Bangewaziya Rêberê Durziyan: Dorpêçê rakin û mafê çarenûsê misoger bikin

Rêberê Ruhanî yê Duriziyan li Sûriyeyê, Şêx Hikmet Hicrî rewÅŸa li parêzgeha Sweydayê weke “zindaneke mezin” binav kir û daxwaza rakirina dorpêçê, vekirina korîdorên mirovî û misogerkirina mafê çarenûsiyê di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de kir.

Şêx Hikmet Hicrî, di nameyekê de ku îro 11’ê Cotmehê ji Sekreterê GiÅŸtî yê Neteweyên Yekbûyî, endamên Encûmena Asayişê ya Navneteweyî, Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan, Komkara Erebî û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re ÅŸand, ragihand ku “Çiyayê BaÅŸan” (Çiyayê Duriziyan) “ev çend meh in di bin dorpêçeke berfireh û dijwar de ye ku gefê li jiyana sivîlan dixwe.”

Şêx Hikmet Hicrî bal kiÅŸand ser rewÅŸa mirovî ya giran a li parêzgeha Siweydayê û got: “Em di nava zindaneke mezin de li çiyê hatine dorpêçkirin. Çûnûhatina gelê me sînordar, di bin çavdêriyê de û bi gef e. Zêdeyî 35 gundên me li bakur û rojavayê çiyê hatine dagirkirin.”

Hicrî da zanîn, ji ber qutkirina înternetê û rawestandina derxistina belgeyên fermî, sazî û dezgehên giÅŸtî bi temamî felc bûne. Her wiha diyar kir ku xwendekarên zanîngehan ji ber “handana taîfî, gefên bêhempa û êrîşên berdewam” nikarin vegerin ser xwendina xwe û zarokên dibistanan jî ji perwerdeyê bêpar mane.

Berpirsiyarî û Banga li Civaka Navneteweyî

Rêberê Duriziyan, “Hikûmeta Demkî û mîlîsên ser bi wê ve” weke berpirsiyarên van hemû binpêkirinan nîşan da û bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), Encumena Asayişê û civaka navneteweyî kir ku li gorî berpirsiyariyên xwe yên exlaqî û yasayî bi lez gav bavêjin.

Daxwazên Sereke yên Şêx Hikmet Hicrî ev in:

1.    Dorpêça li ser Çiyayê Başan demildest were rakirin û korîdorên mirovî yên ewle bên vekirin.

2.    Komên çekdar ên dagirker ji hemû gundan vekişin, erdên dagirkirî vegerînin û xalên agirbesta Tîrmehê cîbicî bikin.

3.    Berpirsiyarên tawan û binpêkirinan li pêşberî dadgehên navneteweyî bên darizandin.

4.    Deriyekî mirovî yê navneteweyî ji bo gihandina alîkariyan û pêwendiya ewle bi cîhana derve re were vekirin.

5.    Mafê diyarkirina çarenûsê ji bo gelê çiyê were misogerkirin. Ev yek divê di bin çavdêrî û parastina navneteweyî de pêk were da ku azadî, rûmet û ewlehiya wan a olî, çandî û hebûnî misoger bibe. (K24)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *