Berpirsîyarîya Rewşenbîr û helwesta sîyaseta şaş…

Cano AMEDÎ

Dem hene sed salan carek bi dest dikeve. Derfet û firsatên zêrîn di demên dîrokî de derdikeve holê. Piştî şerê yekemîn û yê duyemîn ji ber ku gelê Kurd ne xwedî hêz û organîzasyon bûn, ji wan demên zêrîn îstîfade nekirin. Ne xwedî rêxistin û pêşengîyek demî bûn, li ser masê cîhê wan ji alîyê dijmînê wan ve hatibû dagirtin.   

Niha jî gelê Kurd bi demek dîrokî û zerîn ve rûbirû ye. Em dikarin bêjin: bingeha şerê sêyemîn dest pê kirîye û heta kîjan demî wê bajo em nizanin. Lewra sîyasetmedar û partîyên me yê qirase, di bin bandora salên 1970 an de, di bin sîya îdeolojî û olan de de ketine nava zikrê. Ne haya wan ji sîyaseta dinê heye ne jî rastîya îro ku bandora xwe li dunyê belav dike qebûl dikin!

Rewşenbîr û zanayê me, weke murîdên şexan, her yek di bin kon û çadirekî de li pey xwarin û berjewendîyên şexsî dimeşin, ji şaşî û çewtîyan re fetwa derdixin û kêmasî û xirabîyên civakî li gor daxwaza serdestan şîrove dikin. Civatê weke kerîyê pez kedî dikin. Em baş dizanin ku rol û berpirsîyarîya rewşenbîran li dijî şaşî û çewtîyan derketin e. Ew bi helwestên xwe yên azad civatê perwerde dikin û rê û rêbazên demkî pêşkeşî partî û rêxistinan dikin. Wan kontrol dikin, rexne dikin ji bo ku li dijî berjewendîyên civatê tevnegerin. Civatek kedî kirî, her tim kolê hêzên serdest in. Ger hûn li ser navê rewşenbirî û pêşengîyê civatê yek deng, yek reng û xwedî yek berçavkekî bikin, hûnê zirara herî mezin bidin civatê… Divê rewşenbîr ne li pey post û maqaman be, ne jî li pey berjewendîyên şexsî be. Divê di hemû deman de, xwedî şopek rast û zelal be. Li ber tu hêzekî an li ber tu derîyekî xwe netewîne û xwe nefiroşe! Di dirokê de mînakên balkêş hene! Lê yên dixwazin dikarin li jiyana Mamoste Îsmaîl BÊŞİKÇÎ binhêrin û jê dersan bigirin…. 

Dagirker û hevalbendê wan welatê me perçe kirine. Sînorên erdnîgarî û yên dêrûnî (psîkolojîk) di mêjîyê me de çê kirine.  Lİ gor dabeşkirina perçan, bingeha mêjîyê civata me perwerde kirine. Emwek netew û welat nafikirin û bihevre tev nagerin. Ji bo me perçê em lê dijîn û partîya me ye, serokê me  esasî ye! Ji bilî me herkes, hemû hêz û qewet nebaşin, çewt in, şaş in û xayin in! Em li dijî birayê xwe yên perçê din, pir êrîşkar û dijwarin! Çavsorîya herî mezin, em li dijî hev dikin. Dijmînê rûreş êrîşê me dike, em sedemên êrîşan, birayê xwe nîşan didin û neyartîya wan dikin. Em li wan gefan dixun: “ka emê çi bînin serê we!”  Zana û rewşenbîr jî li çepikan dixin û fetwayê xirabîyê şîrove dikin. Tu kes napirse gelo hûn çima ewha dikin, çima hûn derîyên biratîyê digirin? Hun çima li hemberî birayê xwe tûj in, li dijî neyarê xwe xwedî gazin û lome ne! Em dikarin ji bo tiştekî pir sivik, îradeya hevûdu binpê bikin; lê qîmetê bidin dijmînê xwe!   

Em rojek ji rojan, ji xwe napirsin, gelo Gelê Kurd, çima heta îro ji fersend û derfetên dîrokî sûdmendîyek (jê îstîfade kirinek) berbiçav wernegirtîye? Gelo bê tifaqî qedera me ye? Gelo ŞAM, BAXDAT, TAHRAN û ENKERA çima bi me şêrîn e? Çima HEWLÊR, MAHABAD, AMED û QAMİŞLO tehl û tirş e? Çima em şêrîn û qîymetên xwe bi tehlê xelkê diguherin? Çima?   

Di salên 1970-1980 an de, cîhên “pîrozgeh” Moskova, Pekîn, Tîran, Rîyad, Wasington û London bûn(!) Demek li welatê me û li Dunyê bayê “Maoperest”, “Stalînperst”. “Enver Xocaperest” belavbû bû. Xuyaye neyarên gelê Kurd ji bo berjewendîyên Kurdîstanî pêşnekevin, dixwazin gelê Kurd ji hev dûr bixin. Kî rexneyek an helwestek cûda digire, bi tawanbarîya murîdîyê bi nav dikin. Dixwazin di nav civatê de, bibêjin: “filankes ….perest e!”  Kirasê li ser wan e, dixwazin li herkesî bikin.

Çima em hevdû di nav çamûra “îdelojî û olîtî” yê de digevizînin?

Çima em hevdû bi “îzm” û “cî” yan gunehbar dikin?

Çima her tim li ser şopa “îzm û perestî” yan dimeşin?

Çima her tim weke murîdan kêmasî û şaşîyên şexsên xwe pîne dikin?

Çima berjewendîyên gelê Kurdîstanê dikin qurbana berjewendîyên partî û hizban?

Çima pêwendî û têkilîyên nav xwe li ser hûqûqa biratî û Kurdîtîyê serast nakin?

Çima bendavan di nav xwe de ava dikin û biratîya navxwo binpê dikin?

Çima biratîya gelên serdest ji wan re ji ya gelên wan şêrîntir e?

Çima ji îradeya serdestên mêtinkar û nîjadperest re hurmet dikin, lê ji ya birayê xwe yê demokrat re nakin?

Bi kurtayî pêwîstîya me hemûyan bi parastina yekrêzîya berjewendîyên Kurdîstanî heye. Tu partî, tu serok an tu kesayetek, bi serê xwe nikare rewşa welatê me biguherîne. 

Gavên hevpar, helwestên hevpar, armancên hevpar û berjewendîyê hevpar me digihîjîne berjewendîyên giştî û Kurdîstanî..

Em baş dizanin ku pêwîstîya me hemûyan, bi qasî av û nan bi helwestên netewî û Kurdîstanî heye.

Ev helwestên hanê, ji bo rizgarîya netewa Kurdîstan, bi qasî nan û av pêwîst e!!!! 

 

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir