Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin

Alî Riza Arslanê ku kurê wî di dema qedexeya derketina derve de miribû û piÅŸtî 7 salan hestiyên wî hatin radestkirin, got: “Ew kesên ku mîna min êşê dikişînin û mexdûr in, aÅŸtiyê dixwazin.”

Hestiyên Hakan Arslan ku di sala 2016’an di dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Sûrê ya Amedê de jiyana xwe ji dest da, piÅŸtî mirina wî 7 sal şûnde di qutiyekê de radestî bavê wî Alî Rıza Arslan hatin kirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Arslan ji her kesî xwest ku beşdarî serkeftina pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd bibin.

“Kesên êşê dikişîne aÅŸtiyê dixwazin”

Arslan, rave kir ku kurê wî di sala 2016’an de li Sûra Amedê jiyana xwe ji dest daye û di vê heyamê de ew gelek caran çûye Amedê. Arslan, got ku di sala 2022’yan de karîbûye cenazeyê wergire. Arslan, diyar kir ku roja ku cenaze werdigire zext li ser wî hatiye kirin û ji wê demê ve tu zext li ser wî nehatiye kirin. Arslan, bal kiÅŸand ser pêvajoya aÅŸtiyê û got:

“AÅŸtiyeke xweÅŸ dê çêbibe. Komîsyona meclisê jî civiya. Divê gelên Kurd û Tirk êdî vê êşê nekişînin. Em aÅŸtiyê dixwazin, lê beÅŸeke diyarkirî naxwaze. Ew beÅŸ hem ji me û hem jî ji dewletê dixwe. Û îro, ew aÅŸtiyê naxwazin ji ber ku tiÅŸtek ji wan re nemaye. Yên ku mîna min êşê dikişînin û mexdûr dibin aÅŸtiyê dixwazin. Em çi dibe bila bibe aÅŸtiyê dixwazin û em ji bo wê têdikoÅŸin.”

Arslan, destnîşan kir ku ew xwesteka ji bo meÅŸandina siyasetê ya “Koma AÅŸtî û Civaka Demokratîk” ku çekên xwe danîn mafdar dibîne û wiha domand: “Çêtir e ku dewlet rêziknameyekê derxe. Heyfa wan mirovan. Ew kes jî zarokên dê û bavên xwe ne. Daxwaza min ew e ku her kes ji zindanê were berdan. Bila yên nexweÅŸ û yên siyasî werin berdan. Ger dewlet gav neavêje, rêxistin dikare çi bike? Divê dewlet wan kesan berde û bihêle ku ew bi azadî siyasetê bikin. Meseleya aÅŸtiyê bi dewletê ve girêdayî ye; ger dewlet gav biavêje, her tiÅŸt dê baÅŸ be, lê xuya ye ku dewlet jî ditirse.”

Arslan, daxuyand ku êrişên li ser zimanê Kurdî û nasnameya Kurdî di dema pêvajoyê de bûne sedema kêmbûna baweriyê û got: “Ew kesên ku baweriya xwe bi aÅŸtiyê naynin, baweriya xwe bi tiÅŸtekî naynin. Divê baweriya xwe bi aÅŸtiyê bînin. Divê her kes berpirsiyariyê hilgire ser xwe. Êrişî kesên muzîka Kurdî îcra dikin. Divê dewlet vê pirsgirêkê çareser bike. Zimanê min Kurdî ye. Ger ez bi Kurdî biaxivim, tu yê çima êrişî min bikî? Divê her kes di pêvajoyên wiha de baldar be û ji bo aÅŸtiyê hewl bide.”

(AB/AY/BN-K)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *