Areda Survey: Ji sedî 57ê xelkê banga Ocalan erênî dibîne

Li gorî rapirsiya Areda Surveyê ji sedî 57,5ê xelkê Tirkiyeyê banga Abdullah Ocalan erênî dibîne.

Abdullah Ocalan 27ê Sibata 2025an xwest ku PKK çekan deyne û xwe fesix bike.

Areda Surveyê di navbera 28ê Sibatê û 3yê Adarê de li gel 1220 kesî derbarê vê bangê rapirsiyek pêk anî.

Li gorî vê rapirsiyê, ji sedî 57,5ê beşdaran banga Abdullah Ocalan a ji bo çekdanînê erênî dibînin lê ji sedî 47,4ê beşdaran jî gotiye PKK dev ji çekan bernade.

Ji sedî 69,8ê beşdaran gotiye divê “operasyonên” li derveyî Tirkiyeyê di vê pêvajoyê de jî berdewam bikin û tenê ji sedî 11,3yê wan diyar kiriye ku divê operasyon rawestin.

Hûrgiliyên rapirsiyê wiha ne:

“Hûn banga Abdullah Ocalan çawa dinirxînin?

– Erênî: Ji sedî 57,5

– Neyînî: Ji sedî 42,5

“Hûn banga çekdanînê çawa dibînin?

– Divê çek bên danîn: Ji sedî 48,3

– PKK lawaz bûye û neçar e çekan deyne: Ji sedî 32,4

– Gaveke rast e ji bo aştiyê: Ji sedî 19,3

“Hûn bawer dikin ku PKK çekan deyne?”

– Na: Ji sedî 47,4

– Li gorî helwesta komên di nav de dibe ku biryar biguhere: Ji sedî 38

– Belê: Ji sedî 14,6

“Di vê pêvajoyê de divê operasyonên derveyî Tirkiyeyê çawa bibin?”

– Divê berdewam bikin: Ji sedî 69,8

– Divê li gorî helwesta PKKyê biryar bê dayîn: Ji sedî 18,8

– Divê rawestin: Ji sedî 11,3

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *