Rojnameya “Wall Street Journal” ji zarê berpirsên Amerîkî ragihand, artêşa Tirkiyeyê hêzên xwe ligel komên çekdar ên Sûriyeyê li ser sînorê bi Sûriyeyê bi cih kirine, ev jî nîşaneyeke metirsîdar a êrîşkirina li ser bakur-rojhilatê Sûriyê ye.
Rojnameyê di nivîsa xwe de wiha got: “Li gorî berpirsên Amerîkî, artêşa Tirkiyeyê li navçeyên sînorî yên bi Sûriyeyê re, dest bi tevgera xwe ya leşkerî kiriye û çek û cebilxane kom kirine. Ev hişyariyeke metirsîdar e ku Enqere dixwaze bi komên milîsên Sûriyeyê re, êrîşeke berfireh li dijî herêmên ku di bin kontrola Kurdan de pêk bîne.”
Berpirsekî Amerîkî dibêje: “Hejmarek mezin ji çekdar û komandoyan bi cilên fermî yên artêşa Tirkiyeyê li ser sînorê nêzîkî Kobanê hatine bicihkirin.”
Destnîşan kir jî,: “Li gorî amadekarî û komkirina hêzan, operasyona Tirkiyeyê li ser navçeyên sînorî nêzîk dibe.”
Ev yek di demekê de ye, Navenda Ragihandinê ya HSDê şeva borî piştrast kir ku hewldanên navbeynkariyê yên Amerîkayê yên ji bo ragihandina agirbesteke mayînde li herêmên Minbic û Kobanê, negihîştiye ti encaman.
HSDê di daxuyaniya xwee de got: “Tevî alîkariya Amerîkayê ya ji bo rawestandina şer, lê Tirkiye û çekdarên wê yên çete di van demên dawî de rewş zêde gur kirine.”
Ji aliyê xwe ve, Rêveberiya Operasyonên Leşkerî ya ser bi hikûmeta nû ya Şamê ve jî piştrast kir, “Dema agirbesta di navbera Operasyonên Leşkerî û HSDê de, bêyî ku bigihe rêkeftineke çareseriyê ya giştgîr, bidawî bû.”
Piştî ketina rêjîma Beşar Esed roja 8ê Berçile li ser destê grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyeyê, grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve êrîşî bajarokê Til Rifet û gundên bakurê Helebê yên di destê HSD/YPGê de kirin û ew kontrol kirin, piştre jî berê xwe dan Minbicê.
Di vê derbarê de, Serokê Partiya Tevgera Neteweyî (MHP) Devlet Bahçeli jî di civîna firaksiyona partiya xwe de li Perlemantoya Tirkiyeyê gefên êrîşkirina ser Minbicê û deverên din ên Rojavayê Kurdistanê xwar û got: “PKK, YPG û PYD dijminên mezin ên Tirkiyeyê ne. Piştî keftina Til Rifetê, pêşveçûn ranawestin û êrîş ber bi Minbicê ve berdewam dibin.”
K24