Balyoza Amerîkayê xatir xwest: ‘Şingal pirsgirêka herî bêzarker e’

Balyoza Amerîkayê yê Îraqê Alina Romanowskiyê di civîneke rojnamegeriyê de anî ziman, “Şingal pirsgirêka herî bêzarker e.”

Balyoza Amerîkayê yê Îraqê Alina Romanowski doh li Konsulxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê civîna xwe ya dawî ya rojnamegeriyê bi 6 saziyên ragihandinê re li dar xist.

Alina Romanowskiya ku 2 sal û nîv in Balyoza Amerîkayê ya Îraqê ye dê destpêka Kanûna Pêşîn dawî li erkê wê were û ew dê biçe.

Alina Romanowski doh her wiha ji xatirxwestinê çû serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî.

Balyoza Amerîkayê yê Îraqê Alina Romanowskiyê di civîna rojnamegeriyê de got:

“Ez kêfxweş im ku we hemûyan li vir dibînim. Ez dixwazim ji we re bibêjim ku ez rewşa Herêma Kurdistanê çawa dibînim.

Li Îraqê ku ev du sal û nîv in ez Balyozê Îraqê me, min gelek caran hatim Hewlêrê û vê dawiyê jî min cara duyemîn çûm serdana Silêmaniyê.

Min gelek cihên din li Herêma Kurdistanê dîtine.

Ez dikarim bêjim ku Herêma Kurdistanê di pêwendiyên me yên 360 pileyî yên li gel Îraqê ji bo me şirîkekî girîng e.

Em li vir gelekî behsa berjewendî û hewlên xwe dikin ku ew jî dabînkirina îstiqrar, ewlehî û serweriya Îraqê û Kurdistaneke bi hêz a Îraqê ye, yanî hevgirtina di siyasetê de ku ev yek pir girîng e.”

“Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê baş bûn”

Alina Romanowskiyê li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê anî ziman:

“Bêguman li Kurdistana Îraqê hikûmeteke bibandor heye ku li ser berjewendiyên me yên hevpar dixebite.

Demên borî hilbijartin hatin kirin ku bê pirsgirêk bûn hejmareke zêde ya xelkê beşdar bû û heta astekê ji sextekarî û xirabiyê dûr bûn.

Wekî her carê, hinek pirsgirêk hebûn lê piraniya wan hatin çareserkirin.

Niha jî erk avakirina hikûmetê û çareserkirina pirsgirêkên Bexda û Hewlêrê ye, ev jî dê bibe beşek ji aramiya Îraqê û serweriyeke parastî.”

“Kurdistan ji bo mafên mirovan û azadiya çapemeniyê bûye çirayek”

Alina Romanowskiyê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn:

“Dema ku meriv li rola Kurdistana Îraqê di bipêşvebirina demokrasiya Îraqê, ewlehî, rewş, gef û nakokiyên ji ber DAIŞê, heta hewlên me yên ji bo rûbirûbûna bi Sedam Husên re, Kurdistana Îraqê roleke mezin di avakirin û îstiqrara Îraqê de hebûye.

Her wiha ew mînakeke baş bû ji bo avakirina saziyan, pêkhateyeke girîng a bipêşxistina enerjiyê bûye.

Ez dikarim eşkere bibêjim ku Kurdistana Îraqê ji bo mafên mirovan û azadiya çapemeniyê bûye çirayek.”

“Şingal pirsgirêka herî bêzarker e”

Romanowskiyê diyar kir ku Amerîkayê çendîn caran bangî hikûmetên Îraq û Herêma Kurdistanê kiriye ku Peymana Şingalê bi cih bînin.

Balyoza Amerîkayê her wiha anî ziman:

“Ji aliyê me ve pirsgirêka Şingalê ya herî bêzarker e ku 10 sal in em daxwaza bicihanîna Peymana Şingalê dikin.

Em dizanin ku rewşa Şingalê pir aloz e gelek nêrîn li ser bicihanîna rêya peymanê hene, gelo pêwîstî bi danûstandinan heye?

Em bi berdewamî li çareseriyên guncaw digerin û aliyên ku dikarin vê pirsgirêkê çareser bikin li hev kom dikin.

Em dixwazin ewlehiya Şengalê di destê polîsên federal û polîsên herêmê de be ku di çarçoveya Peymana Şengalê de ye. Her wiha qaymeqam jî hatiye tayînkirin lê heta niha jî nikare karê xwe bike.”

Gulana îsal Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê çû serdana Îraqê ku berpirsê civakan, azadiya olî û mafên mirovan e.

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *