Baroya Amedê: Li girtîgeha Amedê şkence li zarokên keç tê kirin

Baroya Amedê ragihand ku li girtîgeha jinan a parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, zarokên keç rûbirûyî miameleya xirab dibin û şkence li wan tê kirin.

Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê derbarê binpêkariyên ku li Girtîgeha Jinan a Amedê li dijî zarokên keç tên kirin lêkolînek da destpêkirin.

Navendê encamên lêkolîna xwe bi daxuyaniyeke çapemeniyê eşkere kirin.

Sekretera Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Buşra Gugerê ragihand ku wan di serdema amadekirina raporê de ji Îlona 2023yan heta Kanûna Paşîna 2024an bi 9 zarokên keç re 15 hevdîtin pêk anîne û got:

“Di hevdîtinan de diyar bûye ku zarok rûbûrûyî şkence, miameleya xirab bûne û mafên wan ên nihêniya jiyanê, xwarin, ragihandin, pêwendî, beşdariya çalakiyan, xwe gihandina xizmetên tenduristiyê û çareseriyê, daxwazname û bidestxistina zanyariyan hatiye binpêkirin û mercên ku ew tê de tên ragirtin ji derveyî şanaziya mirovayetiyê ne.”

Buşra Gugerê amaje bi wê yekê da ku li girtîgehê zarokên keç rûbirûyî lêgerîna tazî dibin û ev yek bûye wek karekî rûtîn û tekez kir ku di hevditînên ligel zarokên keç de jî van îdiayan piştrast û bihêztir dikin.

Sekretera Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê di  berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihand ku wan derbarê lêgerîna tazî ya li ser zarokên keç û tevgerên din ên xirab û şkenceyê de proseya hiqûqî daye destpêkirin.

Gugerê herwiha da zanîn ku dema zarokên keç ji girtîgehê ji bo nexweşxaneyê tên birin jî destên wan tên kelemçekirin û got:

“Ev kar êdî bûye sîstematîk û eşkere diyar dibe ku ev karê tê kirin derveyî hiqûqa navxwe û navdewletî ye.”

Sekretera Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê ameje bi wê yekê jî da ku ragirtina zarokan li girtîgeheke taybet bi jinan dibe sedema binpêkariyên mafan û eşkere kir ku zarok li odeyên 11 kesî dimînin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *