Bajarê kevin ê Wanê tê nûjenkirin

Di lêgerînên nû de beşeke din a şûnwarên bajarê kevin a Wanê hate dîtin.

Bajarê kevin ê Wanê di serdema Ûrart, Ehlatşah û hejmareke Împaratoriyên din de weke wargeheke giring dihate dîtin.

Di heyama bihûrî de li çendîn bajarên Bakurê Kurdistanê, bi taybetî li Parêzgeha Wanê di çarçoveya vedîtin û vejandina şûnwarên dîrokî de, hewlên cidî tên dayîn.

Yek ji cihên dîrokî ku niha di ber destê lêkolînan de ye, “Bajarê Wanê ya Kevin”e ku li başûrê Keleha Wanê cih digre. Bajarê Wanê ya Kevin şopa gelek şaristaniyan lê heye, di encama hin lêkolînên nû de avahiyên nû tê hatine dîtin.

Em hewl didin tevna mîmarî ya ku li rojavayê Xana Xusrev Paşa cih digre, ku avahiyeke Osmanî ya sedsala 16 ne derxin holê. Encamên lêkolînên me destnîşan dikin, dibe ku li vê derê bazarek hebûbe û berhemên bazirganî lê dihatin firotin. Her wiha Dibe ku avahiyeke xaneke duyemîn jî bi Xana Xusrev Paşa ve girêdayî be.

Endama beşa Dîroka Hunerê ya Zanîngeha Wanê Prof. Dr. Gulsen Baş

Bajarê Wanê ya Kevin di serdema Ûrartû, Ehlatşah, Eyûbî, Îlxanî, Selçûqiyan, aqûyînlûyan û Împaratoriya Osmaniyan de, weke wargeheke girîng dihat dîtin.

Em di lêkolînên xwe de rastî şopên agir, perçeyên bazinên camê yên ku bi hîv û stêrkan hatine xemilandin, lewheyên seramîk, gelek şûşeyên camê, dirav, lûleyên tûtinê, belgeyên şewitî û perçeyên qumaşê hatin.

Endama beşa Dîroka Hunerê ya Zanîngeha Wanê, Prof. Dr. Gulsen Baş

Serokê Zanîngeha Wanê, Dr. Hemdulah Şevlî derbarê dîroka bajarê kevin a Wanê axivî û dazanîn, “Di dema Selçûqiyan û Osmaniyan de ev der navendeke girîng bûye û di navbera salên 1915-1918’an de hatiye dorpêçkirin û bi temamî kavil bûye. Hevdem dazanîn, hejmara şêniyên wê ku nêzî 150 hezarî kesan bûye, daketiye 7 hezar kesan.

Li vir çendîn pisporên şûnwarnasiyê ji zanîngehên cuda cuda û şarezayên dîroka hunerî di xebat û lêkolînanên xwe de berdewam in. Li gorî agahiyên dîrokî, dibe ku li vir, li bajarê berê yê Wanê hejmareke mizgeftan, avahî, karwansera û qadên niştecihbûnê hebin. Em hêvî dikin bi hevkariya pispor û akademîsiyenan ev der bibe navendeke girîng a çandî û turîzmê.

Serokê Zanîngeha Wanê Prof. Dr. Hemdulah Şevlî

Lêkolînên li ser bajarê kevin a Wanê nêzî 2 sal in dewam dike û ekîbek ku ji 30 pispor, dîroknas û restoratorên mîmarî pêk tê, li ser wan şûnwaran dixebtin.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *