Nezir AKAT
Yekîtî hêvîyeke yekta ye. Heger yekîtî di bingeha daxwaz û berjewendîyên hevbeşîya miletê li ber man û nemanê de be, dikare bibe hêvîya çarenûsa siberojê. Ew bi vê helwesta xwe ve Barîqada berberîyê ye. Li vir yekîtî di berjewendîya hevbeşîya cudahîyan, bi gotineke din, di hevbeşîya nerîn û îdeolojîyên cûrbecûr de, hevkarîyeke milet-welatperwerîyê ye. Lewra ji bilî milet/welatperîyê tu îdeolojîyên din ne di wê hêza afrendêr deye ku bikaribe cudahîyan di bin sîwaneke giştî de bike xwedî hêvî û xwedî bawerî. Lewra yekîtî li vir, di jîyana miletekî dagirkirî de, dibe vejîna tekoşîneke berxwedêr û dibe barîqada dijberê berberîya hêzên cuda.
Numûneya sereke rojavayê welatê me ye. Li vir têkoşîn û berxwedan li ser pira selatê bû. Hêzên milî bêyî hêzên derekî dî nikaribûn di ser pira selatê re derbasî buhuştê bibana. Sedema sereke di bingehîya berberîya îdeolojîyên bêwate de dijberîya navxweyî bû. lewra Rêya yekrêzîyê tek û tenha milet/welatperwerî ye. Li Rojavayê Welatê me, îdeolojîyek alozkirî wek gîhayê biyanî, bi helwesteke tundrewîya eşkere, dixwest derdora xwe û hêzên binecî pûç bike. Hêzên binecî jî mixabin bi pêwendîyên xwe ve, li ber derîyê pira selatê bêhêvî mabûn. Tif bike jor simêl tû bike jêr tif bû.
Dibêjin yek mûsîbet çêtir e ji hezar nesîhetî. Hêza ku gotinên xwedîyê vê têgeha“Divê bi her halî Kurd bibin Tirk” (1) ji xwe re kiribe numûneya hevkarîya bi neyarê xwe re, dê çawa derveyî hêza dereke ya biryardêr, bikaribûya xwe bavêje wîjdanê milet/weletperwerîyê. Bi bawerîya min ne pêkan bû. Ne tenê şert û ne jî mercên navxweyî nikaribûn stûna bin avahîya vê îdeolojîya biyanî birûxanda. Lê her çiqasî li vir Milet/welatperwerîyek bi kotek hatibe amadekirin jî, dîsa jî ev yekrêzî, hêza miletperwerîyê ya biryardêr rê dide. Hêza hûnandina hevbeşîya berjewendîyên giştî rê dide ku tenê welatperwer/miletperwerî dermanê jana dijberîyê ye.
Nimûneya te neynika siberoja te ye. Ger nimûneya te dîroka te serobinî hev bike, ger berxwedana te aloz bike û ji gorbihuştên te re rêzê negire, nimûneya te hevkarîyek alenî bi neyarên te re ye. Li vir dîsan welatperwerî dibe dermanê serêşa te. Ger tu ji miletperwerîyê bidûr bikeve, tu yê rojekê ji rojan li kêleka neyarên xwe, bêyî yan jî bi îradeya xwe cî bigre.
Li vir doz ne “Axurê Dingo” ye. Heger îxanetkar hêza xwe ji murîd/alîgirên xwe negire, nikare bibe berdevkê îxanetê. Berdevk, kesayetîyeke xwedî hêz e ku bikaribe îxanetê li dozeke kollektif bike. Aha wê gavê îxanet meşrû dibe. Lewra her dîyardeyek kollektif di helwesta alîgirên kollektifê de meşrû ye. Mixabin îro di nav beşekî mezin ya miletê me de îxanet bûye beşek ji kollektîfa berdevkê îxanetê. Lewra her îxanetkar ne berdevkê hêza xwe ye. Berdevkê hêza xwe wexta bikaribe murîdên xwe bixwe re bikişîne nava doza xwe, ew dibe berdevk. Li vir paradoksek berbiçav derdikeve rojeva tekoşîna neteweyî. Mêrxasên ku jîyana xwe xistine tûrikên xwe û bi xwe re digerînin, Ev mêrxasên navborî sonda doza xwe bi agir kil dikin. Natirsin û qahremanin, canfîda nin. Lê mixabin murîdbûna wan, vê hevkarîya kolektif meşrû dikin. Qahremanî û cangorî bi awayekî din dibe gunehkarî. Hêvîdarim ey murîd êdî tu nebe gunehkar. Ger neteweperwerî/ miletperwerî nikaribe helwesta murîdîyê ji rojeva berxwedana neteweyî ya bakurê Kurdistanê bidûr bixe, dê her roj nalîn bibe para me.
(1)- Şark Seyahati Raporu 1935- Ismet Inunu
Nezîr Akat nezirakat@gmail.com