Amerîkayê pesend kir ku mûşekan bifroşe Tirkiyeyê

Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê eşkere kir hat pesendkirin ku bi bihayê 300 milyon dolarî zêdetir mûşekan bifroşin Tirkiyeyê.

Ajansa Hevkarî û Ewlehiya Parastinê ya Pentagonê (DSCA) derbarê pesendkirina firotina çekan daxuyaniyeke nivîskî da.

Li gorî wê daxuyaniyê, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê pesend kiriye ku 53 mûşekên bi menzîla navîn a pêşketî yên AIM-120C-8 (AMRAAM) û 6 mûşekên  AIM-120C-8 AMRAAMê bên firotin.

Her wiha wezaretê firotina 60 mûşekên AIM-9X Sidewinder Blok II jî pesend kir.

Ew corê mûşekan di serî de ji bo F-16an û ji bo gelek karên asmanî tên bikaranîn.

Hatiye diyarkirin pesendkirina firotina çek û kel û pelên leşkerî ji kongreyê re tê pêşkêşkirin û heta 15 rojan mafê nerazîbûnê tê dayîn.

Eger di wê demê de ji kongreyê nerazîbûnek çênebe firotin pêk tê. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *