bajarê Ciwanroyê de ciwanekî temen 20 salî kuştin

Hêzên hov ên rêjîma Îranê bê agehdarkirina berê, bi teqeya rasterast ciwanekî temen 20 salî yê xelkê bajarê Ciwanroyê, li şeqameke wî bajarî de kuştin.

Pêka rapora “Hengaw”ê, demjimêr 1 û 15 xulekên sibêdeha roja Yekşemî 25ê Sewrmawezê, hêzên hov û serkutker ên întizamî yên rêjîma Îranê li taxa “Babacanî” ya bajarê Ciwanroyê de bê agehdarkirina berê û bi awayê rasterast teqe li maşîna ciwanekî temen 20 salî yê xelkê wî bajarî bi navê “Soheyb Ehmedî” li maşîna wî de kirine û navbirî bi derba 3 gulleyên wan hêzan, demûdest canê xwe ji dest daye.

Pêka rapora Hengawê, yek ji hêzên întizamî ya rêjîma Îranê bi nasnavê “Şahwseysî” bi 3 gulleyan teqe li serê “Suheyb Ehmedî” kiriye û ew kuştiye.

Herwisa Hengawê daye zanîn ku Suheyb Ehmedî karê arayişgeriyê dikir.

Li dema teqekirinê de demûdest canê xwe ji dest daye û termê wî bo nexweşxaneya “Hizretê Resûl” li Ciwanroyê, hatiye veguhastin.

Heta niha hêceta teqekirina wan hêzên hov ên rêjîmê li wî ciwanê xelkê bajarê Ciwanroyê, nehatiye zanîn.

KM

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *