Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) derbarê îdamên li seranserê cîhanê di nav sala 2024an de pêk hatine, raporek belav kir.
Rêxistinê eşkere kir ku darvekirinên li Îran, Iraq, Erebistana Siûdî, Yemen û Çînê zêde bûne.
Amnestyê da zanîn ku di sala 2024an de li Îranê 972 û li Iraqê 63 kes hatine darvekirin û li Erebistana Siûdî 345, li Yemenê 38 û li Çînê jî gelek kes hatine darvekirin.
Di rapora rêxistinê de hate gotin ku di sala 2023yan de li Îranê 853 kes hatibûn darvekirin û hate ragihandin: “Li Siûdiyê li gorî sala 2023yan darvekirin du qat zêde bûn û li Iraqê jî çar qat zêde bûne. Li wan welatan darvekirin ji bo bêdengkirina muxalifên siyasî, xwepêşandêran û parêzvanên mafê mirovan tê bikaranîn.” (PK)