Bahçeli di derheqa hevdîtina Dem Partiyê û Ocalan de: Dema pêngavên kiryarkî ye

Bahçeli serdana şanda Dem Partiyê ji bo girava Îmraliyê wekî “despêkeke bixêr” binav dike û dibêje, “Niha dema pêngavên kiryarkî ye û divê Tirkiye biryara xwe bide.”

Serokê Partiya Tevgera Neteweyî (MHP) Devlet Bahçeli peyamek li ser hevdîtina Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan û şanda Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) li girava Îmraliyê parve kir.

Bahçeli serdana şanda Dem Partiyê ji bo girava Îmraliyê wekî “despêkeke bixêr ji bo demokrasî û biratiya Tirk û Kurdan û mukomkirina wê peywendiyê” binav kir.

Bahçeli herwesa got, “Niha dema wê yekê ye ku gotin bibin kiryar, encamên wê jî bên ragehandin.” Amaje jî da, “Nabe çi pêngav ji sîbera terorê bimînin, lewma rûbirûbûna terorê mijara herî pêşî ya peydakirina yekdengiya civak û biratiyê ye.”

Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) li roja Yekşemê, 29.12.2024) di ragehandinekê de encamê civîna roja Şemiyê, 28.12.2024, bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan re li zindana Îmraliyê parve kir.

Ocalan di derheqa daxuyaniya pareke berpirsên Tirkiyeyê ji bo çarekirina pirsa Kurdan de ragehand, “Min şiyan û îrade hene, ji bo tevlîbûna erênî ya pêdivî di gaziya Erdogan û Bahçeli ji bo danûstandinan de.” Ron jî kir, “Serdem serdema aştî û demokrasî û biratiyê ye, ji bo Tirkiyeyê û deverê.”

K24

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *