Bafil Talebanî ji PDKê re: Divê em bi hev re kar ji bo bihêzkirina Herêmê bikin

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî bi boneya 79emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), peyameke pîrozbahiyê arasteyî Serok Mesûd Barzanî kir û tê de tekezî li ser girîngiya hemahengî û karê hevbeş di navbera herdu partiyan de kir.

Serokê YNKê Bafil Talebanî îro 16ê Tebaxê di peyama xwe de pîrozbahiyên xwe yên germ pêşkêşî Serok Barzanî, cîgirên Serokê PDKê, endamên serkirdatiyê û tevahiya cemawerê Partiya Demokrat a Kurdistanê kir.

Di peyamê de, Serokê YNKê tekezî li ser girîngiya hevahengî û tebayî di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de, ligel hemû hêz û aliyên din ên siyasî yên Kurdistanê, kir.

Di dawiya peyama xwe de, Bafil Talebanî amaje bi armanca vê hevahengiyê kir û got, ev yek “ji bo karê hevbeÅŸ, cîbicîkirina erkên niÅŸtimanî û çarenivîssaz, bihêzkirina qewareya me û baÅŸtirkirina jiyana xelkê me yê xweÅŸewîst e.” (K24)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *