Du çavkaniyên leÅŸkerî yên Hêzên Amerîkayê ragihandin, wan di operasyona 19 mehê de li parêzgeha Idlibê du çekdarên DAIŞê kuÅŸtine.Â
Du çavkaniyên lekÅŸerî yên Hêzên Amerîkayê ji televîziyona FOXNews re ragihandine, hêzên Amerîkayê û Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li gundawarên bakur û rojhilatê parêzgeha Idlibê du çekdarên DAIÅž’ê kuÅŸtine û gotine ,ew çekdarên ku hatine kuÅŸtin, yek ji wan xwe amade dikir di dema pêş de bibe Emîrê Rêxistina DAIÅž’ê.
Her du çavkanî ji kanala FOXNews eşkere kirine ,ew her du çekdarên ku hatine kuştin, plan dikirin bi awayekî çalak li Sûriyê û Iraqê çalakiyên terorîstî, li dijî hêzên Amerîka, Hevpeymaniya Navdewletî û hêzên xwecîhî encam bidin.
Derbarê ziyanên madî û canî de her du çavkaniyên leşkerî yên hêzên Amerîkayê dane zanîn, di pêvajoya encamdana operasyonê de Hêzên Amerîka û Hevpeymanan ti ziyan nedîtine û ti zirar jî negihiştiye şêniyên wê navçê ya ku lê ew operasyon hatiye encamdan. (Ch8)


