Nurî ALDUR
Di van rojên ku pirr qala pêvajoyê tê kirin de, hinek nijadperestên tirk ên ekstrem, bêhempa dijberî doza Kurd û Kurdistanê bûne û ew her soz didin ku ewê qet û qet rê nedin ku welatê wan parçe bibe û ew ên parçexwaz jî îmha bikin û têk bibin.
Vê rewşa îro li Tirkiyê an jî wek bersivek bo van nijadperestan, gorbihiştî rojnemevan Çetin Altan anî bîra min. Ji zû de ve carekê min nivîseke/maqaleyeke wî di rojnameyekê de xwendibû û wî di vê nivîsa xwe de her tenê li ser Kurdan û pêwîstiya dewletekê bo vî gelî jî disekinî û daxwaz dikir.
Hemû xalên di nivîsê de nayên bîra min, lê “tema” û babeta wê nivîsê ew bû ku, wî analîzeke wiha dikir û gelo em bi hev re li wê baweriya gorbihiştî guhdarî bikin: “…ma çima dewleteke Kurdan jî çênabe? Gelek milet û gelên din hene – û eger ez ne şaş bim navên Tirkmen, Azerî, Qirgiz, Tacîk, Ereb, Cihû, Ewropî û hinekên din jî bi nav kiribûn – û eger dewleteke Kurdan jî çêbibe, tu xerabî tê de nîne û belkî wê her xweştir û baştir bibe. Kurd xwedî hejmareke mezin in û li yek û heman coğrafyayê bi hev re dijîn û ev ê rehetîyekê bide Tirkiyê û mentiqê hemûyan û tu zirara wê nagihêje Tirkan û ne jî yên din…”
Û wî wiha berdewam dikir: “…em û Kurd bûna wek xizm, dost û nasan û lewra divê em hevdu bêhtir fêhm bikin û alîkarîya hev bikin û pêwîst bû me Tirkan bi xwe pêşengiya vê meseleyê bikira û birayên xwe yên Kurd nêzî xwe bikira û bawerî bidana wan…”
Rahmetî 11 sal berê çûye ser dilovaniya xwe û ev nivîsa ku ez behsa wê dikim, ji 11 salan jî kevntir e û hingê jî divê ku em heq bidin ku bi rastî jî demokrat hene, kûrebav û şîrhelal hene, camêr û cesûr hene.
Îro jî di nav entelektüelên tirk de, kesekî ku vê tavra Çetin Altan bigre, ez bawer nakim ku hebin! Belkî ez xelet im, ma hûn çi dibêjin?
Nivîskar Ahmet Altan kurê birêz Çetin Altan e. Di pirtûkeke birêz Ahmet Altan de – ku li gor baweriya min ew jî egîdekî zilam e/kûrebavek e – min xwendibû (2016-17) ku dema nivîskar Yaşar Kemal dihat mala wan bo hevdîtina bi Çetin Altan re, piştî kêlikekê Yaşar Kemal û dayika Ahmet – ku ew jî Kurd bû – diçûne odeyeke din û “HER DU KURD” li ser meseleya Kurdan dipeyivîn û dîtin û baweriyên xwe bi hev re parve dikirin.
Cara yekem bû ku ez fam kirim ku Ahmet Altan xwarziyê Kurdan e.
Nizanim gelo hûn jî vê gotina pêşiyan dizanin ku li herêma Torê pir tê bikaranîn: “Xal şêrîn in” an jî dema ji kesekî bekar dipirsin ku ew ji ku ye, û bersiva wî wê wiha be: “ew hê ne zewicî ye”.
Bê guman her ferdek xwedî bawerî, felsefe û karakterê xwe ye; lê diyar e ku bandora biyolojî û têkiliyên civakî jî li ser fikir, qenaet û biryaran heye.
Ezê nivîsa xwe, dîsa bi gotineke pêşiyan bi dawî bikim: “Ceh bixe kûwarê, ceh derxe. Genim bixe kûwarê, genim derxe.”
Nuri Aldur
2026.08.28
