Amerîka gavekî dinê davêje: Kî xwe ji Çînê dûr bixe, wê baca wan bê kêmkirin

DYA plan dike ku kîjan welat xwe ji Çînê dûr bixe an ku mesafe bixe navbera xwe û Çînê, wê baca gumrika wan kêm bike. Hat gotin ku di çarçova vê planê de, daxwazname dane serokê DYAyê Trump.

Li gor rojanama Wall Street Journalê; rêvebiriya DYAyê xwe amade dike da ji 70 welatî zêdetir, têkiliyên wan bi Çînê re kêm bike an qels bike.

Her çendîn Trump bicîhanîna baca gelek welatan bo 90 rojan paşde xist jî, di nav wan welatan de kî mesafe bixe navbera xwe û Çînê, wê bo baca gumrika wan hêsankariyê bike û tawîzan bide wan welatan.

Li ser hûrahiya mijarê, wezîrê xezînê yê DYAyê Scott Bessent agahiyan daye Trumpî. (PK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *