Avabûna Komara Kurdistanê ya Mehabadê Şoreşeke Siyasî Milî Ye…

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.) 

Li Îranê di dawiya sala 1945an de neteweya azerî serîhilda û bajarê Tebrîzê xiste bin kontrola xwe. Di 11yê meha 1945an de Komara Otonom a Azerbeycanê ava . Kurdan hem bi xurtî piştgiriya wan kirin û hem Kurdistan azad kirin.

Pêşewa Qazî Mihemed , di 22. 01. 1946an de li meydana Çarçirayê damezirandina Komara Kurdistanêragehand. Di dema ragehandina damezirandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê de, Qazî Mihemed diaxavtina xwe de wusa digot:

Kurdistan xwedî ciyekî stratejî û erdnîgariya (cografyeya) taybet e ku gelê kurd her tim û bi hindê kunetewe û miletekî din di navbera wan de mesafe çêbike û wan ji hev biqetîne, tev bi hev re têde dijîn û de xwedî malikiyeta xwe ya millî ne. Ser bihurî û dîroka wan ya derbasbûyî yek e û bi giştî têde hevpar in. Kurd, xwedî edeb û edet û nerîtên netewî yên wisa ne ku bi ti rengan, sedemên cûr bi cûr û ti bûyerekê nekariye sistiyekdi nava bingeh û binaxê mileta wan de peyda bike.

….”     

Qazî Mihemed, li ser navê PDKa Îranê û wek serokê giştî Komara Kurdistanê di axavtina xwe de damezirandina partiyê îlan kir. Pişt re Komîteya giştî ya partiyê civîya, Qazî Mihemed wek serokkomarhilbijartin. Qazî Mihemedî di bin serokatiya Hecî Bab Şêx de hikumet ava kir. Hikumet ji 13 wezîran pêk dihat:

Serokê Hikumetê: Hecî Bab Şêx,

Wezîrê Berevaniyê: Mihemed Hûsên Seyfî Qazî,

Wezîrê Post û Têlgirafê: Kerîm Ehmedî,

Wezîrê Çand: Menaf Kerîmî,

Wezîrê Karê Navxweyî: Mihemed Emîn Mueyînî,

Wezîrê Karê Derve û Şêwirê: Hecî Rehman Îlhanzade,

Wezîrê Çûnûhatinê: Îsmaîl Îlhanzade,

Wezîrê Aboriyê: Hecî Mistefa Dawidî,

Wezîrê Bezirganiyê: Ehmed Îlahîzade,

Wezîrê Çandiniyê: Mehmud Velîzade,

Wezîrê Xebatê: Xelîl Husrevî,

Wezîrê Propagandayê: Sidiq Heyderî,

Wezîrê Dadweriyê: Mele Husên Mecîdî.

Wezîrê Tendûristiyê: Seyîd Mehmed Eyyubî.

Hikumeta Komarê, ala Kurdistanê ya ku di sala 1919an de li Stenbolê ji aliyê Komela Teşkîlatî Îçtîmaiye ya Kurd ve hatibû qebûlkirinpejirand.

Projeyên ku Hatin Pêkanîn

Komara Kurdistanê ya Mehabadê di temena xwe ya kurt de, karê gelek hêja pêk anî.

Di qada aborî û perwerdayiyê de, di demeka teng de gavên girîng avêtin. Zimanê kurdî, zimanê perwerdeyî.

Ji bona Komarê hêzên leşkerî yên nîzamî hatin avakirin.

Îstasyoneke radyoyê hate damezirandin.

Li Şînoyê, li Mehabadê, Bokanê, Saqizê dibistan ava bûn.

Meleyan êdî li mizgeftan bi kurdî waaz didan.

Wek peymaneke civakî makezagon amade . Makezagona Komara Kurdistanê, gorî demokrasîyeke pêşketî û pîvanên Wîlson û hêjayiyên Ewrupayî hatibû amadekirin. Sekûlerizm û modernîteke demokratîk hatibûpejirandin. Ev yek ji bo civateke muhafezakar, edetî, îslamî gelek girîng . Di makezagonê de wekheviya jin û mêran, mafên sendîqayî, azadiya fikrî, rêxistinî, baweriyê hatibû qebûlkirin.

Di Komara Kurdistanê de ji bona ku hûnera kurd, şanoya kurd, musîka kurd pêş bikeve xebatên girîng hatibûnkirin.

Hilweşandina Komarê û Mele Mistefa Berzanî

Komara Kurdistanê ya Mehabadê, hemû erd û axa Kurdistanê nedigirt nav xwe. Hezar mixabin temena Komara Kurdistanê dirêj nebû. Komara Kurdistanê 11 mehan li ser piya ma. Piştî dewletên ku li ser axa Îranêdesthilatdar bûn, di nav xwe de ji bona parvekirina dinyayê li ser peymaneke li hevûdu kirin. YekîtiyaSowyetê xwe ji Îranê vekişand û piştgiriya xwe ya bo Komara Kurdistanê û Ezerbeycanê qut kir.

Hikumeta merkezî ya Îranê êriş bir ser Komara Kurdistanê. Diyar bibû ku li hemberî êrîşên dewleta kolonyalîstû hêzên leşkerî, kurd nikarin rawestin. Di qonaxê de gengeşiya rewşa dest kir.

Mele Mistefa Barzanî, di sala 1943ê de li Başûrê Kurdistanê pêşengiya serîhildaneke millî kiribû. Hezarmixabin ku di encama êrîşên Îngilîz û Iraqê de şikest xwar û mecbur ku ew û hevalên xwe derbasî RojhilatKurdistanê bibin. Wek Mele Mistefa Barzanî bi xwe behs dike, li Rojhilata Kurdistanê dikevin bin xizmetaneteweya kurd.

Mele Mistefa Barzanî û hevalên di damezirandina Komara Kurdistanê de rolekî girîng lîstin, di bin serokatiya Komarê de wek xebatkar, leşker û serleşkeran kar kirin, tu caran pêşengiya xwe dernexistin pêş.

Mele Mistefa Barzanî ji bona ku rewşa dawî bi Pêşewayê Kurd re qise bike, di êvara 16. 12. 1946an de hevdîtineke dawî bi re pêkanî. Xwest ku bizane Pêşewayê kurd çi bike. Di hevdîtinê de Pêşaweyê kurdQazî Mihemed ji Barzanî re dibêje: “Ji bona ku zêde xwîn nerije, miletê min zerar nebîne, ezê xwe bidim destêdijmin.” Di eynî hevdîtinê de diyar dike ku Barzanî bi xwe zerar nebîne û Îranê terk bike.

Mistefa Barzanî di heman hevdîtinê de emaneta xwe ya pîroz, Ala Kurdistanê ji Pêşewayê Kurd teslîm girt û piştîşerekî dijwar li hemberî Îranê, Tirkiyeyê, Iraqê derbasî Yekîtiya Sowyetê .

Dîlketina Serokên Komarê û Dadgehkirina Wan

Komara Kurdistanê piştî êrîşeke leşkerî ya dijwar hate rûxandin. Serokên , Qazî Mihemed, Seyfî Qazî û Sadrî Qazî di 20.12.1946an de ji aliyê dewleta Îranê ve hatin girtin. Dîlgirtina wan, neteweya kurd ji qetlîamadewleta Îranê xelas nekir.

Qazî Mihemed Gandîyê Kurdistanê . Hezar Mixabin Îran ne Engilîstan

Qazî Mihemed û serokên din yên Komara Kurdistanê di dadgehê de bi awayekî nehiqûqî hatin darizandin. Wan di dadgehê de neteweya kurd û Komara Kurdistanê bi cesareteke medenî û layiqî serokbûna xwe parastin. Hemû tawanên dadgehê red kirin. Li hemberî heqeretên qadiyên dadgeha Îranê rawestiyan.

Qazî Mihemed, mafê neteweya kurd, meşrûbûna Komara Kurdistanê ya Mehebadê, ala û surûda Kurdistanêgelek aşkere parast.

Parastiina Qazî Mihemed û têkoşerên din yên Komara Kurdistanê, li hemberî dijminên gelê kurd parastineke û helwêsteke dîrokî .

Qazî Mihemed di dadgehê de gelek aşkere desthilatdarên Îranê tewanbar kirin û got:

“Ez di quncên girtîgehê de dengê xwe li dijî dewleta Tehran û serokên bilind dikim û dibêjim ku hûngunehbar in, ne em. We welatê me dagir kiriye. Tevahiya ev serpêhatî û bûyeran encama siyaseta dagîrker a dewletê ye. Ger dewlet hemû kurdan bi xayîn dizane, bila ji kurdan vegerin, kar û barên xwe bi xwe bigrin destêxwe. Ev bûyera di encamê de bûye ku we bi xwe makezagon binpêkiriye. Niha ez tenê bi xwe demokrasiyê diKurdistanê de xurt dikim û pêşve dibim û tu hêzeke biyanî haydarê min nebûye. Bêpar bûna gelê Kurd bûyehaydarê min, ji bo birêvebirina van kar û xebatan e.”

Pêşewa Qazî Mihemed di heman demê de Barzanîyan li hemberî dadgehê diparêze û dibêje:

“Mele Mistefa Barzanî kesekî bîyanî nebû ku hatibû Kurdistanê. Kurdistan mala her kurdekî ye. Barzanî, ji bonaku şert û zurufan xwest, ji odeyeke mala xwe derbasî odeyeke din …. Ez bi çend rêzan Mele Mistefa ji we re bidim danasîn. Di dinyayê û dîrokê de kesên şexsiyetmezin û dûrbîn û leheng û bişeref û hûmanîst û azad û bêtirshene. Barzanî yek ji wan kesan e.”

Bi parastina Qadî Mihemed derdikeve holê ku Komara Kurdistanê û ew bi xwe Kurdistanî . BeşbûnaKurdistanê û Barzanî ew qas xweş û objektîf terîf kirin.

Hezar mixabin piştî dadgeheke bêhiqûqî Qazî Mihemed, Seyfî Qazî û Sadrî Qazî bi lezûbez di 31. 3. 1947-an de li Meydana Çarçiraya hatin daleqandin.

Encam…

Ez dikarim bibêjim ku di dîroka neteweya Kurd û Kurdistanê de avabûna Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê, gaveke girîng û stratejîk . Kurd di sedsala 20an de dibûn xwediyê dewleta xwe.

Ew dihat wateyê ku xebata serokê Kurdistanê Ubeydullah Nehrî, Simko Axa, Şêx Mehmud Berzencî, ŞêxEbdûlselam Barzanî, Şêx Seîdê Pîranê, Seyîd Rizoyê Dersîmê, îhsan Nûrî Paşa û hemû pêşengên din encamekedîrokî da .

Avabûna Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê, li Kurdistanê û li Rojhilata Navîn şoreşeke çek bi riya siyasî û rêxistinî û milî û demokratîk pêk hat.

Ew bi serê xwe şoreşeke dîrokî .

Amed, 18. 01. 2019

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *