BANGEKE  LEZGÎN  LI SER DIJYETIYÊN KU LI SER TAXÊN KURDÎ LI HELEBÊ TÊNE KIRIN

 

LI SER DIJYETIYÊN KU LI SER TAXÊN KURDÎ LI HELEBÊ TÊNE KIRIN

Hevkarî ya Partiyên kurdistanî li Elmanya  bi lezgînî bang li Civata Navdewletî û hemî komît, hikomet û rêxistininên dewletî dikin, ku di cî de û serast destêwerdanê bikin, da ku dijayetiyên li ser taxên Kurdan li Helebê (Şêxmeqsûd/Çiyayê Seydo, Eşrefiyê, Benîzêd) bêne rawestandin, sivîl werin parastin û qedexekirina dubarekirina dijayetiyan were gerantîkirin.

Ev dijayetiyên milîşeyên bi ser Turkiyê ve, û di nav refên “Artêşa Erebî ya Sûriyê” de, bi biryara Şalyariya/Wezareta Berevaniyê ya Hikometa Sûriyê ya Demkî, yekser bi tang, top, zirx û dironan sivîlan armanc dikin, û heya niha ji ber wê bi dehan hevwelatiyan jiyanên xwe ji dest dane û bi sedan jî birîndar bûne, wekî binpêkirineke açiq û zelal ji perensîpên mirovahî, gendîşe û zagon/yasayên navdewletî re.

Ev dijayetî  gefdayîne ji aştiyana xelkeyî û jiyana hevbeş li Helebê re ye, û ji nû ve tund û tûjî û çewsandina ku hemî pêkhateyên gelê Sûriyê ji ber nalî ne û êş jê dîtine derdixe holê.

Û hemî aliyên van êrişan dikin û yên piştgiyê dikin, yekser di ber dahatû û xişim û bêtarên çêbibin de berpirsiyar in. Û li gor Zagona Navdewletî ya Mirovahî, hemî kiriyarên têne kirin, tewaneke belgekirî ye, û di bin çi behaneyê de be, destûr jêre nayê dayîn. Mîna ku berê bi herdu pêkhateyên (Elewî li Beravê û Diruza li Başûrê Sûyê) re çêbûye.

Hevkarî ya Partiyên Kurdistanî li Elmanya tekez dike ku divê li hevpeymana/rêkeftina /1/Avrêlê/Nîsanê ya ku ji bo van taxan hatiye îmezekirin were vegerandin, a ku dibêje gerek ev tax di aramî û hêminiyê de bimînin, ta gihîştina çareseriyeke giştî, ye ku aramî û hêminiyê ji welêt tev de re gerantî dike.

Û em dibînin ku çareserkirina rasteqîn di lihevkirineke niştîmanî ye Sûrî de, li hev mikûrhatin, rêzgirtina mafên pêkhateyan, qedexekirina tundûtûjî û tunekirina hevdu, û di parastina rûmeta gelê Sûriyê bi tevahî de ye.

Hevkarî ya Partiyên Kurdistanî li Elmanya

Rêbendana 2026

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *