Berdevkê ENKSê: Bêyî naskirina mafên Kurdan, aramî li Sûriyeyê pêk nayê -Video

Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif, bi boneya Roja Alaya Kurdistanê ragihand, ev ala nasname û sembola hebûna neteweya Kurd e. Yûsif herwiha tekez kir jî, bêyî çareserkirina pirsa Kurd û yekrêziya aliyên siyasî, aramî nayê Sûriyeyê.

Berdevkê ENKSê Feysel Yûsif di beşdariya di bultena nûçeya a Kurdistan24ê de, Roja Alaya Kurdistanê li Serok Mesûd Barzanî û tevahiya gelê Kurd pîroz kir û diyar kir ku ev roj encama xebat û qurbanîdana şehîdan e ji Komeleya Xoybûnê heta Komara Kurdistanê li Mehabadê û roja îro.

“Ala Kurdistanê sînorên Sykes-Picot nas nake”

Feysel Yûsif destnîşan kir, Ala Kurdistanê nasnameyek e ku miletê Kurd temam dike û sînorên destçêkirî yên Sykes-Picot nas nake. Herwiha got: “Ev ala, ala azadiyê û mafên mirovan e. Divê em li dora vê alayê bibin yek deng da ku em bikaribin mafên xwe di Sûriyeya paÅŸerojê de misoger bikin.”

Helwesta li hember Hikûmeta Şamê

Derbarê helwesta Hikûmeta nû ya Sûriyeyê de, Berdevkê ENKSê rexne li zîhniyeta desthilata nû ya li Åžamê girt û got: “Kurdan berî ÅŸoreÅŸa Sûriyeyê xebat û têkoşîn li dijî zordarî û dîktatoriya rêjîma Beis kir. Tevî ku rejîma Beis nemaye jî, lê hîn jî mafên gelê Kurd tê înkarkirin. Heta ku Kurd wekî neteweya duyem a sereke li Sûriyeyê neyên naskirin, aramî li vî welatî pêk nayê.”

Yûsif bang li Serokê Qonava Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Åžera kir û got: “Em dengê xwe digihînin birêz Ehmed Åžera, eger bixwaze aramî pêk were û yekîtiya Sûriyeyê biparêze, divê pêwendiyê bi Kurdan re bike. Em Kurd jî dibêjin, em ê bibin beÅŸek ji Sûriyeya nenavendî de. ”

Berdevkê ENKSê diyar kir jî: “Eger heta niha Ehmed Åžera pêşwazî li Åžandeya Kurdî ya HevbeÅŸ nekiriye, lê em bi hêvî ne ku di qonaxa bê de pêşwazî lê bê kirin.”

“Pirsên siyasî divê girêdayî Åžanda Kurdî ya HevbeÅŸ bin”

Feysel Yûsif tekez kir, di van rojan derdikeve ku hin lihevkirin li ser pirsên leÅŸkerî di navbera Fermandarê GiÅŸtî yê HSDê Mezlûm Ebdî û Åžamê de hene û got: “Eger pirsên leÅŸkerî girêdayî HSDê ne, lê divê pirsên siyasî û çareserkirina pirsa Kurdî girêdayî Åžanda Kurdî ya HevbeÅŸ bin. Em jî daxwaz dikin ku Åžanda Kurdî bi awayekî siyasî tevlî qonaxa veguhêz bibe.”

Yûsif bal kiÅŸand ser rewÅŸa navxweyî ya Sûriyeyê: “Hêzên leÅŸkerî yên heyî (HSD) divê erkê wan parastina sînoran û ÅŸerê li hember terorê be, lê divê rêveberiya welat bi awayekî siyasî û hevbeÅŸ bê kirin. Em dixwazin rêveberiyeke nû ya hevbeÅŸ bê avakirin ku hemû pêkhate tê de cih bigirin û biryarên siyasî ne di destê aliyekî tenê de bin.” (K24)

Hinek nivîsên din:

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *