Asayişa Herêma Kurdistanê fermandarekî DAIŞê girt

Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand ku wan“terorîstekî mezin” ê bi navê Suqret Xelîl ku rola wî di dagirkirina Mûsilê de hebûye dema ku hewl daye ji Tirkiyeyê derbasî Herêma Kurdistanê bibe desteser kiriye.

Li gorî daxuyaniya Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê, pisporê bombeyan Suqret Xelîl ku wekî Ebdulla el-Tefxîx jî tê naskirin emîrekî pilebilind ê DAIŞê bûye û pisporê bombeyan bûye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Suqret Xelîl 2013an pêwendî bi DAIŞê re daniye û “kesekî nêzik ê pêbawer ê xelîfeyê DAIŞê bûye û 2014an di dagirkirina Mûsilê de rola xwe hebûye.”

Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê da zanîn ku Suqret Xelîl ango Ebdulla el-Tefxîx di tomarên DAIŞê de wekî “Usame Xelîl Îsmaîl Hemûd Elhemdûnî” hatiye tomarkirin û di nav DAIŞê de çend pileyên wî yên emîrtiyê hebûne û li Mûsilê pisporê çêkirina bombeyan bûye.

Di sala 2018an de bi fermana xelîfeyê DAIŞê bi pasaporteke sexte ku bi navê Emar Hazim Mihemed jê re hatibû derxistin, dîsa vegeriya Mûsilê.

5 milyon dolar gihand DAIŞê

Wî 5 milyon dolarên ku ji aliyê DAIŞê ve li taxa kevin a bajêr ku bi navê Medîneya Qedîm tê naskirin hatibû veşartin derxist û radestî yekîneyên leşkerî yên rêxistinê kir.

Suqret Xelîl ku bi navê “Ebdullah El-Tefxîx” tê naskirin, di sala 1987an de li Mûsilê ji dayîk bûye.

Di vîdyoya Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê de li xwe mikur hat ragihand ku ew di sala 1987ê de li Mûsilê ji dayîk bûye.

Li gorî vîdeoya ku Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê Suqret Xelîl li xwe mikûr hat ku 2013an pêwendî bi DAIŞê re daniye û 2014an tevlî DAIŞê bûye.

Herwiha di vîdeoyê de Suqret Xelîl paşê behsa êrişa DAIŞê ya Mûsilê û dagirkirina wê dike.

Dema xwest derbasî Herêma Kurdistanê bibe hat girtin

Li aliyê din, Ebdullah El-Tefxîx got ku ew ji bo çend mehan bi pasaporteke sexte çûye Tirkiyeyê û ji ber pirsgirêkan mecbûr maye vegere Kerkûkê û ji wê derê jî çûye Bexdayê.

Lê nikaribiye li Bexdayê jî bimîne careke din bi nasname û pasaporteke sexte çûye Tirkiyeyê û piştî 5 salan biryar daye ku bê Herêma Kurdistanê.

Dema ku hewl daye bi nasname û pasaportên sexte derbasî Herêma Kurdistanê bibe ji aliyê asayîşî ve hatiye girtin.

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *