Behiya Mardînî Kurd e û li Şamê hatiye dinê -Video

Endama Komîteya Amadekirina Reşnivîsa Destûra Sûriyeyê Behiya Mardînî Kurd e û li Taxa Kurdan a Şamê ji dayîka xwe re bûye.

Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer ji bo amadekirina reşnivîsa destûra Sûriyeyê komîteyek ava kir û Behiya Mardînî jî yek ji endamên wê ye.

Emmar El-Qurebiyê hevjînê Behiya Mardîniyê ku di heman demê de Serokê Rêxistina Niştimanî ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ye ji Rûdawê re eşkere kir ku Behiya Kurd e.

Emmar El-Qurebî diyar kir ku Behiya bi xwe ji Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ye û mal û milkê kal û bapîrên wê li wir mane.

Her wiha destnîşan kir ku cihê jidayîkbûna wê û qeyda wê Taxa Kurdan a Şamê ye.

Behiya Mardînî 1969an hatiye dinê û yek ji damezirînerên Mala Sûrî ya Brîtanyayê ye.

Ew bi helwestên xwe yên ji bo piştgirîkirina mafên mirovan, bipêşvebirina demokrasî, diyalog, pirdengî û qebûlkirina kesên din li Sûriyeyê tê naskirin

Emmar El-Qurebî got ku Behiyayê di jiyana xwe ya pîşeyî de û di dema karê rojnamegeriyê de her wiha  wekî nivîskar gelek kar û xebat li ser Kurdên li Sûriyeyê kirine.

Wî daxuyand ku Behiya bi taybetî jî li ser rewşa Kurdên li Qamişlo, Efrîn û herêmên din gelek rapor amade kirine.

Li gorî agahiyên ku Emmar El-Qurebî dane, hevjîna wî ji ber van nivîs û raporan, gelek caran rastî astengiyan hatiye.

Li hêla din, Qurebî bi xwe du caran hatiye Başûrê Kurdistanê û ew dibêje ku pêwendiyeke wî ya baş li gel kesayetî û siyasetmedarên Kurd heye û ew li Hewlêrê li gel Serok Barzanî civiyaye.

Behiyayê mastera xwe di warê yasayên navneteweyî de li Zanîngeha Northamptonê ya Brîtanyayê kuta kiriye û doktoraya xwe jî di heman qadê de kiriye.

Behiya ji destpêka şerê navxwe yê Sûriyeyê (2011) ve wekî dijbereke diyar a desthilata Esed dihat naskirin û sala 2012an li Cenevê, birêvibera ragihandinê ya şandeya Mixalefeta Sûriyeyê bû. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *