Belavoka PAK-PSKê: PKK, Li herêma Federe ya Kurdistanê meşrû qebûl dike, berdewamîya statuya wê ya dagirkerî û biyanî dixwaze…

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Hîç şik tune ye ku hemû kurd û kurdperwer û partî û rêxistinên Kurdistanê ji destkeftî û hêjayiyên neteweyî yên kurd re xwedî derdikevin. Bi taybetî jî, divê ji Herêma Kurdistanê re xwedî bê derketin. Lê belavoka PAK/PSKê vê yekê ji PKKê jî dixwaze. Ev şaş e. Lewra tê zanîn ku PKKê li dijî hêjayiyên neteweyî  ye û li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê ye. Dixwaze Herêma Federe ya Kurdistanê ji holê rake.

Loma ez dibêjim ku ew kesên belavoka PAK-PSK îmzakirine li dinyayeke din dijîn.

Dîsa belavok diyar dike ku PKKê di dema dawî de tiştên nebaş li Herêma Federe ya Kurdistanê dike. Ew jî şaşiyek mezin e,  ji PKKê re piştgirî ye. Dîsa li dinyayeke din jiyan e.

Wek tê zanîn, PKK 45 sal in ku li dijî kurdan û kurdperweran û partî-xistinên Kurdistanê li hemû beşan şer dike. Bi deh hezaran kurdperwer û kurd kûşt.

Em bi kûrtî bên ser rastiya Herêma Federe ya Kurdistanê û PKKê…

Wek tê zanîn piştî Şerê Kendavê, beşekî mezin yê Başûrê Kurdistanê bi alîkarîya Emerîka wek herêmeke azad hat îlan kirin.

Her çar dewletên kolonyalîst jî, ditirsîyan ku Kurdistan dê bibe dewlet. Ji bona vê yekê jî dixwestin ku destwerdana Başûrê Kurdistanê bikin, lê ji Emerîkayê jî ditirsîyan. Çar dewletên kolonyalîst bi riya PKKê dest bi êrîşan kirin.

Dewletên kolonyalîst piştî ku Meclîs û Hikûmeta Kurdistanê ava bû û federalîzm îlan bû, zêdetir êrîşker bûn. Çar dewletên kolonyalîst ji bona desthilatdarîya Kurdistanê têk bibin, ji PKKê re bûn alîkar. PKKê jî desthilatdarî, nîzama hiqûqî ya Kurdistanê nas nekir.  Di sala 1992-an de şerekî dijwar pêk hat. 3500 pêşmerge şehîd bûn. PKKê teslîm bû, got ku “ez desthilatdarî û nîzama Kurdistanê nas dikim.”

Serokê Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî, wê demê di derbarê êrîşkerî û terora PKKê de, ji 25 Dewletên Ewrûpayê re raporek pêşkêş kir. Wê demê jî ew êrîşên PKKê, ji aliyê kurdperweran ve wek operasyona dewletên dagîrker hat dîyar kirin û li dij hat rawestandin.

Lê PKK, bi piştgirîya Dewleta Iraq û Îranê, li Başûrê Kurdistanê cîwar bû. Dewleta Tirk jî ev yeka ji bona operasyonên xwe sedema stratrejîk nîşan da. Heta îro ji li Başûrê Kurdistaê 30 operasyonî zêdetir pêk anî.. Li Kurdistanê qereqol û “Herêmeke ewlewî” ava kir.

PKKê, li Başûrê Kurdistanê bi avakirina “Hikûmeta Botan-Behdînanê” û “Komara Zapê” û bi hemû karên xwe yên din, hiqûq û serwerî û desthilatdarîya Kurdistanê re rêz nagre û nas nake. Loma gelek gundên Kurdistanê dagîr kiriye. Ji gundîyên kurd xerac digire. Xort û zarokên kurdan direvîne û dide kûştin. Destwerdana sîyaseta Başûrê Kurdistanê dike. Rêxistinên sîyasî ava dike. Rê ji dagîrkerîya çar dewletên kolonyalîst re vedike. Partîyên Kurdistanê û serokên Kurdistanê rewa nabîne.

Divê baş bê zanîn ku PKK li Herêma Federe ya Kurdistanê rêxistineke dagîrker e.. Li Şengalê û li Maxmûrê û li Qendîlê û li gelek gundên Kurdistanê dagîrkerîya wê bi salan e ku dom dike.

Hikûmeta Federal ya Iraqê û Hikûmeta Kurdistanê ji bona ku PKKê û Haşdî Şabî ji Şengalê û li hemû deverên din derkevin di peymanekê de li hev kirin. Lê PKKê ji bona ku ji Şengalê dernekeve, li Kurdistanê şer îlan kirîye.

Belavok, PKKê şaş terîf dike. PKKê wek rêxistineke Kurd û Kurdistanê nas dike, gorî vê tespîtê pêşniyar û daxwaz ji PKKê dike.

Lê em baş dizanin ku kevne DDKD`yiyan û kevne Rêyaazadî`yan di sala 1977an de PKKê wek rêxistina dewletê terîf dikirin. Ew terîfa wan, her çiqas li ser belgeyên xurt bilind nedibû jî, rast bû. Lê nûha dev ji vê terîfê berdane. Hîç şik tune ye ku ev yeka bêsedem nîne. Lewra berê îdealîst bûn û nûha berjewendîparastên teng yên siyasî ne.  Loma helwesta wan xwezayî ye. Ceribandina wan siyasî jî vê yekê dîyar dike.

Problema mezin ew kesên PKKê wek projeyeke dewletê terîf dikin, dibêjin “PKKê partîyeke kurd û Kurdistanê nîne. PKKê dijminê serxwebûn û dewleta Kurdistanê ye. PKKê li dijî Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê ye. Li hemû beşên Kurdistanê ji bona Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê ji holê rake tevgeriyaye û di gelek babetan de jî serkeftî bûye.”

Bi taybet jî grubek nasyoınalîst heye ku dixwaze partîyteke nûjen û nestatuparêz  ava bike, ev belavoka îmza kiriye. Wan bi ev helwesta xwe, xwe kirine dûvikê partîyên statuparêz. Hezar heyf ew tevgera wan û îdia wan li hevdu nake.

Loma ez dixwazim çend gotina ji bona nasyonalîstan pêşkêş bikim.

EZ ALİGIRÊN Û HEVALBENDÊN PKKÊ FAHM DIKIM.  PIŞTGIRÊN PKK YÊN LI DERVE JÎ FAHM DIKIM. EZ EW KESÊN JI BONA BERJEWENDIYA XWE YA RÊXISTINÎ Û GRUBÎ Û ROJANE (JI BONA PARLAMENTERÎ Û SEROKŞAREDARÎ) JI PKKÊ RE PIŞTGIR IN Û LI DIJÎ NASYONALÎZMA KURD İN JÎ FAHM DIKIM. EW LI CEPHEYA PKK-Ê NE. KARÊN XWE DIMEŞÎNIN. WEZÎFEYA XWE PÊK TÎNIN. BO VÊ YEKÊ XIRABIYÊ LI NETEWEYA KURD Û KURDISTANÊ DIKIN.

LÊ EZ EW KES Û GRÛBÊN DIBÊJIN KU “PKK-Ê APARATA DEWLETÊ YE. BI KURDBÛN Û KURDİSTANÊ RE ELEQEKE WAN TUNE YE. PKK-Ê JI BONA KU Jİ NETEWEYA KURD Û KURDISTANÊ RE XIRABIYÊ BIKE AVA BÛYE.”

 EZ FAHM NAKIN.

LOMA ÇEND PIRSAN JI WAN NASYONALÎSTÊN KURD DIKIM KU EW JÎ BIPOJININ û PIRSAN BERSÎV BIKIN…

 GELO EW ÇIMA XIZMETÎ CEPHEYA PKK-Ê DIKIN û DIKEVIN BIN BASKÊN WAN? SERBIXWE TEVNAGERİN? Lİ SER NETEWEYA KURD HESABÊ XWE NAKIN? NETEWEYA KURD ORGANÎZE NAKIN? PÊŞÎ LI PKK-Ê NAGRIN?

GELO EW ÇEWA PKK-Ê LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ RÊXISTIN Û HÊZEKE REWA DIBÎNIN?

GELO EW ÇEWA PKK-Ê WEK RÊXISTINEKE BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DIPEJIRÎNİN SİYASETA XWE GOR WÊ DIMEŞÎNIN STRATEJIYA GOR VÊ NÊRÎNÊ ÇÊ DIKIN?

GELO EW DEWLETÊN KOLONYALÎST YÊN PKK-Ê AVAKIRINE ÇIMA BIYANÎ –KOLONYALÎST DIBÎNIN, PKK LI KURDISTANÊ Û BI TAYBETÎ JÎ LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BIYANÎ-KOLONYALPARÊZ  NABÎNIN?

GELO EW DEWLETÊN KOLONYALÎST YÊN PKK-Ê AVAKIRINE ÇIMA DAGIRKER DIBÎNIN, PKK-Ê LI KURDISTANÊ Û BI TAYBETÎ JÎ LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DAGIRKER NABÎNIN?

DÎSA DIPIRSIM,  GELO EW DEWLETÊN KOLONYALÎST YÊN PKK-Ê AVAKIRINE ÇIMA TERORÎST DIBIN, PKK-Ê TERORÎST NABE? JI ALIYÊ DIN DE TERORÎS ÎLANKIRINA CAMÎAYA NAVNETEWEYÎ JÎ DI MIJARÊ DE NE GIRÎNG E?

Belavoka PAK-PSKê, “dagîrkerîbûn û biyanîbûna PKKê, armanca PKKê ya jiholêrakirina Herêma Federe ya Kurdistanê nabîne û meşrû qebûl dike. Jİ PKKê re dibêje ku li Herêma Federe ya Kurdistanê bimîne. Xirabiyê xwe bidomîne.”

Gelo ev Kurdîtîyeke çewa ye? Ew bêwîcdanî çewa tê parastin? PKKê dê li Şengalê, Maxmûrê, Qendîlê, li gundên Kurdistanê dagîrkerîya bidomîne û ji gundîyên me xerac bigre? PKKê dê ciwan û zarokên me birevîne û bide kûştin? PKKê dê destwerdana xwe ya Herêma Federe ya Kurdistanê bidomîne? Ew dê Herêma Federe ya Kurdistanê, serwerî û hiqûqa wê meşrû nebîne, dê bixwaze ku ji desthilatdarîya Herêma Federe ya Kurdistanê re bibe şerîk?

Belavok, ji Hikûmeta kurdistanê re jî dibêje ku bila statuya heyî bê domand. Bi PKKê re rûne peyman çêke.  Parçebûna serweriya xwe bidomîne. Îzin bide çeteyên PKK. PKKê heta nûha çi kiriye nûha jî bila wê bike, ne girîng e.

Divê em neheqiyê jî nekin. Belavok dibêje ku PKKê divê ji serwerî û desthilatdariya Kurdistanê re rêzgirtî be. Divê PKKê  êrişê pêşmerga neke.

Lê?

Dema ku belavok ji çav derbas bibe, dê were dîtin ku beşek kesên îmze avêtine belavoka PAK-PSK: Nivîskar, aqedemîsyen, lêkolîner, alîmê siyasetê ne. Divê ew baş bizanin ku ceribandina dinyayê û Rojhilata Navîn dîyar dike ku dema hêzeke çekdar nehiqûqî li welatekî hebe, ew hêza ji desthilatdarî û serwerîya wî welatî re rêzgirtî nabe.

Ew hêz heta ku têk neçe ew ji desthilatdarî û serwerîya wî welatî re rêz nagre. PKKê jî loma li Herêma Federe ya Kurdistanê ji desthildarî û serwerî, hîkûmet û meclîs û partîyên Kurdistanê rêzgirtî nebû û nûha şûnda jî nabe.

Lewra tê zanîn ku ew helwesta bes di destê PKKê de jî nîne, di dest axa û begên PKKê xwe yên dewletên dagîrker û kolonyalîst de ye. PKKê gor dîrektîfên wan dewletan tevdigere. Ew dewletan jî dixwazin Herêma Federe ya Kurdistanê û hemû hêjayiyên Kurdistanê ji holê rabe.

Loma ew giregirên kurdan xwe dixapînin û bi xapandina wan gel jî zirareke mezin dibîne.

Divê baş bê zanîn ku PKKê şer îlan kiriye. Her roj di telewîzyonên xwe de jî berpirsiyarên PKKê tiştên gelek nexweş ji bona karbidestên Herêma Federe Ya kurdistanê tên ser zimên.

Loma jî pêşniyara belavoka PAK/PSKê di derbarê dîyalogê de jî xwediyê wateyekê nîne.

 Diyarbekîr, 13. 11. 2020

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *