Rûdaw: Balyozê Brîtanyayê Stephen Hitchen, ez bi dîtina te kêfxweş im.
Stephen: Ez jî kêfxweş im.
Rûdaw: Spas.
Stephen: Ez di demekê de li vir im ku şêniyên Herêma Kurdistanê hîn di şoka êrişên mûşekî yên Îranê de ne û di tevahiya rêya ji Hewlêrê heta vir de, min û tîma xwe dabaşa vê şokê dikir.
Rûdaw: Ez dixwazim ji te bipirsim ku tenê rojekê piştî êrîiê, çi tu birî Hewlêrê?
Stephen: Ez duh çûm Hewlêrê, hinekî ji ber ku min xwest li mizgeftê sersaxiya xwe nîşan bidim û min nîşan da jî. Ji aliyekî din ve jî min xwest serkirdayetiya Kurdistanê bibînim da ku em di vê dema zehf diwar de hevsoziya xwe ji bo gelê Kurd diyar bikin.
Êriş giran bû. Neberpirsiyar û lap nedadmend bû. Loma min hîs kir ku girîng e ku ez di 24 saetên ewil de bêm Hewlêrê da ku ez hevxemî û hevalîniya Brîtanya bi hikûmet û gelê Kurd re diyar bikim.
Rûdaw: Tenê ji bo derbirîna hevsoziyê bû yan jê bi wêdetir bû?
Stephen: Di serdaneke destpêkê de, di 24 saetên pêşî de, em tenê vê dikin. Bêguman ez nola balyoz hatibûm ku ev jî nîşana wê hevsoziyê ye. Bêguman ku ez nola balyozekî têm wir, ev nîşana wê hevsoziyê ye lê têkiliyên me bi Kurdistanê re dûr, dirêj û kûr in.
Gelek alî hene, di nav wan de leşkerî û hevkariya ewlehî lê em di 24 saetên pêşî de bi tiştekî nû bersivê nadin lê ya ku me xwest bikin ew bû ku em herin wir, xelkê bibînin û bi wan re biaxivin û sersaxiya xwe ji malbatê re diyar bikin.
Rûdaw: Balyozê birêz, çavê te bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ket. Ez dixwazim li ser gotûbêja we zanibim. Li ba te çawa bû?
Stephen: Ez zehf bextewer bûm ku min di van çend rojan de ew du caran dît. Min ew li Bexdayê dît, ne şaş bim şeva duşemê bû. Duh jî min ew careke din li Hewlêrê dît. Her tim ez ji gotûbêja ligel Serok Nêçîrvan Barzanî sûdê werdigirim. Lap çawa ku min sûd ji gotûbêja serkirdeyên din ên Herêma Kurdistanê ku min ew duh dîtin, wergirt.
Diyar e, vêga serokwezîr ne li vir e, lê ezmûneke spehî ya Serok Nêçîrvan li vê herêmê heye û her dema ku ez wî dibînim, ez tiştên zêdetir li ser rewşa Kurdan an Îraqê yan deverê dizanim. Loma ez mifayê ji vê werdigirim.
Rûdaw: Tu rola wî di çareserkirina pirsgirêkên Îraq û Herêma Kurdistanê û nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê çawa dibînî?
Stephen: Bêguman ew pir ji nêz ve ligel hemî serkirdeyên din kar dike. Li gorî min, behreyeke wî ya zehfî baş ji bo kirina vî karî heye. Têkilî û ezmûneke wî ya pir kûr ligel serokwezîr Mesrûr Barzanî heye. Ez piştrast im ku bi hev re behreya wan heye ku li hundirê Kurdistanê û li gel Bexdayê jî bigihin çareseriyên dirist.
Rûdaw: Balyozê birêz, hikûmeta Brîtanyayê di sala 1991ê de, di avakirina hêla dijfirînê de roleke girîng û mezin lîst û herwisa di nakokiyên salên 1990î de jî navbeynkarî kir. Berê rola hikûmeta Brîtanyayê ji niha pir zêdetir bû. Çima vêga hikûmeta Brîtanyayê li gel Herêma Kurdistanê ne mîna berê ye, di demekê de ku Herêma Kurdistanê rastî gelek pirsgirêkan tê?
Stephen: Jixwe xwezaya têkiliyên me diguhere lê hevaltiya me wekî xwe dimîne. Îcar ez di şeş mehên xwe yên yekem de 11 ta 12 caran hatim Herêma Kurdistanê, ango ez pir zûzûka têm. Em vê pêwendiyê pir cidî werdigirin û em di gotûbêjên xwe yên li Londonê bi siyasetvan û berpirsên payebilind ên Kurd re, zehf ji nêz ve Kurdan li ber çav digirin.
Herwisa ez dibêjim ku çêtir e gelek karên dîplomatîk ne bi eşkereyî lê bi dizî bên kirin. Loma hûn her tiştên ku em dikin nabînin, çunke ev xwezaya têkiliyên hikûmetê ye. Li gorî min, xwezaya têkiliyê diguhere.
Loma wekî ku te got, heke tu vegerî salên 1990î û 1991ê, Brîtanya di avakirina hêla dijfirînê de ligel Amerîkayê xwediya pişka herî mezin bû. Hûn wê demê ji aliyê hikûmeta xwe ve bi qirkirinê re rû bi rû diman. Îcar li gorî min, her tiştên piştre bi rastî ji wê gavê û vir ve dest pê kir. Eşkere ye ku êrişa 2003yan pêgeha we xurt kir da ku hûn bikarin xwe biparêzin û li Kurdistana Îraqê hikûmeteke ku berjewendiyên gelê Kurd li ber çavan bigire, ava bikin.
Piştre di sala 2014an de jî, em di serdema DAIŞê de vegeriyan. Li gorî min, niha alozî cuda ne û rewşa we jî cuda ye lê dîsa jî dostaniya me mîna xwe ye lê em vê bi awayekî cuda nîşan didin. Em alîkariya teknîkî pêşkêşî hikûmeta we û hevalên xwe yên li Hewlêrê dikin, bi heman awayê ku em li Bexdayê dikin lê ya ku em dixwazin bikin ew e ku em wisa li gelê Kurd bikin ku li ser lingên xwe bisekine û em êdî wekî salên 1990, 2003 û 2014an venegerin.
Em dixwazin gelê Kurd û gelê Îraqê bi giştî bikarin di vê rêyê de bêyî alîkariya Rojavayê bibiriqin. Ango ya ku em dikin, hevkariyeke pir mezin e bi şêweyê teknîkî li pişt perdeyê ne destwerdana leşkerî ya mezin e.
Rûdaw: Li gor şirove yan jî bersivên te, we alîkariya gelê Kurd kiriye ku li ser lingên xwe bisekine lê bi dîtina te ew niha di rewşeke baş de ne û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi bihêzî li ser lingên xwe disekine?
Stephen: Li gorî min, ew hîn jî bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dibin. Ev eşkere ye û ez ji van arîşeyan ne razî me û ne bê helwest im. Lê heke tu rewşa sala 1990î bi ya niha re bidî ber hev… Bêguman niha ne bê kil û kêmasî ye û gelek kêşeyên we hene…
Lê li gor ên ku wê heyamê rastî we dihatin, niha zêdetir arîşeyên siyasî û aborî ne. Jixwe ez naxwazim arîşeyên niha biçûk bikim lê bi baweriya min, rêyeke erênî ji bo Herêma Kurdistanê û bêguman ji bo tevahiya Îraqê jî heye.
Rûdaw: Balafirgeha Hewlêrê bi berdewamî ji hêla milîsên Îraqê ve ku xwe wekî Berevaniya Îslamî yan jî Berxwedana Îslamî bi nav dikin, tê armanckirin. Tu vê çawa dibînî?
Stephen: Ev êriş ne rewa ne. Îcar hûn li Herêma Kurdistanê rastî êrişên curbicur hatine û li gorî min sê celebên cihê hene. Êrişa mûşekî ya berî du şevan, êrişên berdewam li ser baregeha leşkerî ya hevpeymanan li Hewlêrê ku hevpeyman tê de ne û herwisa êriş li ser Pêşmergeyan jî hatiye kirin. Eşkere ye ku li pişt van êrişan gefeke hevpişk heye. Êrişên li ser baregeha leşkerî ya hevpeymanan li Hewlêrê bi temamî ne rewa ne. Em wekî mêvanên hikûmeta Îraqê û desthilatdarên Kurd seba şerê DAIŞê li vir in. Em dikarin werin û di çaxekê de dabaşa bidawîkirina vê erkê bikin, lê em mêvanên hikûmeta Îraqê û desthilatdarên Kurd in û 10 sal in em alîkariya we dikin.
Loma ew êriş bê bingeh in.
Xweşbextane li baregeha leşkerî ya hevpeymanan li Hewlêrê nebûn sedema kuştina ti kesî, lê divê em wan cidî dibînin, ew hewldanên cidî yên kuştinê ne. Ew ne peyam in. Ew ne bêzarkirin in. Tu bi 25 kîloyên teqemeniyên xurt peyamê naşînî. Ev hewldaneke cidî ya kuştina mirovan e û divê em vê yekê wisa binirxînin. Îcar li gorî min wêneya berfireh a van êrişan têkbirina aramiya hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Hewlêr jî beşeke ji plana têkbirina aramiya vê herêmê û da ku alozî me jî wekî hevalên we li xwe bigire.
Rûdaw: Baş e. Ma bi dîtina te, tedbîr hene ji bo sînordarkirina êrişên li ser Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê bên wergirin? Çi ne?
Stephen: Li gorî min, tiştên stratejîk û tiştên taktîkî hene. Asta taktîkî ew e ku eşkere ye ku hevpeyman ji bo parastina xwe tedbîran werdigirin. Dikare bi çeperên telîsên xweliyê yên bilind be, dikare bi tedbîrên teknîkî yên dijî van êrişan be. Herwisa li vê deverê wêneyekî firehtir heye ku hewl dide van arîşeyan nehêle. Em jî fena dîplomatkar armanca me ya serekî sistkirina rageşiyên deverê ye, ev jî yek ji wan e.
Rûdaw: Ev êrişên li ser Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê çi metirsiyekê li ser hêzên we çêdikin?
Stephen: Metirsiyên rastîn. Evna bombeyên rastîn in ku tên teqandin. Ji şevekê heya şeveke dîtir diguherin lê ew mûşek û dron gelek teqemeniyên bihêz hildigirin. Loma her şev metirsiyeke rastîn li ser leşkerên me yên li wir û hevalên me yên di hevpeymanan de çêdikin.
Rûdaw: Tu dikarî ji min re bibêjî niha çend leşkerên we li Hewlêrê hene?
Stephen: Ew hejmar her roj diguhere. Ger ez îro jimarekê bidim te, dibe ku sibe cuda be…
Rûdaw: Hejmara îro bide min.
Stephen:…. Çend sedek in.
Rûdaw: Rola wan li wir çi ye?
Stephen: Gelek erkên wan hene ku dikin. Ew beşek ji erka dijî DAIŞê ne, ji ber wê jî li wir in. Li wir in ji bo ku perwerdeyê bidin û bibin alîkar. Gelek rolên wan hene. Çêtir e ku ez li ser televîzyonê neçim nav hûrgiliyên her tiştên ku ew dikin lê ev hemû bi hevahengiya bi hevpeymanan, desthilata Kurdî û hikûmeta Îraqê re ye.
Rûdaw: Ez dê careke vegerim ser êrişên li ser Balafirgeha Hewlêrê yan jî cihên din ên Kurdistanê. Mebesta min ew êriş in ku hevpeymanan dikin armanc. Bi dîtina te, ev êriş dê metirsiyên rastîn li ser hêzên ewlehiya cîhanî çêbikin an jî wisa li wan bikin ku hest bi rehetiyê nekin dema ku bên Herêma Kurdistanê?
Stephen: Na, ez evqasî dûr naçim. Ev 10 sal in em di vî erkî de ne. Me dijî DAIŞê pêşketinên zehfî baş bi dest xist. Em naxwazin xeletiyên berî 10 salan dema ku em ji Îraqê derketin û pirsgirêka DAIŞê derket holê, ducar bikin.
Em dixwazin erka xwe kuta bikin û di paşerojê de piştî hevpeymaniyê jî pêwendî hebe. Kesek ji me naxwaze ku hevpeymanî bibe taybetmendiyeke herdemî lê em dixwazin wê di hin xalan de biguherin têkiliyeke xurt û hevbeş a ewlehiyê li Îraqê çimkî pirsgirêka DAIŞê ji holê ranabe û hûn ê demeke dirêj li deverê bi dijwarî bijîn. Lewra bidawîbûna hevpeymanan nayê wateya bidawîbûna peywendiyên me yên ewlehiyê. Zîrekî ew e ku em wê çawa ji tiştekî biguherin tiştekî din.
Rûdaw: Balyozê rêzdar, ji çaxa ku şerê navbera Hemas û Îsraîlê dest pê kiriye, ev êrişên li ser Herêma Kurdistanê zêde bûne. Ma bi dîtina te dê komikên milîs hewl bidin ku Îraqê bikişînin nav hevrikiya Hemas û Îsraîlê?
Stephen: Ez nizanim heke armanca wan ev be lê dibe ku bibe sedem ku em têkevin nav hevrikiyeke navneteweyî û nakokiyeke rastîn e eger her karekî dijî Îsraîlê bikin çimkî Îsraîl bersivê dide. Wê demê hûn dê di rewşeke dijwar de bibin.
Îcar heke plana wan ev be yan na, ez nizanim lê ev yek ji pirsgirêkên wê yekê ye ku ew milîs in û li derveyî kontrola hikûmeta Îraqê ne, ew e ku hikûmet biryarê ji dest dide ka gelo hûn di şer de ne yan na.
Rûdaw: Baş e. Ez dixwazim ku em li ser DAIŞ, Îraq û Herêma Kurdistanê biaxivin. Gelo DAIŞ hîn di ketwarê de li Îraq û Kurdistanê çalak e? Di demekê de ku Hikûmeta Îraqê dibêje: “Na, ew tam lawaz in û berevajî vê ew wekî berê ne metirsîdar in.” Bi dîtina te, DAIŞ hîn metirsiyeke mezin e li ser Îraq û Herêma Kurdistanê?
Stephen: Li gorî min, gefeke rastîn e. Ez bawer nakim gefeke hebûnî be. Beriya 10 salan gef bû li ser hikûmetê û dikarîbû hikûmeta Bexdayê ji nav bibe, dikaribû hikûmeta Hewlêrê jî ji nav bibe, jixwe loma me destwerdan kir. Niha rewş ne wisa ye. Xelkê Îraqê û Pêşmerge ji bo têkbirina DAIŞê di warê leşkerî de qurbaniyên mezin dan, lê hîn jî li du cihan çavkaniyên wan ên hêzê hene: Ya yekem li hundirê Sûriyê ye ku li ser sînorê we ye. Desthilata hikûmeta Sûriyeyê li ser tevaya Sûriyeyê nameşe.
Bi hêzên asmanî yên Rûsyayê re, bi awayekî leşkerî kontrol dike lê ji hundir ve bi rê ve nabe. Ev jî xizmetê nake, lewra cih heye ku DAIŞ dikare xwe lê birêxistin bike da ku êrişî we bike. Niha ew xwedî kûrahiya stratejîk in.
Pirsgirêka duyem jî di nava Îraqê de ye. Li deverên cihê nakokiyê, hê jî cihên ku ew dikarin xwe lê birêxistin bikin hene. Bi dîtina min, kêşeya demdirêj pêşveçûna aborî û civakî ye, ji ber ku DAIŞ li cihên ku xelk tên paşguhkirin û bê derfet in geş dibe. Lewra bihêztirîn alava şerê li dij DAIŞê ne leşkerî yan ewlekarî, li şûnê aborî û civakî ye.
Rûdaw: Tu rewşa niha ya Herêma Kurdistanê çawa dibînî ku mûçeyên karmendan nayên dayîn, hinartina petrolê hatiye rawestandin û hîn jî gelek dibistan li Silêmaniyê, Helebce û çend cihên din ên Herêma Kurdistanê girtî ne û Hikûmeta Îraqê jî pişka budceya hikûmeta Herêma Kurdistanê nade? Îcar van hemûyan gelek arîşeyên aborî bi dûv xwe re anîne.
Stephen: Rewşa we gelekî zehmet e û ez hevsozê gelê Kurd im. Rewş dijwar e û ez vê yekê kêm nabînim. Beriya 4-5 mehan, min li ser mûçeyan daxuyaniyek ji raya giştî re belav kir û got, em hêvîdar in ku ev zû were çareserkirin û her karmendek bêyî liberçavgirtina li ku dera Îraqê ye, heq e ku di dawiya mehê de mûçeyê xwe wergire. Ez bi xwe di dawiya mehê de li benda mûçeya xwe dimînim û her kesê ku ji bo hikûmetê kar dike jî wisa ye.
Li ser vê yekê gelek rexne li min hatin kirin, wan ev wekî xwetêwerkirin dît. Min ev yek got çimkî eger mûçeyên karmendên hikûmetê neyên dayîn, di dawiyê de wê aramiya Herêma Kurdistan û Îraqê bikeve metirsiyê.
Bi nêrîna min, ev pirsgirêkeke cidî ye. Îcar dema ku pirs tê ser aramiyê, li gorî min, piştî dîrokeke nêzîk berjewendiya me li vî welatî heye, loma min ew daxuyanî ji raya giştî re belav kir. Li gorî min, di van çend rojên borî de pêngav ji bo wê hatin avêtin. Ez hêvî dikim ku em bikarin çareseriyeke mayînde ji vê pirsgirêkê re bibînin.
Rûdaw: Heya vêga hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê du caran hatiye bipaşxistin. Biryar bû 25ê sibatê bê kirin,lê careke din hat lipaşxistin. Pirsa min ev e, nirxandina we ji bo demokrasiya dewletê û aliyê dezgehvanî yê Herêma Kurdistanê çi ye?
Stephen: Em dixwazin ew hilbijartin di dema herî zû de were kirin. Em dizanin ku rewşa Brîtanya û Herêma Kurdistanê cuda ye. Hûn xwediyê demokrasiyeke nû ne û demokrasiyeke me ya kevnar heye. Loma hûn rûbirûyî gelek qeyranan bûne ku derketine ser rêya hilbijartinan û aloziyên curbicur li ser hilbijartinan derketin hole lê divê demokrasiyeke nû li ser wê rêya hilbijartinê berdewam bike.
Nikare tiştekî awarte be, divê tiştekî herdemî û rûtînî be. Loma em hêvî dikin ku em di dema herî zû de wê hilbijartinê bibînin. Em aloziyan fêm dikin. Bi baweriya min, bêyî hilbijartinan dê herdem guman li ser rewatiya hikûmetê hebe. Niha ez piştrast im ku gelê Kurd hîn jî hikûmetê rewa dibîne lê bi hilbijartinan re dê ev yek ji her kesî re nû bibe.
Rûdaw: Balyozê qedirgiran, li ser hêzên Pêşmerge, hikûmeta Brîtanya bi awayekî çalak mijûlî birêxistinkirina wan e da ku wan bike yek. Tu proseyê çawa dibînî? Gelo tu bi proseyê kêfxweş î yan na?
Stephen: Ez dibêjim ku ev wêneyekî tevlihev e. Bernameyeke çar-salî hebû û prose ji sala yekem ve tevlihev bû. Em kêfxweş bûn ku Şoriş Îsmaîlê wezîr vegeriya wezaretê. Ev bi eşkereyî pêşveçûnek e.
Ez hest dikim ku Pêşmerge ji hêzeke leşkerî girîngtir e. Pêşmerge sembola gelê Kurd e. Dikare bibe sembola yekîtiya gelê Kurd. Em pir piştgiriya yekbûna hêzên 70 û 80yî dikin û em dixwazin di paşerojê de vê yekê bibînin.
Pêvajo sist bûye. Li gorî min, em niha di cihekî çêtir de ne. Em hemû hêvîdar in ku di salên bê de leztir bibe, lap çawa ku em hêvîdar in ku em pileyeke bilindtir a hevgirtinê di navbera partiyên Herêma Kurdistanê de bibînin.
Rûdaw: Piştî serdana Wezîrê Asayişa Brîtanyayê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina pirsgirêkên qaçaxçîtiya madeyên hişbir û qaçaxçîtiya mirovan a ber bi Brîtanyayêve, tu vêga encamên wê serdanê çawa dinirxînî?
Stephen: Zehfî baş e. Dema ku wezîr Tugenhat hat bi Wezîrê Navxwe rêzdar Rêber Ehmed re jihevtêgihîştin îmze kir ku ji bo me pêngaveke erênî bû. Em dixwazin bi hevkariyeke rasteqîn û xurt berdewam bikin.
Jihevtêgihîştin têrî nake. Ev bi karê rastîn ve girêdayî ye. Hûn bi pirsgirêkeke nû di civaka xwe de re rû bi rû dibin ku madeyên hişber e lê ev ji bo me pirsgirêkeke kevn e. Îcar ez hêvî dikim ku hûn ji serpêhatî û xeletiyên me fêr bibin.
Eşkere ye ku di salên derbasbûyî de me di şerê li dij madeyên hişber de xeletî kirin û ez hêvîdar im ku rayedarên Kurd ji ezmûnên me yên erênî û neyînî jî fêr bibin. Di heman demê de, li ser qaçaxçîtiya mirovan, ew tiştek e ku em bi baldarî li ser dixebitin. Tiştekî ne xweş e ku tu wiha li xelkê bikî pereyan bidin te û di berdêla wan de tu soza jiyaneke çêtir bidî wan lê bi vî awayî nepakiyê li wan bikî. Tiştekî ku em li ser dixebitin ev e.
Rûdaw: Balyozê birêz, her sal, her meh an her hefte, hejmareke berbiçav ji ciwanên Îraqî û Kurd bi qaçaxî derbasî Brîtanyayê dibin. Dê siberoja van kesan li Brîtanyayê çawa be?
Stephen: Spas ku te ev pirs ji min kir. Ez dixwazim ji hemû kesên ku li vê hevpeyvînê temaşe dikin û dixwazin pereyan bidin qaçaxçiyan bibêjim, ji gotinên ku ji we re tên gotin, bawer nekin. Ji bo ku wan bi qaçaxî bibin cihekî gelek pereyan didin wan û gelek kes jî dernakevin. Gelek kes nagihin cih. Ji hêla qaçaxçiyan ve nepakî li wan tê kirin. Rêyeke metirsîdar e. Gelek kes di rê de dimirin. Gelek kes xeniqîne. Ev qaçaxçî xelkê dixapînin û sozên derewîn didin wan û ciwanên ku xewna tiştekî xweştir dibînin pê nagihîjin. Ji kesên ku bi vê yekê difikirin re dibêjim: Vêya mekin. Di demên cuda de gelek kesên Kurd hatine û niha civakeke Kurd a mezin li Brîtanyayê heye ku piraniya wan ên salên 1980 û 1990î ne û mafê penaberiyê wergirtine çunke ji aliyê Sedam ve hatine jenosîdkirin û zordestiyeke bêhempa li hember wan hatiye kirin. Ez nabêjim niha li Herêma Kurdistanê yan Îraqê her tişt bê kil û kêmasî ye lê zehfî ji salên 80 û 90î cuda ye ku xelk dihat qirkirin.
Rûdaw: Lê plana ji bo vegerandina wan penaxwazan çi ye? Gelo we daxwaz ji hikûmeta Îraq û Herêma Kurdistanê kiriye ku wan vegerînin?
Stephen: Ez naçim nav hûrgiliyên van çimkî em li ser vê mijarê ji nêz ve hevkariyê dikin û bi Hewlêr û Bexdayê re di gotûbêjên berdewam de ne.
Rûdaw: Bersiva wan çi ye?
Stephen: Bawer im divê tu ji wan bipirsî. Em bi wan re di gotûbêjê de ne. Erênî ye lê naxwazim herim nav hûrgiliyan.
Rûdaw: Dîsa zehfî baş e. Balyozê Brîtanya yê Îraqê Stephen Hitchen, gelekî spas.
Stephen: Spas.
Rûdaw