“Bêdengiya Bakur nayê qebûl kirin!”

Rewşenbîr û nivîskarên Kurd li Diyarbekirê serdana Heftenameya Basê kirin û di derbarê bûyerên van rojên dawîn de daxûyaniyekî dan. Li ser navê komê Cano Amedî ji Basê re ragihand ku: “Em weke kesên der û dora Kurdistanî êrîşên li ser Herêma Kurdistanê şermezar dikin. Em piştgiriya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Pêşmergeyên Kurdistanê dikin û radigihînin ku em baskê YNKê ku li gor Îranê tevdigere jî şermezar dikin. Em ligel daxwaza gelê Kurdistanê yê rewa ne û destnîşan dikin ku em ê her tim doza serxwebûnê bidomînin.

Cano Amedî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em weke aliyên serxwebûnxwaz îxaneta baskê YNKê şermezar dikin. Weke hûn jî dizanin piştî pêkanîna referandûmê her çar welatên dagirkerên Kurdistanê ligel hev rêkeftin û bi alîkariya hin aliyên Kurdî êrîş birin Kurdistanê û deverên Kurdistanî. Em vê yekê şermezar dikin. Di serî de em piştgiriya Serok Mesûd Barzanî û Kak Qosret Resûl û hevalê wî û Pêşmergeyê qehreman dikin. Em daxwazê ji hemû aliyên Kurdistanê dikin. Doza Kurdistanê doza me hemûya ye. Ji ber vê yekê jî divê hemû alî piştgiriya Herêma Kurdistanê û Serok Mesûd Barzanî bike. Bila ev yek baş bê zanîn ku têkçûna beşekê Kurdistanê têkçûna seranserê Kurdistanê. Piştgiriya rêbaza serxwebûnê bikin.”

Di dawiya axaftina xwe de Cano Amedî dibêje bêdengiya Bakurê Kurdistanê nayê qebûl kirin û wiha didomîne: “ Bi yek dengî di hemahengiyê de divê em tevbigerin. Bi yek destî divê em bi destê birayên xwe yê Başûrî bigrin. Çapemenî, siyaset, partî û rewşenbîrên Kurdan bêdengin. Em vê bê dengiyê qebûl nakin pêşî em xwe rexne dikin û bangî hemû aliyan dikin ku bi qasî 20 milyonan Kurd li Bakur dijîn û bê dengî nabe. Em pêşniyar dikin ku di demeke kin de înîsiyatîfek bê ava kirin û piştgiriya Başûrê Kurdistanê, Serok Mesûd Barzanî û Pêşmergeyên qehreman bikin. Ev destkeftiyên hene destkeftiyên me hemûyan e. Ne yê PDKê û Mesûd Barzanî tenê ne. Ev îxaneta li Kerkûkê rû da ne tenê li Barzanî an Kerkûkê hatiye kirin, li YNKê hatiye kirin, li Kek Qosret Resûl hatiye kirin yanê li seranserê Kurdistanê hatiye kirin.”

Li ser navê Heftenameya Basê Edîtorê beşa Kirmanckî Mutlu Can jî axivî û wiha got: “Em weke Heftenameya Basê ziyaret û helwesta we pîroz dibînin. Bangî hemû aliyan dikin ku piştgirî û alîkariya Başûrê Kurdistanê bikin.”

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *