeya erebî de, nîşandeka şeddê (ّ) li ser tîpa dûbare tê dînan û di alfabeya latînî de, tîpa dûbare di hin zimanan de tê nivîsîn, wek:

Elli: Di zimanê tirkî de 50 ye

Uppsala: Bajarekî Swêdê ye

Syllabe: Bi fransî “kîtekek dengan”  e

Syllable: Bi îngilîzî “kîtekek dengan”  e

Tîpa dûbare di van zimanan û hinên dîtir de jî tê xebitandin, gelo çima wê di zimanê Kurdî de neyê xebitandin!?

4. Dema ku em helbestên xwe yên klasîk bi alfabeya latînî binivîsin û tîpa dûbare nexebitînin, em ê tûşî hin şaşiyên rêzbend (qafiye) û kêşsaziyan bên. Nimûne:

Melayê Cizîrî dibêje:

“Nûra cemala lem yezel

Zatê tecellaya xwe da”

Diyar e ku tîpa dûbare, di peyva “tec-cela” de bi kar hatiye, lê ku me ew peyv bi yek tîpê nivîsî, wek “tecela”, em ê kîta dengnizim “ce” li şûna kîta dengbilind “cel” bixebitînin û em ê muzîk û kêşsaziya helbesta Cizîrî têk bibin. Ev jî zêdegaviyeke nedirust e.

Xanî dibêje:

Dîn çû û neket bi dest me dînar

Paşê ji neçarî bûyîne seffar

Peyva seffar” bi wateya sipîkerê firaxên sifir e, tîpa dûbare jî tê xwendin “sef-far”. Lê ku me ew bi tîpekê tenê nivîsî, “sefar”, hingê em ê Xanî tûşî dû ÅŸaşîyan bikin:

1 – Kêşsaziya malikê leng û aloz dibe û rewanbêjîya muzîka wê jî winda dibe.

2 – Rêzbenda malikê qels dibe. Anku peyva “seffar” dibe “sefar”. Ev alozî jî bi bejna Ehmedê Xanî nakeve!

Têbînî: Eger tîpa dûbare li dawîya peyvê be, hingê ew peyv bi tîpekê tê nivîsîn. Wek: pir, dep, ÅŸil …

Sedema vê diyardeya denganî jî ew e ku tîpeke dengdêr li pey wê nîne da dengê tîpa dûyem derîne. Nimûne:

Min pir heval dîtin.

Dep şikestiye.

Zevî şil bûye.

Bi tîpeke dengdêr re:

Heval pirr in.

Wî deppê şikestî bavêje.

Zevî şill e.

Amûdê, 05.10.2024

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *